Ji gelê meyê welatparêz û raya gişt!

Em rojbûna Rêberê xwe ya 64.mîn pîroz dikin. Rêberê me yê ku bi evîna heqîqetê û azadiyê ketiye rê, bûye pêşengê lêgerînvanên azadiya jiyana bi milyonan û ji me re jiyanek bi rûmet daye avakirin.

Gelê me, di xaka Mezopotamya de, bûye şahîdê dîrok û rojbûnan û di van xakan de bi çanda wekhevî, azadî û jiyaneke dadmende hatine sitrandin. Bi hezar salan li ser van xakên pîroz polîtîkayên nîjadkujî, înkar û îmha tên meşandin. Hemû pêngavên serdestiyan yê ji bo vî gelî ji dîrokê paqij bike, tune bike û hewildanên wan yê perçe bike hişt ku ev gelê qedîm, ji dervey dîrokê bimîne û darazê tunebûnê kirine. Lê, rastiya Rêberê me da raber kirin ku, gelê me yê ku heta mafê wî yê ku li ser navê xwe biaxive nînbû, niha gihiştiye asteke pir bi rêxistinkirî, bi vîn û zanebûyînê. Ji bo gelê ku nirxên wî yê exlaqî, polîtîk û cihana wî ya manewî hatiye binpêkirin, gelê ku di sînorê koletiyê de hatibû dorpêçkirin, deriyê jiyana azad vekiriye û ji bo azadî di riyek ronahî de bi dest bixe, ji bo ku bi bawerî û biryarek mezin bimeşin pêşengtî kiriye. Ev gel nirxên xwe yê civakî, çanda xwe, nasnameya xwe di roja me ya îro de, bi rêgezên Rêber APO yê tekoşîn û jiyanê bi rûmetek mezin xwedî lê derdikevin û kêşaniya wê dikin. Di vê wateyê de, 4’ê avrêlê dibe ji nûve rojbûna gelekî. Xaka Mezopotamya bi rojbûna Rêberê me re şahidiya vejîna gelekî dike. Rêber APO ji bo zarokên gelê ku bê nasname hatine hiştin bê nebez, bi sebir, zîrekî û bi kedek mezin roj bi roj tekoşîna vîna azad bide avakirin hewldanên mezin dane. Bi rastiya PKK’ê re ji bo ji nûde avakirina jiyanê, bi milyonan şervanên heqîqetê afirandiye. “me welat parêziya welatekî ku tu kes nedikarîbû navê wê bîne ziman ava kir” Rêber APO bi van gotinên xwe re, bi girêdan û azweriya xwe ve tekoşîna me ya azadiyê heyanê roja me ya îro aniye û şînber kiriye.

Rêber APO bi fikrên xwe yê jiyana azad û alternatif pir mirovên zana derbaskiriye û wateyên pir kûr daye jiyan, hûner, xweza û jiyanê. Bûye wesîleyek mezin ji bo ev nirx ji nûde jiyan bikin. Herî zêde jin di dîroka kapîtalîzmê de hatiye meta kirin û li ser mêtîngerî hatiye çêkirin. Lê, di xaka Mezopotamya de jin gihiştiye wateya xwe ya rast û çanda xwedawentî ji nûve vejîn bûye. Di pêşengtiya tevgera me a jina azad de evîn û heqîqet di dîrokê de gihiştiye mafê xwe. Jina Kurd, li ser esasê rêhevaltiya Rêber APO bûye xwedî nasname, bi cesaret û bi egîdbûyînek pir mezin ji bo bêrîkirina azadiyê rê, pêşengtî ji jinên cîhanê re kirine. Jina Kurd ya berxwedêr di çerçoveya birdoziya Rêber APO de xwe gihandiye asta xwe naskirin û zanistiyê.

Rêber APO, ev 15’de salin li hember esaret û tenê hiştina li Îmraliyê berxwedaniyek pir mezin daye raber kirin. Ji bo vê, di dilê gelan de û di dilê milyonan jinan de mezin bûye. Hêvî û biryarên me ji her demê zêdetirin ku ewê Rêber APO’re hevdîtinên me we re çêkirin. Lê belê, rojên azad ancax bi azadiya Rêberê me re were jiyan kirin. Em wek gerîlayên YJA Star, ji bo ku bêhna demên azad bigrin û Rêberê xwe hemêz bikin bi îdea, bi biryarek mezin û bi azweriya azadiyê re bimeşin cardin soza xwe nû dikin û roja rojbûna me a 4’ê avrêlê li hemû gelê Mezopotamya pîroz dikin.

3 Avrêl 2013

Fermandariya Biryargeha Navendî Ya YJA Star