Ji bo gelê me yê demokrat û raya giştî;
DAÎŞ ji bo tevahî cîhanê  û Rojhilata Navîn xeteriyek pir mezin dide ava kirin. Berxwdaniya Kobanê yê dîrokî a ku li hember faşîzma DAÎŞ pêş xistiye tevahî cîhanê bandor kiriye. Di hûndirê vê pêvajoyê de gerîlayên me YJA Star-HPG û şervanên YPG-YPJ û hêzên YBŞ bi hevbeş operasyona bi navê “azad kirina Şengalê” dane destpêkirin.Di vê operasyonê de bi serkeftinên mezin re pêşde diçe û pêvajoyek nû daye despêkirin. DAÎŞ di Rojhilata Navîn de ji bo mirovahiyê bûye xeteriyek mezin, ji bo vê derbeyên stratejîk vê faşîzmê hate dayîn.  
Weke Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Star ev serkeftinên mezin yê ku hêzên me yên gerîla daye raber kirin, azadiya ku hatiye afirandin û ruhê berxwedaniyê pîroz dikin û hemleya azadiya Şengalê silav dikin. Rêhevalên me yên pakrawan ên ku ji destpêka êrîşê DAÎŞ’ê şêv û roj di çeperên xwe de berxwedane, qehremantiyê mezin, cesaret û mînakên jiyana bi rûmet dane raber kirin bi rêzdarî bibîrtînin û bejna xwe li hember wan di tewînin.
Weke ku tê zanîn di 3’ê Tebaxê de çeteyên DAÎŞ’ê tevahî hêzên paşverû yê cîhanê daye pişta xwe bi komkujiya Şengalê re li hember gelê qedîm yê di Rojhilata Navîn de Kurdên Êzîdî nîjad kujiyek mezin pêk anîne. Piştê komkujiyê jandariyek mezin hatiye jiyan kirin, Şengal hatiye vale kirin û bi sedan jinên Êzidî hatine revandin. Ji roja destpêkê heya niha hêzên meyên gerîla YJA Star-HPG, şervanên YPJ-YPG û hêzên YBŞ li hember êrişên DAÎŞ’ê di çiyayê Şengalê de bi berxwedaniyên xwe re bûne hêviyê gelê me yê Êzidî  û çavkaniya jiyanê. Ev nêzî pênç mehe hêzên me yên gerîla li Şengalê di nava dorpeçê de , li hember tevahî şertên zehmet, ji bo ku gelê me û xaka me bi parêze ruhê azadiyê û berxwedaniyê re bi tektîkên xulîkar yên gerîla re li hember çeteyên DAÎŞ’ê her tim di nava berxwedaniyêdene.
Di destpêkî de heya niha hêzên me yên gerîla YJA Star û hêzên YPJ li hember çeteyên DAÎŞ’ê di çeperên pêşde cihê xwe di girtin. Di  roja me ya îro jî di “operasyona azadkirina Şengalê de” rolê xwe bi awayekî çalak leystine. Çeteyên DAÎŞ di şexsê jinên Êzidî de li hember jinên Rojhilata Navîn komkujiyan pêktîne û nûnertiya pergala zilamê serdest dike. Berxwedaniya herê mezin yê ku li hember van çeteyane pêş dixin jî yekineyên parastina jin YJA Star û hêzên YPJ ne. Ji bo vê yekî jî li hember DAÎŞ’ê  bi berxwedaniyên xwe re derketine pêş û bi navê “şervanên jin”destanên mezin afirandine. Ev jî bala tevahî cîhanê kîşandiye. Hêza jin ya herê mezin  a serdema 21.de YJA Star û YPJ ji bo tevahî jinan bûye çavkaniyê hêviyê azadiyê û morelê. Ev berxwedaniya jin ya gewre rê li teqemeniya azadiyê vekiriye. Êdî artêşa me ya jin, şervantiya jin ji bo tevahî gelê me bûye çavkaniya heskirin, hûrmet û rûmetê. Gerîlayên me YJA Star û hêzên YPJ bi tevlê bûna xwe yên bû îdealî, çalak, bi cesaret  û bi seknên xwe yên berxwedêr re tenê  ne li Şengalê tevahî cihên ku lê disekinin wê DAÎŞ binbêxin.
Li ser vê bingehê em cardin gerîlayên me yên YJA Star û hêzên YPJ yên ku cihê xwe di “operasyona azad kirina Şengalê” de girtine û serkeftinên mezin destxistine û sekna wan yê tekoşînê cardin pîroz dikin. Em weke YJA Star  di bêjin ku, emê di şexsê jinên Êzidî de tevahî jinan û gelê xwe li hember tevahî êrişan bi parêzin û li ser vê bingehê jî em soza pêkanîna erkên ku dikevin li ser milên me, berpirsiyartiyê xwe pir bi çalak pêkanîne didin.
Ev misogere ku emê li Şengalê derbeyên mirinê li DAÎŞ’ên faşîst bidin û tola jinên Êzidî rakin. Bangawaziya me ji bo tevahî gelên xwe û tevahî jinan ewe ku tevlê bûna xwe di nava refên YJA Star û YPJ bikin. Em di xeta rêheval Binevş Agal, Xanê Sîpan, Binevş Cudî, Evrîm, Viyan, Jiyanda û Armanç de berxwedaniyê bi afirînin.  Pêwîste gelê me cardin vegerin Şengalê û cihê xwe di nava ji nûde azad kirina Şengalê de bigrin. Em bang dikin ku pêwîste em Şengalê bi berxwedanî û serkeftinên mezin re tacîdar bikin û berxwedaniya xwe ya mezin û tekoşîna xwe vergerînin qezencên demokratîk.
22 Kanûn 2014
Fermandariya Biryargeha Navendî a YJA Star