Ji tevahî jinên Kurd û jinên cîhanê re…

Em di serî de tevahî jinên ku di tekoşîna azadiya jin de bi pêşengiya xwe kedek mezin dane, dîsa tevahî şehîdên şoreşa jin yên cîhanê ên ku wateyek mezin bi 8’ê Adar’ê dane qezeçkirin bi minet û rêzdarî bi bîrtînin, em carek din soz didin ku emê bi bilind kirina tekoşîna azadiya jinê, ala wan ya tekoşînê heya ku em siberojên azad bi jina azad re ava bikin emê rakin. Em 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê û li jinên Kurd pîroz dikin.

Em di demên ku tekoşîna azadiya jin di asta herî bilinde ye derbas dibin. Jin ji her demê zêdetir xwedî li azadiya xwe derdikeve û li derdora tekoşîna azadiya jin de, xwe bi rêxistin dike û yekîtiya xwe ava dike. Serî rakirina jin ya li hember pergala serdest a koledar, pir bi semyan, coş û kelecane. Ev ruhê ku jinê bi yekîtiya xwe avakiriye, hêza tekoşîna me xurtir dike û me dixe şervanên jin yên ku vegera ji tekoşîna azadiyê nas nakin.

Di cîhanê de yê ku herî zêde rastê komkujî, mitîngerî, zordarî û destavêtinê tê jine. Dixwazin jinê darazî vê rastiyê bikin. Lê, jin beriya herkesî dibe lêgerînvana azadiyê û dibe hêza herî bi bawer, bi vîn û bi biryar a ku pêşengiya tekoşîna azadiyê dike. Ev potansiyela tekoşînê di jin de, dibe hêzek mezin ji bo avakirina pêşerojên azad, wekhev û bi edalet. Bi vî awayî jin tevahî qadan bi vîna xwe dadigrin. Jin êdî ji cihên ku têde tên dîlqirtin derdikevin û berê xwe didin qadên ku dengê xwe lê bilind dikin, dighînin tevahî jinan, bi vî awayî li van qadên azad hevdû hîsdikin û meydanan bi deng û rengê xwe geş dikin. Yek ji van qadên azad, cihê ku jin xwe li wir ji nûve ava dike, xwe dibîne, zanist dibe û xwe rêxistin dike, qada tekoşîna me ya tevgera azadiya jinê ye. Qadên me yê tekoşînê bi ruhê berxwedaniya rê heval Sara’yan, Zîlan’an û Bêrîtan’an ronî dibin. Qadên me her ku diçin bi gavên azad yê jina Kurd meztir û firehtir dibe. Me li hember rastiya pergala zilam a ku ev pênç hezar sale serdestiyê dimeşîne û li hember bîrdoziya vê pergalê serî rakir û tercîha xwe lê kêleka azadiyê danî holê. Me got; “li hember rastiya pergala zilam a pênç hezar salan, ji nûde avakirina pergala li derdora jin û jiyana çanda komünal û avakirina pergala konfederal.” Dîsa me got; “li hember birdoziya zilamê zordar ê pênç hezar salî, em ketin ferqa zanistiya birdoziya rizgariya jin, ji ber wê emê azadiya jin bi berxwedanî û tekoşîna xwe ya rêxistinkirî ava bikin.” Helwesta berxwedaniya jina Kurd pêl bi pêl belavê hemû jinên cîhanê dibe û ji wan re pêşengtî dike, baweriya azadiyê bi jin dide qezenç kirin.

Asta ku jinên Kurd di pêşengiya tevgera me ya azadiyê de gihiştiyê de, tirs û xofek mezin dixe dilê zilamên zordar û hemû avahiyên wî. Bi awayek hovane qetilkirina pêşeng û damezrînera tevgera me rê heval Sara û herdû hevalên wê, dîsa ji aliyê dewleta Tirk ve hedef girtina milîtanên azadiya jin û şehîdxistina wan, dîlgirtina jinên ku di qadê legal de siyaset didin meşandin, îfadeya tirsa wa ya ji berxwedaniya jinên Kurd dike û ev êrîş encama vê tirsê ye… Ew difikirin ku çiqasî pêşengên tekoşîna azadiya jin qetil bikin, Kurdan di bijavtinan re derbasbikin wê polîtîkayên wan yên nijadkûjiyê bi serbikevin. Dikevin nav hesabên ku ewê gelê me, ji tekoşîna azadiyê gav paşte bidin avêtin, ji ber wê êrîşên di vê astê de pêşdixin. Lê belê jinên Kurd bi xwedî derketina li heval Sara, Rojbîn û Ronahî dan diyar kirin ku, wê tekoşîna xwe bilind bikin û bighêjin serkeftinê. Bi vî awayî carek din li hember paşverûtiya zordariya zilam û li hember avahiyên pergala wî, berxwedaniyek mezin dan nîşandan. Bi helwesta xwe ya tekoşînê dan diyarkirin ku ne tenê rojek ewê hemû rojan bi ruhê berxwedaniya 8’ê Adar’ê pêşwazî bikin û bi vî awayî helwesta xwe danîn holê.

Em wek hêzên YJA Star diyar dikin ku emê xwedî li berxwedanî û tekoşîna jinên Kurd û tevahî jinên cîhanê derkevin û emê di bin tevahî mercan de rêxistina azadiya jinan biparêzin. Wê asta rêxistinkirina yekîneyên me yên parastina jin (YJA Star) berfirehtir û bi hêztir bibe, ji bo ku bersiv bide tevahî komkujiyên ku li dijî jinê tên meşandin. Dîsa li hember zordarî, destavêtin û komkujiyan, emê mefê xwe yê parastina rewa bikarbînin. Berxwedanî û tekoşîna me ya azadiyê, wê di pêşengiya ruhê rê heval Sara de bilindtir bibe û berdewam bike. Emê bi çalakiyên xwe, ji kesên ku komkujiya jinan pêktînin hesap bixwazin.

Bijî tekoşîna azadiya jinê

Bijî şehîdên azadiya jinê

Bijî Serok APO

7 Adar 2013

Fermandariya Biryargeha Navendî a YJA Star