Rêhevala me Sara pêşenga tekoşîna azadiya jinê û milîtanên hêja yên tekoşîna azadiya jinê rêheval Rojbîn û Ronahî di yekemîn salvegera qetilkirina wan a ku di encama komployekê de pêşket, em hêzên ku ev komkujî pêkanîne bi tundî şermezar dikin û di bingehê bîranîna rêhevalên me kirina hinceta tekoşînê de, em van hersê şoreşgerên mezin yên tekoşîna azadiyê bibîr tînin.

Rêheval Sara temenê xwe fedayê tekoşîna azadiyê kiriye û her dem bi pergala zilam a desthilat re di nava tekoşînê de bû, ew bi jiyana xwe ya bi berxwedanî, bawerî, îrade ve tije ve abîdeya azadiyê bû. Ew sembola şiyarbûna jina Kurd, rêxistinbûna wê û gav avêtina wê ya yekemîn a berbi çiya ve bû. Di nava tevahî gavên yekemîn de cih girtibû; milîtaneke ku di her gava xwe de rê li ber zindîbûna jinê, vegera wê ya ji cewherê xwe re, rêxistinbûna wê û rêya ketina wê ya nava şerê tekoşînê vekir. Şoreşgereke cesûr, bê tirs û serbilind, sosyalîsta ku ji kûrahî ji wekhevî, edalet, parvekirin û azadiyê bawer dikir û ev di her kêliya jiyana xwe de pêk dianî. Mamosteya me ya mezin a ku fêrî me kir ku, sosyalîzm rastiyeke canê xwe di dil û ruhê jineke azad de dibîne.

Rêhevala Sara ya ku ji kevneşopiyeke azadiyê ya xurt dihat û di zanebûna wê de mezin bûbû, ji destpêka tekoşîna PKK’ê ya ku ji grûbekê avabû û veguherî tevgereke gel ya şoreşger, heya tekoşîna wê ya ku ji bo avabûna pergala demokratîk dayî, her kêliyeke wê, di hêza bûyîna çavkaniya bi hezaran efsaneyan bû. Tekoşîna rêheval Sara ya şoreşgerî tije ders û ezmûnên ku dikarin bi dehan şoreşan ava bikin; lêpirsîna ku bi cîhana zilamê desthilatr re jiyan kirî, weke serî hildaneke ku di nava xwe de serî rakirina bi milyonan jinan radikir bû, destaneke ku wê rê bide jiyana jinan a tije şer û tekoşîn. Tekoşîna wê, jiyaneke ku di dîroka tekoşîn û azadiya jinên Kurd de bi tîpên zêrîn ve hatiye nivîsandine…

Ked û hewldanên heval Sara yên di pêvajoyên tekoşîna jina Kurd, rêxistinbûna wê û artêşbûna wê de dayî û weke jinekê bi sekna xwe ya bi îrade û tekoşîn, bi hêza ku di me de ava kiriye, wê her dem bibe rêzana me. Weke YJA Star bi sekna wê ya berxwedêr û bi azweriya wê ya ji azadiyê re di bingehê erkên rêhevaltiyê de emê tekoşîna xwe berdewam bikin.

Rêhvalên me Ronahî û Rojbîn jî, rêhevalên heval Sara û weke qehremanên vê tekoşînê yên ku nayên ji bîr kirin, ketin nava refê nemirên tekoşîna me ya azadiyê. Bi sekn, tekoşîn, bawerî û fedekariyên wan re, kedên wan yên ji tekoşîna jinê re wê qet neyên ji bîr kirin.

Di Parîsê de Kuştina heval Sara, Rojbîn û Ronahî hewldana tunekirina feraseta azadiyê ya ku ji Rojhilata Navîn derbasî tevahî jinên cîhanê bûye. Komployeke nû ya ku di navenda Awrupayê ya ku desthilatdariya zilam tê de bi pergal bûye ye. Di pêvajoya çareseriyê ya ku Rêbertiya me dabû destpê kirin de pêşketina vê komkujiyê, armanc û rûyê herî vekirî ya komployê derdixe holê. Ev komkujî encama hewldanên asteng kirin û sabote kirina ferasetên gelê Kurd yên çareseriya demokratîk û aştiyane ye. Lê belê, hem weke kevneşopiya PKK’ê, hem jî di tekoşîna gelê Kurd ya ku 40 sal li pey xwe hiştiye de, bi bilind kirina tekoşînê û bi ava kirina hêzê, xwedî li bîranîna şehîdan derketiye. Weke ku hesabên hêzên komploger pêk nehat, tekoşîna Sara’yan rastiyeke ku wê hişmendiya komploger û kujer bi xwe re bikeve nava lêpirsînekê.

Hêzên navnetewî yên ku her dem xwestine tekoşîna gelê Kurd bi komployan û komkujiyan bitepisînin û pêşiya wê bigrin berpirsyarên vê komkujiyê ne. Ev komploya ku di serî de dewleta Tirk û Fransa, her wiha tevahî welatên Ewrupa jî di nav de bûn, divê bê ronî kirin û berpirsyarên wê derkevin holê.

Weke YJA Star bilind kirina tekoşîna pêşeng û fermandara artêşa me ya azadiyê rêheval Sara û lêpirsîna hesabê vê komkujiyê deynê di stûyê me de ye. di vê bingehê de, di yekemîn salvegera şehadeta wan de dema ku em sê jinên şoreşger, sê jinên azad bi rêz û minetdarî bibîr tînin, di bingehê ku em tekoşîna wan bi azadiyê tacîdar bikin de, soza xwe ya bilind kirinê nû dikin. Em bangî tevahî jinên ku tekoşîna azadiyê didin meşandin û xwedî îdîaya ku bi kevneşopiya berxwedaniya jinê û bi jina azad re wê civaka azad bê ava kirin, em banî wan dikin da ku tekoşîna Sara’yan bilind bikin û hesab ji kujeran bixwazin.

8 Çile 2014

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Star