Ji gelê me yê welat parêz û raya giştî re!

Ji 3’ê Tebaxê heya niha gelê me yê Êzîdî li hember komkujiya li Şengalê pêkhatiye berxwe didin.
Di demên dawî de di heremê Şengalê de di serî de Dîgure, derdorên wê de û di çend cîhên dî jî şer tê jiyan kirin. Herê dawî li Dîgur ê çar şêv û roj şere kî pir tund hate jiyan kirin. Gerîlayên YJA Star û HPG di gelek çeperan de êrişê çeteyan şikandiye. Şerê ku di encamê van êrişande pêş ketiye gerîlayên YJA Star, HPG û hêzên YBŞ’ê bi qehremantiyek pir mezin berxwedanî dane raber kirin. Armancê êrişên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser qorîdora mirovahî yê, yê  ku ji Rojava heya çiyayê Şengalê tê, vê qorîdora ewlehî bigre û gelê me yên li çiyayê Şengalê ne birçî bi hêlin û komkujiya ku nîvîde maye temam bikin. Li hember vê hêzên HPG û YJA Star berxwedaniyên efsanewî pêktînin. Di encamê şerê 4 rojan de herê zê de 103 çete hatine kuştin.

Weke hêzên YJA Star û HPG hêza gel ya berxwedaniyê rêxistin kirin û li hember çeteyên DAÎŞ’ê di serî de jin û parastina tevahî gel kirin erk û berpirsiyartiyê me yê serekeye. Bi taybet di qetlîama Şengalê de nêzî pênç hezar jinên Kurd ê Êzîdî hatine revandin, ji bo van revandina ne li hember çeteyên DAÎŞ şer kirin li ser vê bingehê tekoşîn dayîna raber kirin, di Şengal ê de parastina jinan pêşxistin, azadiya wan dest xistin erkên bingehîn yê gerîlayên YJA Star e. Hêzên YJA Star pir cîhên Şengalê de xwe cîh kirine. Di serî de ji bo gelê me yê Şengalê û ji bo tevahî gelê Kurdistan, soza parastina jinan hatiye dayîn û biryara vê û vîna vê hatiye diyar kirin. Bi vê awayî bi taybet jin û tevahî gelê me yê Êzîdî li hember ev vîna gerîlayên YJA Star hêvî û baweriyek pir mezin dest xistiye û li hember azadiya xwe hên zêdetir bi biryar bûye. Ji dîrok û çanda jinên Kurd yê berxwedaniyê hêz girtine û di xeta tekoşîna Besê’yan, Zarîfe’yan, Zîlan’an, Bêrîtan’an û Sema’yan de li hember çeteyên DAÎŞ’ê biryar bûyîna herê bi rûmet dayîne raber kirin. Ji bo vê jî her roj jinên ku di aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatine revandin, dema derfet di bînin ji destê çetan di revin. Yê ku di jinên Êzîdî de van derfetane pêş xistiye û vîna bi azad derxistiye holê hêzên YJA Star yên xwe li Şengalê cîh kirine.

Weke hêzên YJA Star, li ser bingeha perspektîfên Rêber APO li hember qetlîamên ku li ser gelê me yê Êzîdî tê kirin seknandin, berxwedanî dayîna raber kirin, rizgar kirina pênç hezar jinên ku hatine revandin û azadî ya wan dest xistin erkê me yê dîrokî û herê bingehîne. Bi zana bûyîna vê re, di xeta rêhevalên me Genco, Viyan, Armanc, Ronî, Jiyanda û Gîvara yên ku di berxwedaniya Şengalê de şehîd ketine hêzên YBŞ mezin kirin, parastina Şengalê kirin û ji bo azadiya wê di serî de gelê me yê Êzîdî, jin û cîwanên wan bila tevlê hêzên YBŞ’ê bibin û bangawaziya me ji tevahî raya giştî re li hember berxwedaniya Şengalê bi hişyar tevbigerin.

3 Cotmeh 2014
 Fermandariya YJA Star ê Şengal ê