Ji raya giştî ya demokratî û ji bo hemû jinên Kurd!

Em di 21.salvegera şahadeta fermandar û mîlîtana pêşeng a artêşa me ya jinê rêheval Berîtan Hêvî – Gulnaz Karataş bi rêzdarî û biminnet bibîrtînin.

Fermandara pêşeng ya artêşa me ya jinan Gulnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî) bûye sembola berxwedan û azadiya jina kurd. Ruhê wê yê têkoşînê îro bûye xeta têkoşîna jina kurd. Bêrîtan bi sekna xwe jineke mînak ya kurd bû. Bêrîtanê bi çalakiya xwe nîşan daye ku koletî û teslimiyetê tu carî qebûl nake û xwe ji zinar de avêtiye. Hevala Bêrîtan teslîmiyetî qebûl nekiriye. Artêşa YJA Starê ya jinan heta îro ji şopa Karataş de meşiyaye.

Berîtanbûyin ji bo me bilindkirina jiyanêye, hiskirina wê ye, wate dayina wê ye.

Berîtan xwe bi xwe mezinkirina jina Kurd a di dîroka xwe û bi kesayeta APOyî xwe gîhandina serkeftina.

Bêrîtan modela hevaltiya bê sînor û bê dawî ya Rêber Apo ye. Tê wateya kesayeta herî berbiçav a jiyankirin û dane jiyankirina 24 saetan bi Rêber Apo re. Mîlîtantiya Berîtan tê wateya sekna fedaî ya a jina Apoyî ya tu carî netefe.

Bêrîtan di vê wateyê de mêjî û hefizeya azadiyê ye. Ji ber vê jî YJA Star di şopa Bêrîtanê de dimeşe. Li dijî ferzkirinên dijmin yên teslîmiyetê xwe avêtine û dawî li jiyana xwe aniye. Vê yekê bi hêzên serdest re tirseke mezin afirandiye. Ji ber vê jî niha bi hezaran jinên kurd di zindanan de ne. Bi awayeke hovane li dijî jinên li çiyan tekoşîna azadiyê dimeşînin bi awayeke bê hempa tê êrîşkirin.

Jina kurd ku di asta felseya jiyana azad ya Rêbertiya me de xwe bi rêxistin kiriye, xwedî vîn e, wêrek e, fedakar e û bê tirse. Ji ber vê jê ditirse. Dixwaze teslîm bigire. Jina kurd jî li dijî vê din ava serhildanê de ye. Îro di asteke pêşeng û bi hêz de ye. Mirin jî tê de her tişt daye ber xwe û tercîha xwe di alî azadiyê de kiriye.

Em artêşa jin a dibin Berîtan in. Em li gor pîvanên kevneşopiya Berîtanê liberxwe didin û em ê teqez bi serkevin.

Artêşa jin a di kevneşopiya Berîtanê de mezin dibe û pêş dikeve ji bo hîn mezintir bibe û ji bo teqez berxwedana me ya azadiyê bigihêje serkeftinê di serî de hemû jinên evîndarê azadiyê ne û keçên Kurd bang dikin ku tevlî nava refê gerîla bibin. Rûmeta me azadiya me ye, Berîtan sonda me ya azadiyêye. Ji bo em di xeta Berîtan de tekoşîna xwe bilindtir bikin û bi serxînin dîsa ji bo sonda me ya hevdîtina bi Rêber APO re pêk were bi boneya vê roja dîrokî de em dubare dikin.

Bijî Rêber APO!

Bijî Artêşa me ya di şopa Berîtanê de!

24 Cotmeh 2012

Fermandariya Biryargeha YJA Starê