Ji çapemenî û raya giştî re!

Li Colemergê di çarçoveya tevgera şoreşgerî de ji aliyê gerîlayên me yê YJA Starê li Şemzînan û Geverê 2 çalakî hatine lidarxistin.

Di 1’ê Îlonê de di saet 10.00’an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî Alaya Garê çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de tankek derbe xwariye û leşkerek jî hatiye kuştin. Piştî çalakiyê artêşa dagirker a tirk li dijî herêma Garê û Geliyê Ava Hecibegê bi hewan û obusan bombebaran kiriye.

Di 1’ê Îlonê de di saet 18.00’an de li navçeya Gevera Colemergê li dijî qereqola Şitazinê li dijî baregeheke leşkerî ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.Piştî çalakiyê dijmin derdora xwe bê ser û ber bi hewan û obusan bombebaran kiriye.

2 Îlon 2012

Navenda Çapemeniya YJA-Star’ê