Ji gelê me û raya giştî re!
Dema ku em dikevine 8’ê Adareke ku em tê de ji her demê zêdetir nêzî azadiyê ne, em mîmarê tekoşîna azadiya jin Rêber APO û jinên tekoşer ên ku li hember pergala deshilatdariya zilam tekoşîn dikin silav dikin û 8’ê Adara wan pîroz dikin. Dîsa em şehîdên xwe yên qehreman ên ku bi berxwedaniya xwe ya efsûnî ve hafizayeke jin û kevneşopiya berxwedanê afrandine, bi rêzdarî bibîr tînin.
Pergala zilamê desthiladar dixwaze sedsala 21. a ku em tê de jiyan dikin veguherîne sedsaleke herî bi xwîn, zordestî, mêtingerî ya tunekirina mirovahiyê. Hêzên demokratîk ên ku li hember vê berxwe didin, her dem rûmeta mirovahiyê bi tekoşîna xwe ve parastiye. Bêguman di vê tekoşînê de jî berdêlên herî giran biha jinê daye. Ji ber ku, bi navê jiyana azad çi hebe, di serî de di ked, ziman, beden û mejiyê  jinê de derbe xwariye û xwestine di şexsê jin de tevahî mirovahiyê bin bêxin. Li gelek deverên cîhanê, jin bi saxî hatine şewitandin, bi rengekî ku ji edaletê dûr, di dadgehên engîzîsyon de hatine darizandin, hatine recim kirin û bin navê namusê de bin ax kirine. Tekoşîna jin a ku ev nepejirandiye, şerekî pir dijwar daye pêşiya xwe û ev tekoşîn di roja me ya îro de bi rengek zelal û şênber berdewam dike. Heya ku jiyaneke demokratîk a derdora jinê neyê ava kirin, wê ev tekoşîn berdewam bike.
Di roja me ya îro de baweriya jinê ya bi jiyanê, her ku diçe mezin dibe. Ji ber êdî qadên ku jin xwe tê de vebêje û jiyanê rast hembêz bike henin. Jin di her gav avetinê de, hê zêdetir azadiyê û jiyaneke bi rûmet diafirîne. Ev rastî, bi taybet ji bo jina Kurd derbasdare. Îro jina Kurd di tekoşîna azadiya jin de li her derê, di her qadan de cîhê xwe di refên herî pêş de digre. Çawa ku gelê Kurd bi derketina PKK’ê re hişyar bûye, şerê hebûna jina Kurd derxistina holê jî bi PKK û bi paradîgmaya Rêber APO ya ku afrandina jiyaneke di eksena jin de hedef dike re pêş ketiye. Kevneşopiya berxwedaniya ku di şexsê Clara û Roza’yan de bi tekoşîna bi hezaran jinên ku canê xwe feda kirine re pêş ketiye, bûye nîşaneya 8’ê Adar’ê ya ku sembola roja jinên kedkar e. Ev tekoşîn û berxwedanî bi Birdoziya Rizgariya Jin a ku Rêber APO di 8’ê Adara sala 1998’an de îlan kiriye re gihiştiye lûtkeyê. Bersiva herî mezin a ku emê bidin berxwedaniya van jinên ku ji Roza heya Sara’yan ji bo afrandina jiyaneke di eksena jin de canê xwe feda kirine, jiyanî kirina Birdoziya Rizgariya Jin e.
Îro jî tê dîtin ku pêdivî heye ku jin li hember pergala zilamê deshilatdar di her qadê de rêxistinbûna xwe ava bike û li dijî pergala kapîtalîzmê bikeve nava şerekî bê eman de. Jina Kurd a ku bi PKK’ê re gihiştiye hêza siyasî, îro rê nîşanî tevahî pêşketinên ku di cîhanê de tên jiyan kirin. Ji ber ew hêzeke ku li hember pergalê berxwe dide û dikare vîna xwe derxîne holê. Ev hêz ne tenê di qadên birdozî û ramyarî de, di qada leşkerî de jî xwe îspat kiriye. Ev jî bi artêşbûna xwe ya jin re îspat kiriye. Jina Kurd ne tenê di Bakûrê Kurdistanê de di Başûr, Rojhilat û bi taybetî jî di Rojava de xwe birêxistin dike. Cardin hêza parastina xwe ya ku bi vîna zilam ve ne girêdayî ye derxistiye holê û bi vî awayî veguheriye hêza şerker û serkeftî. Tevgera me ya azadiya jin bi vî awayî, ji gelek tevgerên jin ên cûda re bûye çavkaniya ilhamê û wêrekbûna di tekoşînê de nîşanê wan daye. Ji xwe tirsa pergalê û êrîşên wê yên kirêt ên ku li dijî me pêş dixe, ji ber vê sedemê bi xwe ye.
Di salên dawiyê de di Rojhilata Navînd e, bi vê ve girêdayî di Kurdistanê de û bi taybet jî pêşketinên ku di Rojava de hatin jiyan kirin, dan diyar kirin ku pêdiviya herî bingehîn, afrandina jiyaneke di eksena jin de ye. Hêza ku pêşengiya şerê Rojava kir, hêza jin bi xwe bû. Ji ber ên ku herî zêde bi êrîşan re rû bi rû mane jinin. Tevahî cîhanê şahidî ji berxwedaniya bêhempa ya ku YPJ’ê li dijî hêza El-Kaîde ya ku dijminatiya jin û jiyana azad dike kir. Jina Kurd di şexsê rêxistinbûyîna YPJ’ê de bi berxwedaniya xwe ve, cardin vîna xwe derxist holê û girêdana xwe ya bi jiyana azad ve da raber kirin. Di Rojava de berxwedaniya ku Silava, Ronahî û Dîcle’yan dayî raber kirin, da diyar kirin ku em her dem şopdarên Zîlan û Bêrîtananin.
Jina Kurd êdî ne tenê di çiya de, divê deşt, bajar, navçe, gund û tevahî qadan veguherîne warên tekoşînê. Bi xwe spartina malan re azadî nayê bi destxistin. Êrîşên ku li ser jin tên meşandin, li her derê ye. Ev êrîş di malan de, di dibistan, kolan, cihê kar, di meclîsan de û li her deverê henin. Wê demê tişta ku jin bike, ji bo xwe qadên azadiyê ava kirin û ev qad parastine. Jiyana demokratîk, netewa demokratîk û civaka demokratîk encex bi jina azad ve pêk were. Jiyanî kirina vê jî, bi taybet bi pêşxistina tekoşînê û parastinê ve girêdayî ye. Bila jin ti carî vê ji bîr neke ku; di kêliyekê de, tenê di yek kêliyê de ger bişta xwe bide tekoşîna azadiyê, ne tenê ew, wê di şexsê jin de tevahî mirovahî, civaka exlaqî û polîtîk winda bike. Nirxên ku jinê afrandiniye û dîroka jina azad a ku derketiye ser rûyê cîhanê wê winda bike. Ji ber wê jî ne tenê 8’ê Adarê, divê hemû roj bibin rojên jinê. Ji bo ku jin jî hebûna xwe biparêze, azadiya xwe pêkbîne, divê her dem di nava şerekî de be. Ji ber pêşerojên azad di şoreşa ku jin niha ava dike de veşartiye.
Weke YJA Star dema ku em soza pêk anîna şoreşa jinê didin, careke din em roja 8’ê Adarê li rêhevalê jin ê herî bi nirx û hêja, yê ku xweşikbûn û mezinbûna jinê fêrî me kirî, Rêber APO pîroz dikin. Her wiha em vê rojê cardin li tevahî jinan pîroz dikin. Em rêhevalên xwe yên ku di tekoşîna azadiya jin de gihiştine mertebeya şahadetê û tevahî şehîdên şoreşê bi minet û rêzdarî bibîrtînin…
Bijî tekoşîna azadiya jin a ku ji Roza heya û Sara’yan mezin bûye
Bijî hêza jin a ku pêşenga Netewa Demokratîk e
Bijî Rêber APO!
7 Adar 2014
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Star