Ji Gelê Me Yê Welat Parêz û Raya Giştî;

Em beriya her tiştî, hevalê ku xeta me ya tekoşînê li ser esasê lehengtiyê heya roja me ya îro aniye, fermandarê efsanewî, rêheval Egîd di 27.mîn salvegera şehadeta wî de wî bibîrtînin û rêzdarî raber dikin. Her wiha hevalên ku, di xeta fermandar Egîd de tekoşîn kirine û gihiştine merteba şahadetê, hemû şehîdên şoreşê bibîrtînin û li hember wan rêzdarî raberdikin. Careke din bi wesîleya vê rojê, em ji bo nirxên me yên mezin ê tekoşînê soza pêkanîna xeyal û azwariyê wan didin.

Di dîroka tekoşîna me de rêheval Egîd, navê xwe bi tîpên zêrîn nivîsandiye. Xeta ku rêheval û fermandar Egîd xêz kiriye, bi sedan lêgerînvanên azadiyê bûna rêwî û sekna rêheval Egîd yê milîtan, jiyana wê, şêwazê şerê wê ji bo xwe esas girtine û her yek bûye şopdarê xeta rêheval Egîd. Di PKK’ê de rêheval Egîd gotin, bawerî, biryar, cewher û seknek vîn gotine. Di her demê de bê dûdilî buyîn û lêgerînvanê heqîqetê ye. Rêheval Egîd, pêşketina rihê cangorîtiya mezin û heya roja me ya îro anîna wê ye. Ev rih dibe, çavkaniya pêşve çûyîn û mezinkirina tekoşînê.

Di kesayeta rêheval Egîd de, asta ku tekoşîna me îro gihiştiyê, ji her demê zêdetir nêzî serkeftinê ye. Wek şopdarên xeta tekoşîna rêheval Egîd, biryar û îdeaya me mezine, emê tekoşîna xwe ya azadiyê, bi misoger kirina azadiya Rêberê xwe û gelê xwe re bi encam bikin. Li ser vê esasê, pêvajoya ku Rêberê me di cejna Newroz’ê de ya ku, ji bo gelê me tê wateya berxwedanî û azadiyê de, dayî despêkirin em wek hêzên YJA Star jî, bi dil û can tevlê bûyîna xwe didin diyar kirin. Ev rojên çarenûsa vebuhtin de erk û berpirsiyariyên dikevin li ser milê me emê pêk bînin. Lê belê, ev pêvajoya ku Rêberê me dayî despêkirin de, li hember rewşek cûda de were xetimandin, polîtîkayê îmha û tunekirinê were berdewamkirin, emê jî tekoşîna xwe li ser esasê şerê gel ê şoreşgerî de bi şêwazên dewlemendtir belavkirina wê were çêkirin û bi berxwedanî emê çareserî pêkbînin. Di vê wateyê de wek hêzên YJA Star em dibêjin, ji bo aşitî jî û ji bo şer jî em amadene. Hêzên me ê gerîlla yê jin, di çerçoveya Serdema Stratejîk a 4. de, di asta birdozî û leşkerî de ji bo pêvajoyê pêşwazî bikin xwe gihandine pispor bûyîn, ragedar û arasbûyînê.

Xeta ku ji rêheval Egîd û Bêrîtan’an dirêj bûye, hevalên ku şopdarên tekoşîna vê riyêne heval Arjîn, Rojîn û Rêvan’an rihê berxwedaniya wan emê bigihijînin pêşerojê û ji bo aşitiyek bi rûmet dayîna avakirin de em îdea û biryara xwe tînin ser ziman. Her wiha careke din di kesayeta fermandar û rêhevalê mezin heval Egîd de, em hemû rêhavalên xwe yê şehîdên şoreşê bibîrtînin.

Bijî tekoşîna me ya azadiyê a ku di kesayeta rêheval Egîd de bilind dibe!

Bijî Rêber APO!

Bijî tekoşîna azadiya jinê!

28 Adar 2013

Fermandariya Biryargeha Navendî a YJA Star