Ji bo raya giştî û gelê me yê welat parêz;

Tê zanîn ku beriya vê sê meha li Şengal ê êrişên çeteyên DAÎŞ hati bû destpêkirin. Di derdorê van êrişan de ji derveyê mirovahiyê her cûrên qirêş jî berdewam dike. Weke çawa ku gerîlayên YJA Star li her derê Kurdistanê li hember çeteyên DAÎŞ dinava tekoşînek deye, li Şengalê û di çiyayê Sîncarê de ji gerîlayên YJA Star tekoşînek berfireh dide. Tekoşîna ku gerîlayên YJA Star li hember çeteyên DAÎŞ’ê dide, ji bo artêş bûyîna jin û ji bo tekoşîna azadiya jin bi xwere pêşketinên dîrokî anîye. Ev nirxên dîrokî yên ku hatine ava kirin, di serî de ji bo jin û ji bo azadiya gelên ku li heremê de jiyan dikin jî nirxên pir mezin û azad afirandiye.

Em weke hêzên YJA Star vîn û hêza ku em ji dîroka artêş bûyîna xwe digrin û bi ezmûnên ku di hûndirê şerê ku ev çend salin li hember çeteyên DAÎŞ’ê de tê kirin de pêkanina azadiya gelê Şengalê û ya jina, parastina wan yê rewa pêş xistin berpirsiyartiyê me yê serek ye. Em li ser bingeha vê rastiyê tevgeriyan û ji bo demê pêş jî parastina gelê me yê Êzidî yê ku li Şengalê jiyan dikin û yê jinan pêk anîn û zana bûyîna parastina cewherî pêşxistin û ji bo rêxistin bûyîna wan pêwîstiyê zasiyên perwerdeyî hatiye dîtin. Li ser vê bingehê li Şengalê; biryara rêxistin kirina Akademiya Parastinê yê bi navê Şehîd Xanê Êzidî hatiye girtin. Armanc û erkên Akademiya Parastinê yê Şehîd Xanê Êzidî jî wisa ye;

1-       Ji bo pêkanîna azadiya gelê Şengalê û jinan, zanistiya parastina rewa ava kirin.

2-       Parastina baweriya gelê Êzidî, welat û axa wê kirin.

3-       Pêkanîna zanistiya azadiyê di jinên Şengalê de ava kirin û pêşxistina vîna wan.

4-       Tiştên ku li ser jinên Şengalê tên pozber kirin weke tecrîd, dîl girtin û koletiyê derbas kirin di cîhê wê de zanabûyîna parastina cewherî qezenç kirin û azadiya wan dest xistin.

Di bingeha vê erk û berpirsiyartiyê re Akademiya Parastinê ya Şehîd Xanê Êzidî wê biryarê deye ku; di xeta Şehîd Bêrtîan, Zîlan, Binevş Agal, Binevş Cudî û di xeta rêheval Xanê de pêkanîna kesayeta jinên Êzidî yên bûne xwedî vîn û lêgervanên azadiyê li Şengalê pêk bîne. Li ser vê bingehê Akademiya Parastinê ya Şehîd Xanê Êzidî dewre ya xwe ya perwerdê a yekemîn bi navê Şehîd Armanc rêxistin kiriye û 12 jin perwerdeyên xwe xilas kirine. Weke gerîlayên YJA Star em soza pêk anîna rêxistin kirina dewreyên van perwerdeyane didin. Di heman demê de em soza wê didin ku di tevahî jinên li Şengalê de jiyan dikin de zanistiya parastina rewa bidin qezenç kirin. Li ser vê bingehê jî rêxistin kirina parastina jin pêşxistin û bi vê hewildanan re emê demên pêşiya me de berxwedaniya li herema Şengalê û şerê xwe, tekoşîna xwe bi hêztir bikin û soza pêk anîna wê didin.

Silav û rêzên şoreşgerî

Fermandariya YJA Star a Şengal ê