Ji çapemenî û raya giştî re!

Di çarçoveya serweriya herêmê ya li navçeyên Çelê, Şemzînan û Geverê yên Colemergê çalakiyên gerîlayên mey ê YJA Starê berdewam dike.

Di 6’ê Cotmehê de di saet 11.30’an de li navçeya Çelêya Colemergê li dijî çepereke qereqola Girê ya çekek A4 û çekên giran tê de hatiye rûxandin, hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê ji ailyê artêşa dagirker a tirk li dijî cihê çalakiyê û herêma Çiyareşê bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Di encama bombebaranê de li herêmê şewata daristanê destpêkiriye.

Di 5’ê Cotmehê de di saet 16.00’an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî wesayiteke zirxî ya di navbera Qereqolên 49 û Girê de bû ji aliyê gerîlayên me yê YJA Starê çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de wesayita zirxî derbe xwariye lê hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî herêma çalakiyê û herêma Çiyareşê bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

7 Cotmeh 2012

Navenda Çapemeniya-YJA Starê