Ji gelê me yê welatparêz, raya giştî a demokratîk û ji tevahî jinên tekoşînvan re!

Me konferansa xwe ya 6. a asayî di navbera dîroka 27’ê Mijdar-4’ê Kanûnê bi tevlîbûna 134 delege û guhdarvanan re li darxist. Konferansa me ya bi dirûşmeya ‘‘em tekoşîna Sara û Rojîn’an bilind bikin, esareta li ser Rêber APO bişkînin’’ hate pêkanîn, li ser nirxên tekoşînê yên di pêngava şerê gel yê şoreşgerî de derketiye holê bi nirxandina qonaxa îro em hatine re, biryardariya tekoşînê ber bi zaferê de bibin derxistiye holê.

Konferansa me ya 6. di serî de qadên me yên bakûr, bi tevlîbûn tevahî qadên parastina medya ve pêk hat. Konferansa me ya ku li rastî salvegera 35. damezrandina PKK’ê hatî, ruhê tekoşîna azadiya jin ya cewherê rastîn ya PKK’ê ye, biryara di roja me ya îro de bide dewam kirin derxistiye holê.

Tekoşîna azadiya jin a di bin pêşengiya rêhevala Sara ku yek ji milîtanên avakirina PKK’ê ye bilind bûye, di salvegera 20. ya artêşbûna me ya gerîla de, bi Rojînan xeta milîtantiya fedaî gihandiye lûtkeyê. Ev xeta me ya tekoşîn û jiyanê, di hundirê tekoşînê de di şexsê bi sedan rêhevalên me yên şehîd de xwe daye îfade kirin.

Di pêvajoya yekemîn ya artêşbûna me ya gerîla a jin de Rêber APO perspektîfa ‘‘jina ku di PKK’ê de bi artêş dibe û azad dibe, di jiyanê de temînata serkeftinê ye’’ daye û tekoşîn pêşxistiye. Tekoşîna me ya ku bi vê perspektîfê pêşketiye û xeta me ya jiyan û ya berxwedaniyê derxistiye holê, di Kurdistanê de bûye temînata jiyan û parastina gelê me û ya jinan. Mîrateya ku îro tekoşîna azadiya jin derxistiye holê, îro li hemû perçeyan artêşbûna jin a hêza parastina cewherîne derxistiye holê. Weke artêşa gerîla ya jin bi vê rastiyê ketina rê, di mijara tekoşîn ber bi serfiraziyê ve birin, konferansa me ya 6’mîn asta îdîa û biryardariya bihêz derxistiye holê. Di rastiya perspektîfa Rêber APO ya ‘‘Emê ne weke berê şer bikin, ne jî weke berê jiyan bikin’’ ji bo ku em bi rûmetî, jiyana azad û tekoşînê bi misogerî ber bi zaferê ve bibin, ji nû ve avakirina hêzên me yên YJA STAR weke wezîfeyeke dîrokî û mercên têkûz konferansa me tespît kiriye. Li kêleka rastiya şervantiya fedaî ya bi pêngava şerê gel yê şoreşgerî ya ji sala 2011’an ve tê meşandin derketiye holê, di vê demê de aliyên me yên nebes û kêm yên xwe bi zaferê ve mifte nekiriye jî, di nîqaşên konferansa me ya 6. de hatin nirxandin û bi şêweyek bihêz rexne û rexnedayîn ji wan re hate dayîn.

Konferansa me, weke destpêk encamên tekoşîna me ya berxwedanî ya ku ev 30 sale bi awayek bê navber tê meşandin û li hemû Kurdistanê belav bûye û di vê dema ku Serokatî weke pêvajoya şoreşê û dema fînalê pênase dike, bi her aliyê wê ve girtiye dest û nirxandiye. Artêşbûna me ya jin ya bûye temînata jiyana azad û bi bedelên mezin mezin bûye, bi hêza ku ji vê mîrateyê girtiye tespît kiriye ku di pêvajoya ji nû ve avakirinê de bi misyona tekoşîn ber bi serfiraziyê de bibe re rû bi rû ye. Konferansa me di vê bingehê de pêşketinên leşkerî û siyasî yên di Kurdistanê de tên jiyan kirin nirxandiye, di vê pêvajoyê de weke YJA STAR berpirsyariyên dikeve ser milê me tespît kiriye û ji bo serkeftinê biryardarî derxistiye holê.
Li ser encamên pêngava şerê gel yê şoreşgerî ku di sala 2011’an de destpê kir û li Kurdistanê belav bû derxistî holê, di payîza 2012’an de piştî hevdîtinên heyata dewleta Tirk ya li Îmraliyê meşandiye, Rêbertiya me xwestiye tekoşîna me bighîne şêwaza tekoşîneke demokratîk ku encam bigre. Bi hevdîtinên heyeta dewletê ya bi Rêbertiya me re li darxistî, heyeta BDP ya bi Îmralî û rêveberiya tevgera me re meşandiye, ev pêvajo gihiştiye asteke diyar û Rêbertiya me di Newrozê de “Pêngava Rizgariya Demokratîk û Înşa kirina Jiyana Azad” destpê kiriye. Ketina pêvajoya tekoşîneke bi vî rengî, bêgûman bi asta tekoşîna ku em dimeşînin û pêşketinên hem li hundir û hem ji derve tê jiyan kirin re girêdayî ye.
Pêvajoya tekoşîna demokratîk ya Rêber APO li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê dayî destpê kirin û li Rojava şoreşa bi hêz û bi bandor ya hatî pêkanîn, ji aliyê hêzên li herêmê yên paşverû, statûperest hewl hatiye dayîn were sabote kirin û xwestine li pêşiya encam girtina wê astengiyan çêbikin. Hukûmeta AKP li peye ku vê pêvajoyê bixe qurbanê hesabên xwe yên hilbijartin û îqtîdarê. Li hemberî vê rewşê hem weke gel, hem jî weke tevger di bingehê perspektîfên Rêbertiya me pêşxistiye de, yekîtî û rêxistina gel xûrt kirin, di herêmê de li gorî dengeyên tên guhertin bi rojane asta polîtîk ya nerm û xuliqkar derxistina holê, di bingehê feraseta ku em weke xeta polîtik a sêyemîn pênase dikin, di seknek birêgez de îsar kirin, ketina nvava lêgerînên bi îtîfak û têkiliyên xuliqkar û dewlemendbûyîn re, wê girîng be.
Ji aliyê din de li hemberî her cûre êrîşên bi îhtîmal bergirên parastina tevgera me û gelê me di asteke herî jor de girtin, di derbarê dema fînal û şoreşa Kurdistanê de wezîfeya me ya jiyanî ye.
Li herêmê rewşa pevçûnî ya tê jiyan kirin, ji bo gelê Kurdistan û herêmê bi qasî ku firseta azadî û şoreşê pêşkêş dike, talûkeyên qirkirinê yên li dijî hebûna gelê me dike digre nava xwe. Ji ber vê sedemê konferansa me li hemberî her cûre êrîş û talûkeyan ji bo ku şerê berxwedanî û parastinê were meşandin, weke hêzên YJA STAR ji her demê zêdetir pêdiviya ku divê em xwe ji pozîsyona şer re amede daniye holê.
Konferansa me pêkanîna azadiya Rêbertiya me û pêşxistina tekoşîna Kurdistana Serbixwe û Demokratîk weke wezîfeyek bingehîn diyar kiriye û di vê mijarê de weke YJA STAR wezîfeyên dikevin ser milê me jî tespît kiriye. Di bingehê xwe li gorî ruhê tekoşîna dema nû rêxistin bike de ji nû ve avabûnê girtiye dest, gihaye biryardariyên girîng.
Li gorî vê;
1. YJA STAR azadî, ewlekarî û tendurûstiya Rêbertiyê weke binaseya hebûn û tekoşîna xwe ya bingehîn dibîne.
2. Bi dirûşmeya ‘‘tekoşîna Sakîne, azadiya jinê ye’’ di xeta Sara û di tekoşîna wê ya berxwedaniya destanî de bi îdaya azadbûnê; partîbûyînê esas digre.
3. Di bin her şert û mercê de jiyana partî, çand û exlaqê wê bi ruhek fedaî parastin, li her qadê ji bo ku partî serwer bibe şerê heqîqetê dayîn, weke wezîfeyek bingehîn diyar dike û partîbûnê di asteke diyar de digre dest, di HPG’ê de bilind kirina pîvanên jiyana azad esas digre.
4. YJA STAR li hemberî her cûre êrîş û komkujiyên li ser jin û gelê me bi awayek çalak tekoşîn dike û li hemberî van êrîşan bilind kirina tekoşînê esas digre.
5. Di kesayeta hevala Rojîn Gewda, Çîçek, Rêvan, Jîn, Arjîn Garzan, Binevş, Ronahî de ji pêngava şehîdên jin yên di pêvajoya şerê gel yê şoreşgerî de şênber bûye pêşxistina şêwaza fermandariya li gorî biryardarî û ruhê tevlîbûnê, di bingehê azadî û serfirazî misoger kirin de; ji nû ve avabûnê esas digre.
Konferansa me di rastiya van biryardariyên hatin jiyan kirin, plansaziya xwe ya pêşerojê çêkir, biryardariya xwe ya azadiya Rêbertî, gel û jinan bixuliqîne daniye holê. Di salvegera 20. ya avabûna artêşa jina azad de ji her demî zêdetir bi hêz û nêzî serfiraziyê ye. Li hemberî nirxên tekoşîn û bîranîna hezaran şehîdên me yên qehreman yên em deyndarên van rojên wan in, wezîfeya me ya bingehîn wê bibe azadiya gelê me û jinan. Di bingehê vê îdayê de em tevahî gelê me, jinên berxwedanvan û raya giştî a demokratîk silav dikin, em ji her kesê re bangawaziya bilind kirina tekoşîna demokrasî û azadiyê dikin.
Bijî Rêhevalê Me Yê Azadiyê Rêber APO
Bijî Şoreşa Azadiya Jin Ya Bi Sara’yan Destpê Kirî
Bimre Her Cûre Desthilatdarî, Hevkarî û Pergala Qirkirinê
10 Kanûn 2013
Fermandariya Biryargeha Navendî A YJA STAR