Ji gelê me û raya giştî re!

Me 14’mîn salvegera komploya navnetewî ya ku li hember Serokatiya me hatiye pêşxistin li pişt xwe hişt. Em komploya navnetewî ya ku di dîroka azadiya gelê kurd de wek roja reş û roja qirkirina gelê kurd tê nasîn û hêzên ku ev komplo dane pêşxistin bi tundî şermezar dikin. Dîsa em berxwedaniya Serokatiya me ya ku li hember komploya navnetewî hatiye pêşxistin silav dikin û şehîdên me yê qehreman yên ku li derdora Serokatiya me xwe kirin çemberek ji agir bi minet û rêzdarî bibîrtînin. Komploya navtewî ya ku ev 14’de salin Serokatiya me darazeyî girava îmaraliyê û pergala wê ya îşkence û tecrîdê kiriye, hewl da ku di kesayeta Serokatiya me de azadiya gelê me dîl bigre. Bi rêka komploya navnetewî xwestin gelê me qir bikin, lê belê ev pilanê komploya navnetewî ji aliyê Rêbertiya me ve hat pûçkirin. Tevahî hesab û planên komploya navnetewî vala derketin û hêzên komploger hatin belav kirin. Îro komploya navnetewî bi destê hukûmeta AKP’ê cardin ketiye dewrê. Tiştê ku hêzên navnetewî nekarîn beriya niha bi 14’de salan bi serbixin, îro hukûmeta AKP’ê ketiye nav hewldanê serxistina vê komployê. Rêbertiya me di hundurê van 14’de salan de li hember komploya navnetewî bê navber berxwedaniyek mezin raber kir û rûyê rast yê komploya navnetewî derxist holê. Serokatiya me îro jî li hember hukumeta AKP’ê û dewleta Tirk ya ku nunertiya hêza komplo ya dawî mayî dike û dixwaze hebûna gelê kurd înkar bike di nava tekoşîn û berxwedaniyek mezin de ye. Ev berxwedanî li girava îmralîyê bi rengek bêhempa hê jî tê berdewam kirin. Hêzên komploger xwestin Serokatiya me dîl bigrin û bi vî rengî tevgera me tesfiye bikin. Dîsa xwestin îradeya azadiya gelê me ya ku derketiye holê bişkînin û cardin gelê me di rûpelê dîrokê yê tarî de veşêrin. Lê belê ev hesabê wa li wan zivirî û serokatiya me bi rengek serkeftî ji vê merhelê derket. Gelê me îradeyek mezin danî holê û tu carî Serokatiya me bi tenê nehişt û xwedî li tekoşîna xwe ya azadiyê derket. Ji hemû cîhanê re got ku emê di bin hemû mercan de bi serokatiya xwe re bin. Heyanî serokatiya me azad nebe emê dev ji tekoşîna xwe bernedin. Dîsa tevgera me li hember hewldanên tesfeyekirinê û operasyonên îmhakirinê yên ku di çarçoveya konsept û planên komploya navnetwî hatine pêşxistin berxwedaniyek mezin da raber kirin û derî li serkeftina vê komployê girt.

Hêzên navnetewî û dewleta Tirk ji bo ku planên komployê ya di sîstema îşkencê ya îmraliyê de bi serbixin tu rêkê ku neceribandin nehiştin. Ji jehr dayîna Serokatiya me bigre heyanî pêkanînên tecrîdê, dîsa têkliya Serokatiya me bi cîhana derve re qutkirin û xwestin ku Serokatiya me tenêbûnek jiyan bike. Serokatiya me dûçarî pêkanînên derveyî mafên mirovane kirin. Ev 19 mehin bi hincetên ku tu kes nikare jê bawer bike, nahêlin ku Serokatiya me bi parêzerên xwe re hevdîtin bide çêkirin. Dixwazin vê tecrîda li ser serokatiya me bi zagonan rewa bikin. Me li hember vê tecrîda ku li dijî serokatiya me hatî ferzkirin, helwesta xwe di despêkê de danî holê. Bi hemleya me ya şerê gelê şoreşgerî ya ku di bingehê pêvajoya stratejîk a çaremîn de hatiye despêkirin de, me azadiya Rêberê xwe û gelê xwe wek hedef danî pêşiya xwe û heyanî ku azadiya Serokatiya me misoger nebe ev berxwedaniya me wê berdewam bike. Ti hêz nikare me ji Serokatiya me û armanca me ya azadiyê dûr bixe. Di hundurê van 14’de salan de wek tevgera azadiyê em bi hêzên komploger re di nav tekoşînek mezin de bûn. Me rê û rêbazê ku emê çawa komploya navnetewî û hêzên ku ev komplo avakirine re tekoşînek bi çi rengî bidin û emê çawa wa binbêxin baş derxist zanebûnê. Îro em ji herdemê zêdetir li hember rastiya komployê û hêzên ku ev komplo dane avakirin de xwedî hêzek mezinin. Me tu carî ji berxwedan û tekoşîna xwe bilind kirinê gav paşde navêt. Ji vir û şûnde jî heyanî ku gelê me û rêbertiya me azad nebe, tekoşîna me wê berdewam bike.

Wek YJA Star helwesta me ya berxwedanê wê wek helwesta rê hevalên me Zîlan, Bêrîtan, Viyan û Jîn be. Ji bona ku em azadiya Rêbertiya xwe misoger bikin emê xeta fedaî ya Zîlan bilintir bikin. Em ti carî fêrî zirûfê pergala îşgenceya İmraliyê ya ku serokatiya me dîl girt nebûn û emê fêr jî nebin. Heyanî ku ev merhele bi azadiya Rêbertiya me û gelê me ve bi encam nebe, em bi biryarin ku rastiya vê pergalê ji holê rakin. Dîsa em xwedî idîayek mezinin ku polîtîkayên îmha û înkarê yê ku dewleta Tirk û hukumeta AKP’ê ya ku hêza komploya nevnetewî ya dawî mayî dide meşandin vala derxin. Yê ku bi serbikeve û misoger bibe teqez wê azadiya Rêbertiya me be. Em bangewazî li gel û jinên Kurd dikin ku tekoşîna me ya azadiyê bilindtir bikin. Cardin bi sozdayîna ku emê serokatiya xwe azad bikin, em bangawazî gel û jinên Kurd dikin ku polîtîkayên AKP’ê yê gemar yê ku hewl dide komploya navnetewî bi israr bi rêbazên cûda cardin bêxe dewrê û berdewam bike, teşîr bikin û divê gelê me ji her demê bêhtir xwedî li berxwedaniya Serokatiya me derkeve.

Bijî Rêber APO

Bijî tekoşîna me ya berxwedaniyê ya ji bo azadiyê

Bimre hêzên komploger yên navnetewî

14 Sibat 2013

Fermandariya biryargeha navendî ya YJA Star