Dîrok û artêşbûna jinê bi têkoşînekî bê hempa hate afirandin. Jin hem di milê artêşbûnê de hem jî di milê rêxistinî de berhemên ku tucar pelên dîrok ê azadiyê de naye tunekirin afirand. Ev bi bedelên mirovên dildar, keçên azad ê Rêber APO ve hate afirandin. Ked û hewlekî mezin di vê dîrokê de veşartiye. Ev dîrok her dem zindiye û bi pêşketinê nû ve xwe digîhînê roj me ya îro. Bîrdoziya jinê, nasnameya jinê xwe bi têkoşîna jinê ya bê hempa ve dide afirandin. Çend hijmarên kovarê de me xwest ku em vê dîrokê bidin nasîn û kêm be jî em vê dîroka zindî ya ku bi keda hezaran lehengan ve hate afirandin vegotin bikin. Her çiqas em hewl bidin jî dîroka jinê ya artêşbûnê pir berfireh e. Dibe ku em divê mijarê de kêm jî mabin. Çimkî vegotin û nirxandina vê dîrokê ewqas ne hesan e. Ev dîrokekî pir berfireh û kur e. Bi çend rûpelan ve nixandin, mafê vê dîrokê û serpêhatiyên jinê naye zimên. Lewre kêm be jî vê dîrokê bi xetên giştî ve nirxandin, ji bo destpêka naskirina dîrokê derfet û temeneke mezin dide mirov. Bi taybetî ji bo gerîllayên jin ê PKK, ji bo jinên kurd ezmûnekî mezin derdixwe holê. Bi vê dîrokê ve jiyan kirin, bi serweriya vê dîrokê ve tevgerîn, bi zanistiya vê dîrokê ve beşdarbûna vê pêvajoyê girîng e. Ev dîrok û serpêhatî hê jî didome û her rojên ku derbas dibe, bi kêm û kurtasî, bi serkeftin û rastiyên xwe ve, ked û hewlên hezaran mirovên dildar ê azadiyê hildigre. Jin bi vê dîrokê ve derket dîka dîrokê. Bi taybet ji bo endamên YJA STAR ev hê girîngtir e. Ezmûna yekem a ku jinê girt û em niha di vê bingehê de tevdigerin û xwe rêxistin dikin, pir girîng e.

YJA STAR bingehê dîroka jinê ya ku bi hezaran sale bi têkoşînekî bê hempa diherike naveroka xwe de hildigre û vê ezmûn û nirxên bê hempa bi têkoşîna roja me ve dike yek. YJA STAR Hêza parastina nirxên jinê ye. Parastina jinê di heman demê de parastina jiyan, azadî û parastina hemû bermahiyên dîrokê ye. Hilgirtina dîrokê ewqas ne hesane, erk û peywîrên pir giran dide li ser milê têkoşerên jin. Nirxên mezin ê ku em niha wek bawerî û serwerî digirin dest bi vê dîrokê ve hate afirandin. Afirîna van nirxan ewqas ne hesan bû. Hem li dijî paşverûtiya civakê, hem li dijî êrîşên hêzên xînxar û dijmin, hem jî li dijî êrîş û nêzîkatiyê zilam ê ku rastiya jinê nanase û jinê wek mirovekî jî nahasibîne sekinandin, têkoşîn dayîn û di vê demên bê dîrokiya jinê de dîroka azadiyê afirandin bûyerekî herî mezin û bedew e. Ev nirx bi êş û azarên pir mezin ve hatin afirandin. Di vê rêka têkoşînê de pir nirxên mezin û bedelên mezin hatin dayîn. Bi bedelên leheng, bi kedên bê hempa, bi azwerî û baweriya mezin ve dîroka azadiya jinê hate afirandin. Jin di vê rêka dîrokî de êşên pir mezin kişand e. Ev êş ku mirov bi çend gotinan nikare bilêv bike û vegotin bike. Ger em bifikirin ku li hember ewqas derfetên mezin, bedelên mezin, nirxên bedew û rastiya têkoşîna azadiyê, di roja me ya îro de jî em çiqas zorî dikişînin û êşên azadiyê çiqas girane dizanin. Vê yekê ger em ji bo pêvajoyên derbasbûyî, ji bo rojên paş û paşeroja xwe bibêjin, ev zorî û êş hê zêdetir û girantir dibe. Ji bo wê pêwîst e di her kêliyên demê de em van yekan bizanibin û êşên wan lehengan, berxwedaniya wan dildaran, têkoşîna wan jinan hîs bikin û bi vê ve jiyan bikin. Ew dem wê dîroka jinê, ji me re pir tişt bide zanîn û bide alimandin. Ji bo wê em niha dibêjin YJA STAR kombûna hemû nirxên jinê ye. Nasnama jin a ku xwe di xeta parastina rewa de rêxistin dike û hêza parastina jinane.  Rêxistina YJA STAR bi ked û xwîna hezaran keçên bedew hatî afirandin û rêxistinekî nûnertiya azadiya jinê ye.

Di vê bingehê de YJA STAR xwe rêxistin dike û bi rê ve dibe. Wek rê hevalê agir û azadiyê Viyan dibêje “YJA STAR xwedawendbûna wêrekiyê ye” Li dijî hemû êrîşan xwe di xeta paratina rewa de rêxistin dike û têkoşîna xwe pêş dixwe. YJA STAR hem di nav tevgera azadî ya giştî de, hem jî di nava HPG’ê de rêxistinekî parastina azadî û ewlekariya rêxistinê ye. Artêşbûna jinê di dîrokê de rupelekî nû vekir. Dîroka bi nivîs de hemû artêş bi navê zilam tê nasîn. Armanca artêş û leşkerbûna yekem li dijî gelan, hêzên azadixwaz û li dijî jinê hate sazkirin û li ser jiyana jinê komkujî û xirakirinê derxist holê. Nûnertiya vê jî zilam dikir. Çimkî şer amrazên hêzên desthilat ê yekem e. Bi vê ve bi navê şer hemû talan, kuştin û mirin rewa tê kirin. Ji bo berjewendiyê xwe yê siyasî û civakî, ji bo berjewendiyê xwe yê kesanî, ji bo parastina desthilatdarî rêka herî yekem ê ku pêş xistin şer û artêş bû. Artêş bi navê serkeftin û mezinbûna welat, bi talan û kûştinê ve şer pêşxist. Bi vê şerê ve hêzên desthilat û dagirker mezin bû, gelên rajer bi taybetî jî jin bi komkujî û mirinan ve rû bir û ma. Artêşa zilam hatibû afirandin û ev artêş hemû nirxên azadiyê tune dikir. Bi navê mirovahiyê, bi navê azadiyê, bi navê wekhevî û aştiyê hemû tiştên ku heye tune dikir. Çimkî hebûna van nirxan talukeya herî mezin bû. Di vê artêşê de kuştin heye, xirakirin û mirin heye. Mirin rêka herî hesan a ku dihat bikaranîn bû. Ji bo wê pêwîst bû ku hemû azadî bihata kuştin. Bi kuştina hemû azadiyan ve jin dihat kuştin, dayîk dihat kuştin, mirov dihat kuştin, xweza dihat kuştin. Kuştin û mirin di vê jiyana desthilat de wek cêwiyekî her dem dihat jiyan kirin. Berjewendiyên desthilat çi pêwîst dike, li gor vê artêş amadeye ku tev bigerê. Ev saziya bingehîn a parastina pergala desthilatdariyê ye. Ji bo wê di hemû cîhanê de dewlet bi artêşa xwe, bi çeka xwe û bi hêza kuştin û komkujiya xwe ve  hêza xwe raveyê cîhanê dike. Artêşên hêzên desthilatdar bûne amrazê koletî û metîngeriyê.  Çimkî zîhniyet vê yekê pêwîst dikir, ramanê vê zîhniyetê jî wisa kiryarî û amrazên mirinê derdixist holê. Ev bandorekî pir mezin bû. Di roja me ya îro de jî mirov vê yekê dikare bi awayekî berbiçav bibîne. Talukeyên ku niha mirovahî û xweza rû bi rû maye, ya ku dibêjin ev taluke wê gerdûn û cîhanê jî tune bike, di vê bingehê de pêşkete.

Di vê mijarê de mirov dikare bibêje ku artêşa jina azad van hemû amraz, zîhniyet û ramanê hêzên dagirker û metînger, bi pergal, bi raman û bi rêxistina xwe ve vebijark e. Ev hemû pergal û têgîna heyî tune dike, xira dike û paşda dixwe. Bi pergala jinê, bi ramanê jinê, bi hestê jinê, hêza serbixwe ya jinê ve arteşekî azad afirandin, tevahî amrazên desthilatî vala derdixwe, jiyana wî ser û bin dike, dîrokê berovajî dizivirîn e. YJA STAR nûnertî û pêşengtiya vê rastî û berhemên jina azad e. Ne tenê li dijî têgîh û êrîşên hêzên dagirker, li dijî zîhniyet û pergala zilam a ku mirovan dixwe bin bandora xwe têdikoşe. Çimkî di bingeh de guhartinekî mezin diafirîne. Di nava rêxistinê de jî li dijî hemû astengî û zoriyên têgîh û zîhniyeta zilam, li dijî taybetmendiyên paşverûtiya jinê têkoşînekî mezin dide û jiyana xwe di vê bingehê de rêxistin dike. Gerîllabûna jinê û artêşbûna jinê di vê bingehê de cewaziyekî mezin derdixwe holê.   

    Cewaziya artêşa zilam û jinê di xetên kalind de mirov dikarê wisa vegotin bike. Artêşbûna jinê li dijî hemû têgîh û serweriya desthilatdarî, hêza bingehîn a parastina nirx û mafên jiyanê ye. Ji bo pêwîstiya parastina jinê û pirsgirikên ewlekariyê, parastina jiyana jinê û mafên wê yê têkoşînê ye. Ji bo civakekî azad û wekhev, ji bo pêşrojekî aram, ji bo dîrokekî azad têkoşînekî dijwar dide meşandin. Artêşa jinê ne tenê di milê leşkerî de xwe rêxistin dike. Di milê bîrozî, ziman, jiyan, rêxistin û leşkerî de hêza xwe pêş dixwe û rêxistina xwe hêz dike. Di afirandina azadî û wekheviya cîhanê de artêşa jina azad bingehekî mezin hildigre.  Li gor pêwîstiya demê tevdigere û ji bo parastina jinê xwe bi awayekî berfireh rêxistin dike. Şer yek milî nagre dest. Di bingehê serweriya bîrdozî ve hem di milê siyasal, rêxistinî û civakî xwe bi rêve dibe. Li dijî hemû êrîş û arasteyan di bingehê zanistiya parastina rewa ve hêza pêşeng a berxwedaniya gelê kurd e. Ji bo aştiyekî mayînde, ji bo pêşerojekî azad û aram hemû rêbazan di bingehê bîrdoziya rizgariya jinê de dide bikaranîn. Di vê derê de jin vê amrazên bingehîn di destê zilam de derdixwe, di bingehê serweriya parastina rewa ve dide bikaranîn. Yanê êdî tukes nikare bibêje jin nîne, an jî nikare şer bike. Jin hem bi rêxistina xwe, hem bi partiya xwe ve hem jî bi artêşa xwe ve heye. Cewaziya mezin a di navbera artêşa jinê û artêşa desthilat de ev e. YJA STAR temsîla vê yekê ye.