Di sala 2014 de de pêşketinên ku çarenûsa Rohilata Navîn da diyar kirin hatin jiyan kirin. Ev sal ji bo gelê Kurd jî hên zêdetir krîtîk û pêşketinên giring jî hate jiyan kirin. Hêzên ku dixwazin Rojhilata Navîn têxin cihekî ku têde neyê jiyan kirin di destpêkê de li ser xaka Kurdistan û gelê wê pêk bînin. Xaka Kurdistanê ya ku dergûşa şaristaniya demokratîke di roja me ya îro de bi êrişên modernîteya kapîtalîst re rûbirû ye. Ya herê rast jî di wateyekî de ev êrîşane li ser jiyana modernîteya demokatîk tê kirin.

Di bingeh de dixwazin Rojhilata Navîn,  li ser berjewendiyên nû fetih bikin. Bi plansaziya hêzên dagirkeran ji nû de tê dîzayn kirin. Ev teşeyê nû jî xwastin bi destê çeteyên DAÎŞ yên wehş re pêk bînin. Dagirkirina Musulê yê Pûşbera 2014’an de bû destpêka pêvajoyekî nû. Di vê pêvajoya nû de hêzê ku li hember DAÎŞ pir bi bandor tekoşîn da meşandin jî Tevgera Azadiya Kurde. Çawa ku di raboriyê de li hember tevahî ya pergalê berxwedanî da raber kirin û radest ne bû, di roja me ya îro de jî li hember DAÎŞ berxwe dide û ti carî radest bûyînê na pejirîne. Ev berxwedanî û xweradest nekirina gelê Kurd yê ku tu derê ne hatiye dîtin hêzên pergalê di tirsîne û sixlet dike.

Bi komkujiya Şengalê re DAÎŞ û hevkariyên wê hêvî dikirin ku wê Kurdan xilas bikin û bi vê awayî tevahî Kurdistanê têxin destê xwe de, lê şehtînên gelek mezin jiyan kirin. Tevgera me ya azadiyê pir zû ketiye di nava tevgerê de mûdaxeleya rewşa li wir kiriye û pêşde çûna DAÎŞ yên ku xisti bûn hedefên xwe de dan seknandin. Hêzên dagirker bi taybetî jî piştê Şengalê Hewlêr xisti bûn hedefê xwe de. Lê li wir jî tiştên ku qet hêvî ne dikirin bi berxwedaniya hêzên me yên gerîlare rûbirû mane.

Di çavkaniya êrişên ku li ser Kobanê tê kirin jî tirsa ku hêzên pergalê jiyan dike heye. Pergala Kantonan ya ku di Rojava de pêşketiye û pêşengtiya vê jî Kobanê dike hêzên hegemonîk xistiye di nava panîkekî de. Êrişên DAÎŞ yê ku ji 15’de yê Îlonê de li ser Kobanê daye destpêkirin bi berxwedaniyekî mezinre bersiv hatiye dayîn. Ya rast mirov şerê li Kobanê di nava van hersê mehan de dest bigre û binirxîne wê gelek şaş be. Ji ber ku gelê Kobanê ji destpêka şoreşa Rojava heya roja îro di nava berxwedanî yê de ye. Di nava hersê mehan de ev berxwedanî xwe gihandiye asta herê jor û her ku çûye mezin bûye, hema bêje vegerîya ye destanekî ku tevahî ya cîhanê dorpêç kiriye. Bi sedan şehîdên me yên ku destana Kobanê nivîsandine serkeftinê û azadiyê misoger kirine.

Pêşketinên li Kobanê tên jiyan kirin tenê bi vanere sînordar ne maye, di serî de Bakur, her çar perçeyê Kurdistanê, derbasê tevahî welatên cîran û welatên cîhanê bûye û deng veda ye. Dewleta Tirkiye û hikûmeta wê li hember vê tehemûl ne kiriye bi êrişên mîna DAÎŞ xwestine gel bidewsînin û bi helênin. Bi vê armancê jî gelek gelê me yê welatparêz û ciwanên me qetilkiriye.

Em hem weke hêzên YJA Star û hem jî HPG li hember komkujiyên ku DAÎŞ dixwastin li ser gelê me pêk bînin, em bi hêza xwe ya xwemal re bi çalak tevlê bûn û em her tim di nava çalakiyê de bûn. Bi taybetî jî di herêmên Kerkûk û Şengalê de berxwedaniyek ewqasî bi hêz hate raxistin ku ev berxwedanî hêla gelê me yê Êzidî ji qetlîamekî mezin xilas bibe. Bi hezaran mirov di encamê korîdora ku hêzên me yên YJA Star û HPG vekirin de xwe gihandin Rojava. Cardin bi hezaran mirov li çiyayê Şengalê de di denetimê gerîlayên me de ewlehiya wan hate sexlem kirin. Herê dawî jî hêzên me yên YJA Star bi ruhê berxwedaniyek mezin re tevlê hemleya azad kirina Şengalê bûne. Wê ev tevlê bûna xwe jî heya azadiyê destbêxe û gelê me azad bike berdewam bike.

Di tevahî ya salê de di serî de li Rojava û di tevahiya perçeyê Kurdistanê de berxwedaniyek awarte hatiye raxistin û tekoşîn hatiye dayîn. Bêguman cardin pêşengê vê tekoşînê jine. Berxwedaniya ku YJA Star û YPJ di tevahî ya salê de li hember DAÎŞ’ên faşîst û tevahî hêzên komploger û paşverû dane raber kirin, mînakê herê şînber yê ku girêdan bûna jina ya bi jiyana azad re ye. Di encamê berxwedaniya YJA Star û YPJ de tişta ku mohra xwe li sala 2014’de da û tevahî cîhan jî jêre şahidî kir ji Avesta û Arîan bi sedan rêhevalê me bi qehremanî şer kirine û gihiştine mertebeya şahadetê. Weke şopdarên van rêhevalên xwe yê xweşîk em pir bi biryarin emê ala ku wan bi berxwedaniyê re bilind kirine bigihînin lûtkeyan.

Hêzên me yên YJA Star gelek tektîkên gerîla yê weke sabotaj, suîkast û operasyonan li hember çeteyên DAÎŞ’ê şerekî çalak dane meşandin. Di heman demê de gerîlayên me yên jin yên ku rola pêşengiyê di nava HPG’ê de dikin gelek çalakiyên xwemal jî pêk anîne.

Em pêdivî di bînin ku bilançoya çalakiyên ku gerîlayên me yên YJA Star di tevahî ya sala 2014’an de pêk anîne ji gelê me re û bitevahiya raya giştî re parve bikin. Li ser vê bingehê;

1-      Berxwedaniya tevgera azadiyê di sala 2014’an de gihiştiye lûtkeyê û di encamên vê de tevlê bûna gerîla zêde bûye. Bi taybet jî di nava vê salê de tevlê bûna jin gelek çê bûye û ji du hezaran zêdetir jin beşdarê nava refên me bûne.

2-      Di tevahî ya salê de gerîlayên me yên YJA Star; di herêma Zagrosê de 1, li Kerkûkê 7 û Şengalê jî 7 bi giştî 15 çalakiyên xwemal pêkanîne.

3-      Di van çalakiyan de 1 emir 35 çete hatiye kuştin û 4 jî birîndar bûye. Di be ku hêjmara mirî û birîndaran zê de be jî.

4-      6 maşîneyên bizirx yên çete hatiye îmha kirin û 2 maşîne jî bê bandor bûye.

5-      Çalakiya ku 16 Pûşbera 2014’an de li herêma Zagrosê pêk hatiye, ajovanê maşîneya ku tişt di birin qereqola Bezelê ji aliyê gerîlayên me ve hatiye girtin.

6-      Di pêvajoya şerê ku li hember çeteyên DAÎŞ tê kirin de di serî de rêheval Avesta, Jiyanda û Armanc bi dehan rêhevalên me yên jin bi qehremanî şer kirine û gihiştine mertebeya şahadetê.

Fermandariya Biryargeha Navendî a YJA Star