Em salvegera 105. a 8’ê Adarê di serî de li rêhevalê tevahî jinên azadîxwaz Rêber APO yê ku hişt em vê rojê li Kurdistan û tevahî Rojhilata Navîn wek roja têkoşîn, berxwedanî û azadiyê pêşwazî bikin, pîroz dikin… Her wiha em vê rojê li şehîdên me yên qehreman, li tevahî jinên ku tekoşîna azadiyê didin meşandin, ji Kobanê heya Şengalê, ji Kerkûk heya Celawla’yê, ji Dersîm heya Şaho em li hemû jinên berxwedêr ên ku li tevahî Kurdistanê di çeperan de ne pîroz dikin.

Ger em rojeke bi vî awayî bi rengê cejnê pîroz dikin, ev bi saya şehîdên me ye. 106 sal berê agirê berxwedanê yê ku li Rojavayê cîhanê pêketiye, îro li Kurdistanê bi tekoşîna jinan re geştir bûye. Têkoşîna me ya ku di pêşengiya rêheval Sara de pêşket, îro li Kobanê bi ruhê qehreman, berxwedêr û fedaî yê Arînan û Destînan ve xwe temam kir. Tevahî şehîdên me ji bo jiyaneke azad xwe feda kirin. Ji ber wê em careke din tevahî rêhevalên xwe yên şehîd bibîr tînin.

Îro wek YJA Star ji bo em tola şehîdên xwe hilînin, di şopa wan de ji bo em bikaribin parastina jinên Kurd û jinên cîhanê pêk bînin, em di nava çalakî û xebatê de ne. Dibe ku YJA Star wek artêşeke jin li çiyayên azad ên Kurdistanê derket holê û bi rêxistin bû, lê îro mîna pêleke ji agir belavî her çar parçeyên Kurdistanê dibe. Li Rojava di pêşengiya YPJ’ê de ji Silava heya Arînan berxwedanek bê hempa hat raber kirin. Li Rojhilat jî hêza HPJ a ku di pêşengiya Berfîn û Evîndaran de pêş ket, îro ji bo ku azadiya jinên Rojhilat ava bikin di nava berxwedaniyek mezin de ne. YPJ-Şengal jî ji bo ku tola jinên Şengalê hilîne û parastina wan pêk bîne xwe bi rêxistin dike, li berxwe dide. berxwedana jinê ya ku beriya 106 salan destpê kir, îro di şexsê jinên Kurd de berbi azadiyê ve pêşve diçe.

8 Adarê ji bo me roja berxwedanî, tekoşîn û azadiyê ye. Em baş dizanin ku heya tevgera azadiyê derket jî ev roja pîroz bi vî şêweyî ne dihat pêşwazî kirin, dijberî wê agahiya jinan ji dîroka wan nîn bû. Bi têkoşîna ku Rêber APO pêş xistiye re jinan dîroka xwe nas kir. Di serî de jî ger rêhevala me Sara bi serhildana xwe, bi vîn û têkoşîna xwe ve beriya niha bi 40 salan tevlê vê têkoşînê neba, dibe ku em îro ne li vir bana. Em in ên ku di şopa bîranîna wan de dimeşin. Emin ên ku wê têkoşîna wan berdewam bikin.

Çeteyên DAİŞ’ê yên faşîst ên ku berhemê pergala mêrê desthiladarin îro bi êrîş kirina ser jinê re hewl didin jiyanê tune bikin. Emê wek hêzên YJA Star li hemberî çeteyên DAİŞ’ê û tevahî hêzên mîna wê yên faşîst û desthiladar herdem di nava têkoşînê de bin. Tekoşîna me ya li çar parçeyên Kurdistanê îspat kiriye ku emê DAİŞ’ê bin bixin. Destkeftiyên me yên li Kobanê û Şengalê li holê ne. Her tişt bi rengek vekirî li ber çav tê jiyan kir. Ev ji bo jinên cîhanê bûye hêvî.

Îsal starta meşa jinên cîhanê li Nisêbînê tê dayîn. Em jî ji çiyayên azad tevahî jinên ku ji bo şoreşa Kobanê û Cizîr’ê kom bûne, silav dikin. Jinên ku tevlê vê meşê bûne bila her dem kêfxweş bin, ji ber ku li pişt wan hêza parastina jin a rewa YJA Star heye. Ger îro li Rojhilata Navîn  jin dikare xwe îfade bike û têkoşînê bide meşandin, ew jî dizanin ku li pişt wan hêza parastina jin YJA Star heye. Bi vê wesîlê di serî de jinên ku pêşengî ji meşa ku wê were kirin re dikin, em tevahî jinan silav dikin. Ev meşa berxwedanê wê bighe serkeftin û azadiyê. Em wek YJA Star amade ne ku bibin pêşengên tevahî jinan.

Em wek YJA Star 8’ê Adara 2015’an tenê bi hêzeke manewî ve pêşwazî nakin. Em bi hêza jin a rêxistin kirî ya ku xwe pêş xistiye û tekoşîn dike ve pêşwazî dikin. Îro jin li tevahî çeperan di nava berxwedanê de ne. Em tola jinên ku beriya niha bi 106 sal li Newyork’ê hatine qetil kirin digrin. Em hêza tolhildana tevahî jinên Êzîdî, Asûrî, Sûryanî, Kakaî, Keldanî û tevahî jinên ku hewl didin çand û baweriya xwe li hemberî êrêşên hovane biparêzin de ne.

Wê ev 8’ê Adarê bibe bihara jinan. Wê ev Bihar bibe azadiya Rêbertiya me… Wê ev bihar azadiya gelê Kurd û tevahî gel û jinan misoger bike.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Star