Ji Çapemenî û Raya Giştî Re;

Salvegera 40’mîn a 15ê Tebaxê ku ji bo gelê Kurd û tevahî pêkhateya Kurdistanê bûye cejna vejînê û hêviya jiyanek azad mezin kiriye, em pîroz dikin. Di şexsê fermandar Egîd (Mahsum Korkmaz) de, em bejna xwe li hember lehengiya hemû şehîdên vê pêngava dîrokî ditewînin, bi minetdarî wan bibîr tînin.

Rêber Apo di hemû deman de ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd, çareseriya siyasî xiste bijartekê pêşîn,  lê dewleta Tirk li hemberî van hewildanan gotina navê Kurdistanê jî nepijirand. Xwestin Kurdistanê bê Kurd bihêlin, da ku hebûna gelê Kurd ji dîrokê derînin her kiryarê faşîzane pêkanîn. Dema ku bi zimanê mafnasî (hiqûq) û siyasetê fêm nekirin, li ser hîmê tol girtina şehadetên li zindana Amedê hatî pêşxistin, li serê çiyayên Kurdistanê fermana tolhildanê hate ragihandin û li hember dagirkeriyê di bingeha şerê çekdarî de şerê xwe parastinê û azadiyê bi hemû heybeta xwe ve dest pê kir.

Lewra pêngava 15ê Tebaxê; gaveke ber bi jiyaneke bi rumet de ye, gaveke ber bi welatekî azad ve ye, gaveke ber bi vejîna hêzeke xwedî parastina cewherî ye. Ev pêngav bû; tirs, bê hêvîtî, dûrketina ji nasnamê, a ku dagirkeriyê di her kêliyê de li ser gelê Kurd ferz dikir, ji holê rakir. Bû pêleke ku bi xwe re hêviyeke bi rengê serkeftinê xiste dilê her Kurdekî de, çokên serdestan lerizand, plan û projeyên wan ê qirkirinê vala derxist. 15ê Tebaxê bû serkeftinek tekûz û mîsoger li ber kiryarên talanê û komkujiyên bê hesab. 15ê Tebaxê bi dagirkeriyê da fêm kirin ku êdî li hemberî her êrîşê, nîşangeha çeka şervanên vî gelî heye, hesab dixwaze û tol digre.

Pêngava 15ê Tebaxê lawaziya pergala dagirker a li hemberî îradeya gelê azadîxwaz danî holê, û heya îro bi heman mîrasî, bi heman rihî ew lawazî bi zelalî tê deşîfre kirin. Di tarîtiya şeva 15 Tebaxê de, Rêheval Egîd bi komeke heval re,  perdeya bêdengiya bi ser Kurdistanê de hatibû vegirtin, bi çirûska guleya yekemîn qetandin, roniya azadiyê belavî Kurdistanê kirin, dengê têkoşîna azadiya Apoyî gihandin guhê her kesî. Hêza rêxistinkirî ya gelê Kurd dane hisandin û nas kirin. Dengê guleyan wê şevê ji dost û dijminan re gelek tiştan vedibêje. Gelê Kurd ji xewa bê dengiyê hişiyar dike û dibêje: “Azadiya netewî bêyî şerekî mezin pêknayê”. Ji dijiminê gelê Kurd re jî dibêje; “Êdî Kurdistan wê ne Kurdistana berê be, xelekên zilmê ya li ser vî gelî hate qetandin û ji bo meşandina têkoşîna jiyaneke azad kes nema dikare wan bigre”.

Çalakvanên vê pêngava dîrokî, di pêşengtiya Fermandar Egîd de, dema bi ser baregehên dagirkeriyê de girtin, kêliyekê jî dudilî jiyan nekirin. Bi rihekî fetihkar hedefan bi dest dixin û yekemîn çalakiya di têkoşîna çekdarî de bi serkeftinê tacîdar dikin. Afrîneriya di takîtîka şer de her wiha xwe bi rihê zaferê re kilîd kirin, xwe di wê pêngavê de dide pêş. Bi vî mîrasî gelek salên bi şerên giran hatine derbas kirin, gelek destkeftî û ezmûnên giranbiha hatine qezenc kirin. Pisporiya di huner û çanda leşkerî de, ya ku îro hêzên gerîlayên Kurdistanê pê têne nasîn, zayina xwe di rihê pêngava 15ê Tebaxê de dîtiye.

Gora ji betonê ku li ser wê ‘Kurdistana binaxkirî’ dihate nivîsandin bi olana guleya 15ê Tebaxê re, di wê şeve de ji hev hate qelaştin û hilweşiya. Lewra serkeftina ku vê çalakiya dîrokî bi xwe re anî, şaxên baweriya bi têkoşîna azadiyê di dilê Kurdistaniyan de şînkir. Weke gelê vê xakê yê herî kevnar careke din nasnameya xwe hembêz kirin û ji bo parastina wê ezma berxwedaniyê qayimtir kirin.

Pêngava 15ê Tebaxê ew bingeh avêt ku îro dema bi şerên herî dijwar ji nû ve dîzayna xaka Rojhilata Navîn ji nû de tê çêkirin, gelê Kurd  bi têkoşîna xwe ya resen di nava vê xakê de bi awayekî diyarker û xwedî maf cih digrin û têne nasîn. Lewra ev pêngav di dîroka Kurdistanê de, pêngaveke ku hempayê xwe tuneye, xwedî wateyeke dîrokiye û bingehê hemû pêngavên têkoşîna me ya 40 salî ye. Roja îro li seranserî çiyayên Kurdistanê, bi heman rihê ji zaferê û ezmûna têkoşîna 40 salî re gerîla şerekî dîrokî dike. Rojane li taktîkên xwe afrîneriyê û dewlemendiyê zêde dike, hêza şerê xwe mezin dike, vê hêzê şerê ser erd û bin erd û asîmanan de belav dike û encamên bi bandor digre. Ev hemû dibin hêmanên rihê 15ê Tebaxê biqasî ku ji bo tevahiya gelê Kurd bû henaseya jiyaneke nû, bi taybet ji bo jina Kurd jî, bû pêngava avêtina bingehekî jiyan û têkoşîneke nû.  Bi hêza 15ê Tebaxê heya roja îro jî bi heman ezim û azweriyê jina Kurd derbên herî giran li zihniyeta serdest dixîne. Di vê bingehê de artêşa azadiya jinan roja me ya îro de jî li her qadê beramberî desthilatê şerê herî çalak dide meşandin, xwedî artêşeke xwesere ku weke wê mînak tine li cihanê. Artêşa Starê ku bi rihê 15ê Tebaxê ve şer dike, îro bûye hêviya serdemê ya jinên cîhanê.

Li ser van hîman; pêngava 15ê Tebaxê, ji bo tevahiya civaka Kurdistan bû mamosteyekî zanista parastina cewherî, her wiha ji bo tevahiya hêzên gerîla jî bû pirensîba çalakiya serkeftî. Lewma, şerê me yê îro ku di bingeha Gerîlatiya Moderniteya Demokratîk de bi taktîk û şêwazên herî afrîner, tê meşandin. Lewra dewleta Tirk û piştgirên xwe ruxmê hemû hevkariyên qirêj ên li ser pêşeroja gelê me jî, ne bi artêşên xwe yê teknolojiya modern ve, ne jî bi rêka karanîna Kurdên xwe firoş û nûker ve, nikarin têkoşîna ku bi rihê 15ê Tebaxê hatî avdan ziwa bikin. Îro ji Serhed heta Botanê, ji Zap heta Metîna, Xakûrkê û Heftanînê di oxira serxistina vî şerî de bi sedan jin û xortên Egîd li ser vê rêkê giyanên xwe feda dikin, bi rihên xwe yên fedayî hêviya pêşerojên azad ji bo hemû gelên heremê dihûnîn. Di oxira parastina nirx û hebûna gelê Kurd de serî de li Bakûrê Kurdistanê û Herêmên Parastina Medya de şerekî hêjayî vegotinên bêdawî tê jiyîn. Lê em wek hêzên YJA Star bi mebesta vê rojê ve carekî din dibêjin ku her bihûstekî xaka me yên ku bi destê dagirkeran tên şewitandin, bi nokeriya Kurdên xayîn yên PDK’ê ve tê firotin, jin û gelê me yên ku di rêçên koçberiyê êşên herî mezin re rûbirû tên ji bo me sedemê tolhildanê ya herî mezin in. Emê bi şêwaz û hêza Fermandar Egîd, bi ruhê Xwedawanda azadiyê Zîlan ve vejîna 15ê Tebaxê bi çalakiyên xwe yên tolhilgir pêşwazî bikin.

Wek rêheval û şervanên pakrewanên pêngava 15ê Tebaxê, emê layiqê egîdiya wan bibin. Her wiha bi mezinkirina têkoşîn û şerê xwe re emê siberojên ku bi rengê şoreşeke demokratîk hatî ava kirin ji bo hemû gelên bindest bikin diyarî. Heya ku Rêber Apo fîzîkî bê azad kirin, emê nûbûn û zayinên di şerê xwe de dewam bikin. Em careke din cejna vejînê û cejna me ya gerîla li Rêber Apo, li pakrewanên şoreşa  Kurdistanê,  jin û gelên azadixwaz re pîroz dikin.

BIJÎ PÊNGAVA ME YA VEJÎNÊ, CEJNA ME YA GERÎLA!

BIJÎ ARTÊŞA ME YA JINÊ KU BI RIHÊ 15 TEBAXÊ ŞER DIKE!

BIJÎ RÊBER APO!

 

14ê Tebaxa 2024

FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA YJA STAR