ji çapemenî û raya giştî re!

Em 36. Salvegera PKK’ê ya ku hêviya jiyana azad a mirovahiyê ye li mîmarê partiya me Rêber APO, li şehîdên me yên qehreman û li gelê xwe pîroz dikin. Her wiha em di serî de rêheval Sara û Haqî, tevahî şehîdên şoreşê yên ku PKK ava kirine, bi rêzdarî bibîrtînin û careke din soza xwedî li tevahî nirxên ku wan bi PKK’ê re ava kiriye derbikevin didin.

Dîroka mirovahiyê bi hezaran salan ji kesayetên bê hempa yên ku şerê azadiyê meşandine û di vê oxirê de hebûna xwe feda kirine re şahidî kiriye. Çiqasî hêzên ku êrîşê nirxên mirovahiyê kirine şidet bikar aniye, di heman pîvanê de li beramberî xwe berxwedanî dîtiye û şikandin jiyan kiriye. Ji ber wê ye ku pergal tu demê encama ku hedef kiriye bi dest nexistiye û her dem li beramberî berxwedêrên ku dildarên azadiyê ne binkeftin jiyan kiriye. Di sedsala 21’an de jî dîrok di şexsê PKK û gelê Kurd de bûye şahidê heman berxwdaniyê. PKK a ku partiyeke berxwdanî û vejînê ye bi hezaran qehremanan re navê xwe di dîroka azadiyê de daye nivîsandin û hê jî dide nivîsandin. Di sedsaleke ku bê mafî, bê wekhevî, bê edaletî gihiştiye zîrvê, PKK a ku hêviya jiyanê pêşkêşî mirovahiyê kiriye, îro li beramberî pergala serwer bûna yekane hêvî û riya jiyanê bi serxistiye.

Modernîteya kapîtalîst a ku hewl dide jiyana mirov bixe qefesekê de û wiha rêve bibe, her dem bi felsefeya “destpêkê li jinê bidin” ve xwe bi pergal dike û jiyana azad a di eksena jin de hedef digre. Li dijberî vê Rêber APO yê ku PKK di eksena îdeolojiya jin de pêş xist, darbeyek mezin li pergalê daye û ji hemû cîhanê re îsbat kiriye ku jiyan ancax bi jin re wate qezenc bike. Îro jina Kurd bi PAJK’ê re bûye partî, bi YJA Star ve bûye artêş, bi KJK re jî veguheriye rewşeke pergal. Em hemî jî pir baş dizanin ku beriya PKK’ê ne mumkun bû ku jin bi vîn û nasnama xwe ve di qadên civakî, siyasî, bi taybet jî di qadên leşkerî de vîn û hêza xwe ya cewherîn ve hebûna xwe derxe holê. Lê belê niha jin di tevahî qadan de di rewşek aktîf û pêşeng de ye. Ji ber wê ye ku em dibêjin; PKK di eksena jin de misogeriya jiyana azade.

Her wiha mîna jin, gelê Kurd jî wekî gelekî ku mahkûmê mirinê bûye bi PKK’ê re ruh qezenc kir. Di 27’ê Mijdar’a sala 1978’an de çîroka vejîna gelekî nû dest bi nivîsandinê kir û îro jî li her çar parçeyên Kurdistanê, li Bakûr, li Başûr, li Rojhilat û Rojava ev çîroka vejînê veguherî destanekê. Bi taybet jî pêşketinên ku di Rojava de hatine jiyan kirin, berxwedaniya Kobanî îfadeya herî şênber a ji ruh, vîn û tekoşîna ku PKK bi gelê Kurd daye qezenc kirine. Li dijî çeteyên DAİŞ’ê yên ku tu dewlet nikare 2 seatê jî li beramberî wê li berxwe bide, şervanên YPJ-YPG bi rojan bê ku rawestin û bêhna xwe vedin şer kirin, hêza xwe ji heqîqeta PKK digrin. Ji derveyî vê tu heqîqet nikare li dijî van çeteyên wehşî yên dijminê mirovahiyê û jinê şer bike, nikare rojekê jî li berxwe bidin. Lê belê bi hezaran qehremanên jin, zilam, ciwan, kal û pîr ên ku baweriya wan bi heqîqeta PKK’ê heye, bê ku yek kêliyê jî dudilî jiyan bikin li dijî van çeteyên wehşî şer kirine, berxwedaniyek pîroz derxistine holê. Di şexsê wan de, Edûlê û Derwêş ên ku temsîla eşqa Kurdan dikin, careke din can dîtin, ruhê wan zindî bû. Eşqa Kurd careke din şîn bû û tovê xwe belavî her çar parçeyên Kurdistanê kir. Îro tevahî cîhan qala vê eşqê û vê berxwdaniyê dike û şoreşa ku di Rojava de hatiye jiyan kirin wek şoreşa xwe dibîne, xwedî lê derdikeve. Ev pêşketinên ku hatine jiyan kirin, careke din îspat kir ku PKK ne tenê partiya Kurd û Kurdistane, partiya tevahî mirovahî û nirxên mirovahiyê ye.

Em riya xwe bi ronahiya Sara’yan, Heqî’yan û Arînan ve ronî dikin. İdîaya me ya bûna rêheval, şopdarên tekoşîna wan, her roja ku diçe wateyek mezintir qezenc dike. YJA Star a ku artêşa jina azade, di riya ku wan xêz kiriye de pêşde diçe û her roja ku diçe mezintir dibe. Şervanên azadiyê yên ku felsefeya jiyana fedaî ji xwe re esas digrin, li her derê û her dem amade ne ku rûmeta azadiya gelê Kurd biparêzin û di vê oxirê de canê xwe feda bikin. Meşa azadiyê ya ku bi Sara’yan re destpêkir, îro bi Arînan re berbi serkeftinê ve diçe.

Emê jî wek YJA Star di riya ku şehîdên me xêz kiriye de pêşde biçin û heya bighin zaferê jî emê vê tekoşîna xwe bê navber bimeşînin. Careke din emê emaneta şehîdên xwe yên qehreman a jiyana azad û bi rûmet ji nifşekî bighînin nifşekî û em soza domandina vê tekoşîna bê eman nû dikin.

Bijî afrînerê PKK’ê Rêber APO

Bijî misogeriya jiyana azad PKK

Binkeve her awayî zilamê desthiladar û pergala faşîst

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Star