Ji bo gelê me û raya giştî!


Em sembola berxwedaniya mezin a meha Cotmeh ê û fermandarê artêşa jin rêheval Bêrîtan di salvegera şahadeta wê ya bîstûduye mîn de bi rêzdarî bibîrtînin. Em li hember biranîna şehîdên meha Cotmehê yên ku bûne şopdarê berxwedaniya rêheval Bêrîtan bejna xwe di tewînin. Di heman demê de yê ku rastiya berxwedaniya jina Kurd afirandiye Rêber APO jî silav dikin.
Di berxwedaniya Kobanê de hêzên YPJ û YPG ji tevahî cîhanê re dan diyar kirin ku nasnameya gelê Kurd û jina Kurd yê berxwedaniyê di xeta Bêrîtan de berdewam dike. Em di şexsê Arîn Mîrkan de yê ku bi çalakiya xwe ya fedayîtî yê re bûye şopdarê xeta Bêrîtan û Zîlan tevahî şehîdên Rojava bibîrtînin û soza bilind kirina tekoşîna wan didin.
Bêrîtan bi tekoşîna xwe re bûye sembol û bi meha Cotmehê destpêkirina artêşa jin û navê xwe bi peyvên zêrîn dîroka Kurdan de daye nivîsandin. Di heman demê de meha Cotmehê meha berxwedanî û tekoşînê ye. Di sala 1992’an de di milekî de hêzên navnetewî, di milekî de jî hêzên nûker û xwe radest kirine bi êrişên xwe re dixwaztin tevgera me tune bikin. Keça Kurd ya leheng Bêrîtan bi sekna xwe ya ku serê xwe na tewîne da diyar kirin ku gelê Kurd û jinên Kurd ti carî xwe radest nakin, wê ev berxwedanî bi gihije serkeftinê. Weke nûnerê rastiya berxwedaniya dîroka jina Kurd kevneşopî ya ku ji Besê yan û Zarîfe yan mîras girtiye, bû sembola derbas kirina vê çandê ji bo neslên nû yê ku wê pêşerojê biafirînin. Li hember bangawaziya hêzên nûker yên ku dixwastin wê radest bigrin çeka xwe dişkîne û xwe ji zinaran tavêje. Bi vê awayî bangawaziya xwe radest kirinê na, ya berxwedaniyê dide. Rêber APO vê bangawaziyê weke nasnameya jina Kurd ya bi rûmet di bîne ji bo vê jî bi aramanca ku bangawaziya jina Kurd ya azadiyê were rêxistin kirin ji bo bîranîna Bêrîtan piştê salek şûnde artêşa jin îlan kir.
Artêşa jina Kurd ya ku bi salane di şopa Bêrîtan de mezin dibe îro di çar perçeyê Kurdistanê de destana di nivsîne û bûye çavkaniya hêvî, rizgariya gelan û jinan. Jinên Kurd di rêya ku Bêrîtan afirandiye de artêş bûna jin û rêxistin bûyîna wan pêş xistine û destpêkirina pergal kirina xeta jiyanekê bi rûmet kirine. Îro ev pergal ji bo hêzên kapîtalîst bûye tirsa herê mezin. Tekoşîna me ya gerîla ya ku sîh salê derbas dike, herê dawî jî pergala Kurd ya ku li Rojava pêşketiye hêzên cîhanê tirsandiye û ji ber ku ev avahiya azadî û cîvak bûyînê li hember pergalên xwe weke alternatîf dîtine ji bo wê jî êrişên xwe di her milan de û bi her cûrê dayîne pêş xistin.
Êrişê ku bi destê DAÎŞ pêşdikevin yê pergalê ne û yê dewleta Tirkiye ye. Bêtehemûltiya li hember azadiya jin, azadiya Kurdan, ji bo jiyana Kurdan yê bi rûmet êrişeke, komkujiye û nîjad kujiye. DAÎŞ li hember xeta azadiya jin hatiye pêşxistin, tê destek kirin û îro jî rûyê zilamê serdest û yê pergalê ê herê qirêj, êrişkar û neyarê jin vegotin dike. Ev çeteyane diçin li kuderê jin dixin hedefên xwe de, kole kirina jin rûyê zilam yê herê har, paş datinê holê. Bi vê rûyên xwe yê hov re jî êrişên xwe yên li hember azadiya jin û di şexsê jin de jî jiyana gelan yê azad êrişeke.
Lê belê, gelê Kurd xeta berxwedaniyê ji bo xwe weke felsefeya jiyanê digre dest. Gelê Kurd bi berxwedaniyekî efsanewî ya ku di dîrokê de nayê dîtin datînê holê û dide diyar kirin ku xeta Bêrîtan şêwazê jiyanê ye, şêwazê tekoşîn û sekna jiyanê ye. Manîfestoya berxwedanî û tekoşîna keçekê Dersîm ê divan çiyayan de nivîsandiye ji bo gelê Kurd bûye hilbijêrka jiyanê û ji vê riyê naye vegerandin. Keç û xortên Kurd bi fedayîtî wê ji bo gelê xwe bi rûmetî şerbike û canê xwe feda bike. Rastiya berxwedaniya Koban ê pir zelal vê derxist holê. Artêşa jin ya ku bi vê zana bûyînê re li hember çeteyan şer dikin, hewildidin azadiya jin bi afirînîn li her cîhê deriyê rûmetê, rizgarî û azadiya jin vekirine.
Rastiya xeta fedaîtî yê ku di şexsê rêheval Arîn de pêşketiye çalakiya tevgera me û ya gelê me ya herê bi rûmet û hebûna wê ye. Çalakiya rêheval Arîn da diyar kirin ku xeta rêheval Bêrîtan ji bo jinên milîtan, şervanên azadiyê bûye nasname û di tekoşîna azadiya jin de asta fedaîtî yê dide raber kirin. Rastiya ku Arînan, Rojdayan, Gulanan, Nujiyanan û Zergayan di tevahî cîhanê re daye diyar kirin, gelê Kurd û jina Kurd ti carî xwe radest bûyînê, bêrûmet bûyînê, koletî û dîl girtînê na pejirîne û rastiya hêza ku wê tevahî paşverutiya bi şewtîne heye.
Weke YJA Star em tevahî qadên ku gelê me û jin tê de hene û pêwîstiya tekoşîna azadiyê tê de heye em hene û emê hebûna xwe jî berdewam bikin. Eşqa Bêrîtan ya ji bo azadiyê û xeta berxwedaniya artêşa me, milîtantiya xwe, girêdanbûyîna me ya bi gelê me re û heskirina me ya li hember Rêbertiyame wê serkeftinê misoger bike. Wê xeyalê me yê welatê azad û Rêberê azad pêk were.
Bi vê îdayê bi berxwedaniya tekoşîna azadiya jin ya ku bi berxwedaniya rêheval Bêrîtan re derketiye afirênerê tekoşîna me, serokê birdozî, felsefî û pratîka wê, rêhevalê jin Rêber APO silav dikin. Cardin em rêheval Bêrîtan bi rêzdarî bibîrtînin. Em soz didin emê xeta ku ew afirandiyê derbasê tevahî cîhanê bikin û bi serkeftinê re tacîdar bikin.

Her bijî mîmarê tekoşîna azadiya jin Serok APO!
Her bijî fermandarê artêş bûyîna jin û xeta berxwedaniyê Bêrîtan!
Her bijî artêşa azadiyê YJA Star, YPJ, HPJ yê ku berxwedaniyê kirine nasname!
Bimre her cûrê paşverû, serwerî û serwertiya zilam!

Fermandariya biryargeha navendî ya YJA Star