Em vêjîna 15’e Tebax’ê û cejna azadiyê di serî de mîmarê berxwedaniyê Rêber APO, rêhevalên me ê pakrawan, şervanên azadiyê û gelê me ê berxwedar pîroz dikin. Her wiha, em di şexsê qehremanê mezîn ê pêngava 15’e Tebax’ê rêheval Egît de, minet dariya xwe li hember rêhevalên me ê pakrawan didin diyar kirin û bi rêzdarî wan bibîrtînin.

Çîroka gelê Kurd, rastiya gelê ku, xwe ji xweliya xwe nûde avakiriye. Bûye şahîdê gelek mirovên leheng û berxwedaniyên mezin. Li hember tûne bûyînê tekoşînekê bêhempa dane çêkirin. Ev tekoşîna bêhempa, ji bo gelan bûye mînakên pir mezin. Ev destana gelê ku, sirûşa tekoşînê hilkişandiye asta herê jor…

Di dîroka gelan de, hen dem hene ku çarenûsa wan dide diyar kirin. Hebûna xwe derxistina holê, ji wê demêre têkil bûyîn û di wê demê de avakirinê re derbas dibe. Kesên ku, demên xwe ava nekin, nikarin xwe ji bin rastiya siha jiyana ku kesên cûda dayîne avakirin derxin. Erê, 15’e Tebax’ê dinava van dîrokane de da diyar kirin ku, ji bo hebûnekê nû û dîroke kê nû gavekê nû avetine. Kesên ku li ser xaka Kurdistanê, bi riya desthilat dariyê di milê çandinî, ramyarî û leşkerî de dixwastin encaman bigrin,ev roj ji bo wan salvegera serî rakirinê ye. Di demê kê wisa de bû ku, di hizrê kesê de derbasne di bû, wê li hember neyar berxwedaniyek pêş bikeve, kes cesaret nedikir ku xwe bilivîne û mêtîngertî jî hati bû pejîrandin. Guleya yekemîn vê hişmendiyê xist. Derketina çirûskên nasnameya Kurdê azad bû. 15 ‘e Tebax’ê vêgotin û roj bûna wê anîna ziman tê wateya ku, di pêşengtiya rêheval Egîd de derketina gerîllatî û şervanên azadiya ê li Kurdistanê. Li hember hişmendiya ku, tûne bûyînê û îmha kirinê pozber dike, her wiha li hember darbey 12 Îlonê ê darbekar, dîsa li hember rejîma Tirkiyê raperîna hebûna gelekê ye. Destana gelê ku, ber bi azadiyê ve û vejîne ve dimeşe. Di çiyayên Kurdistanê de destana mezin bûna şopdarên azadiyê wek rêheval Zîlan’an, Bêrîtan’an, Arjîn’an, Binevş’an û Rojîn’ane.

Bi riya tekoşîna gerîlla di çiyayên azad de bi destê keçên Kurd û xortên Kurd agirê azadiyê hatiye pêxistin. Çiqasî nirxên azadiyê derbasêe jiyana civakê kirine, ewqasî ruhê vejînê temam kirine û rastiya gelê ku bi destê xwe çareseriya xwe avakirine derxistine holê. Di roja me ya îrode, rastiya gelê ku bi destê xwe vîna xwe dayînê holê derketiye. Di cîhanê de me xwe gîhandiye asta civak bûyînê û hêza rêxistinkiri ya alternatif. Şoreşa ku, di Rojava de bi destê gelê me pêşdikeve jî di de diyar kirin ku, gelê me, ruxmê ewqasî bedel didin jî, vîna xwe danîne holê. Ruhê ku, di pêngava 15’e Tebax’ê de derketiyê holê, li her çar perçeyê Kurdistanê pêl bi pêl xwe dide diyar kirin. Tu pergal nikare ev ruhê gelê Kurd ji bo azadiyê û berxwedaniyê pêşxistiyê ne bîne. Gelê Kurd, di milê birdozîde, ramyarî û pergalde xwe gihandiyê asta ku pêşengtî ji gelên cudatir re jî bike. Bêguman gihiştandina van rojane ewqasî hesanî ne bû. Ji bo ku, guleya yekem were avetin zehmetiyên hundirîn û derve jî pir hêbûn. Her wiha rêhevalên ku,li hember ewqasî bê bawer bûyînan, vê şêrê pêşxistine, pêşerojên xwe ne fikrine xwe danê pêş û ji bo me van rojane avakirine. Ev rêhevalên me nirxên me yê herê mezinin. Ev hêza ku bi nirx ji bo me mîrasê hêza tekoşîna gerîlla, artêş bûyîna jin û gelaleya (model)cîvaka azad derxistine holê. Wek hêzên YJA Star, me xwe gihandiyê hêza bi rêxistin kiri, şervan û milîtanên jina azad. Ji bo vê yêkê em ji herdemê hêztirin. Her wiha em bi biryarin ku bi ruhê 15’e Tebax’ê tekoşîna dîrokî bidin meşandin. Li ser esasê girêdayîna me li hember nirxên me ên pîroz, Serokatiya me cejna me ya berxwedaniyê û vejînê bi coşekê mezin pîroz dikin. Em îdea yê xwe didin diyar kirin ku, li hember rizgariya demokratîk û jiyana azad avakirinê de erkên dikevin li ser milên me pêk anînê wê raberdikin.

Cardin bi vesîleya 15’e Tebax’ê rêhevalên me ê pakrawan yên ku ji bo me heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê berxwedanî kirine, tekoşîna me xurt kirine her wiha di dîroka tekoşîna me de ev ruhê bêhempa avakirine bi rêzdarî bibîrtînin û bejna xwe li hember wan di tewînin. Em soz didin ku, emê tekoşîna xwe bi hêz û xurtir bi meşînin. Cardin em cejna gelê me ê ku li her qadên civakê de tekoşîna hebûna xwe qîrdikin û yê jinan pîroz dikin. Em di bêjin, demên ku jiyana xwe jiyan bikin ji her demê nêz tire. Em hemû ciwanan û jinan ji bo ku tekoşîna jiyanekê bi rûmet û azad bidin meşandin bangawaziya sixlêt bûyînê dikin.

Bijî Rêber APO

Her bijî cejna berxwedanî û lehengtiyê

Her bijî rêhevalên me yên pakrawan ê ku, di Fermandartiya rêheval Egîd de bûne sembol

Her bijî artêşa me a YJA Star ê ku bi nirxên azadiya jinre mezin di be

13 Tebax 2013

Fermandariya Biryargeha YJA STAR