Ji Çapemenî û Raya giştî re
Em dikevin 17. salvegera komploya navnetewî. Ev komplo tê wateya darbe li jiyana gelan û bi taybetî jî jiyana jinan yê azad xistin. Beriya her gotinê em tevahî hêzên komploger lanet dikin. Di heman demê de rêhevalên me yên ku li hember komplo bedenê xwe xistine sîper û bi çalakiyên xwe re di derdora Serokatî de bi dûrûşmeya “Hûn nikarin roja me tarî bikin” xeleke ji agir xelekek çêkirine, em rêzdarî bibîrtînin û minetdariya xwe li hember wan didin raber kirin.
Rêber APO ji zarokatiya xwe heya niha her tim hewil daye ku başî û xweşikbûyînê peyda bike. Ji bo vê jî her tim di lêgerîna jiyaneke bi wate de bûye. Vê lêgerîna xwe jî di têkoşîna azadiyê de şênber kiriye. Bi têkoşîna xwe ya bê eman ruhê azadiyê afirandiye û ev zanabûyîn jî kiriye malê tevahî mirovahiyê. Weke zarokê vê axê yê bi rûmet a ku têkiliyê şaristaniyê ne bûye, beza ku ji Înana despêkiriye û bi Prometehus, Hallaci- Mansur, Sûhrîwerdî, Bruno, Îsa, Manî û h.w.d re berdewam kiriye bi serxistiye û bûye bezvanê vê maratonê yê herî dawî. Bi vê awayî nirxên qedîm yên ku temsîltiya bûyîna mirovahiyê dike, dixwazin di bin şewqên sexte yên şaristaniyê de veşêrin, ji her deman zêdetir daye xuya kirin û bûye nûnerê hêrî mezin yê şaristaniya demokratîk. Nasname, reng û henaseyek nû daye qezenç kirin. Weke di dîrokê de, îro jî reş kirin û xezebê xwedayên sedsalan re rû bi rû maye. Li pêş çavê tevahî cîhanê, rastiya komplo ya ku heya niha bi îtifaqê wek wê ne hatiye dîtin re rû bi rû hatiye hiştin. Komploya navnetewî bingeha xwe ji kokên dîrokê digre û gelekî kûre jî. Di vê wateyê de vegotina rastiya ku di mirovatiyê de israr dike, ji bo ku careke din dernekeve li ser rûyê erdê tune kirina wê xistine hedefê xwe de. Ev jî rastiya komplo yê qirêj, kirêt vegotin dike. Hema bi bêje tevahî paşverûtiya cîhanê li hember pêvçûnên berjewendiyên xwe di komployekî bi vî awayî de bûyîna şirîkê hêv û ev jî bi tu tiştê re nayê rave kirin. Di şexsê herêma me de ketine di nava hewildanê parve kirinekî nû û dîzaynê de. Astengiya di pêşiya wê de ya herî cîdî û ji bo gelan bûyê hêviya jiyana nû Rêber APO ye. Ji bo vê jî Rêber APO bûye hedefê wan yê hevbeş. Bivê awayî jî rastiya komplo bi rêxistinekî ewqasî asih xistine rewacê de ku, perçeyekî ax yê ku Rêber APO gevekî bavê je ser ne hiştine. Di vê wateyî de xwastine di serîde gelê Kurdistanê û tevahî gelan bi hev bidin xistin, jin jî darazê tarîtiyekî zilmat bike û bi fetisînin.
Serokatiya me hesabên komplo ferq kirine û li hember vê jî bi paradîgmaya demokratîk, ekolojî, û azadî xweza jin re seknekî li hember wan daye raber kirin û bi xetekî kûr û ronakbûyînê re vale derxistina komplo serxistiye. Di vê wateyê de ev 16 sale şerê di navbera Serokatiya me û hêzên komploger de pevçûnên di navbera du şaristaniyê de bi têkoşînekî çetîn berdewam dike. Bi vê awayî rastiya têkoşîna berxwedaniya ku di pêşengtiya Rêber APO de pêş dikeve û bi bedelên mezin re tê berdewam kirin, îro bi astên ku gihiştiyê re rûyê komplo yê tarî, qirêj û hedefên wê hin baştir derxistiye holê. Komploya ku di sala 1999’an de hatiye dest pêkirin bi rê û rêbazên nû re tê berdewam kirin. Li hember vê jî tevgera azadiyê ya ku ji rêya xwe ya heqîqetê û doza xwe ya mafdar tavîz nade berdewam dike ku bersiv bide komployê, ji bo vê weke li Rojava di her çar perçeyê Kurdistanê de modelên nû û were jiyan kirin dayîna ava kirin re dixwaze bersiv bide komplo. Hêzên şaristaniyê yên ku nikarin vê rastiyê, bi hirsên xwe yên komkirî re di destpêkî de li Fransa yekemîn rêhevala rê a Serokatî û sekna jina azad di xwe de şînber kiriye di şexsê rêheval Sara de êrişê derketina azadiya jin kirine. Bi guleyên ku mejiyê her sê hevalên jin dane, xwastine peyamên ku, jinên  zanist dibin û xwe ji nû ve ava dikin, mafê jiyanê ji wan re nayê nas kirin û ji derveyî sekna koletî tu şensê jin nîne, ger hebe jî wê komployên bi vê awayî re rû bi rû bi mîne. Bi vê awayî xwastin pêvajoya aşitiyê ya ku Serokatî dixwaze rizgariya gelan pêşbêxe derp bikin. Rastiya Serokatî ya ku vê dît û bi derketina sala 2013’an de bersiv da û tevgera tolgirtina komplogeran yê herî dawî jî vale derketin. Ev tevgera DAÎŞ  ya ku bi tu awayî nirxê wê yê exlaqî û civakî nîne avahiya rêxistinekî wisa li ser serî gelan xistine bela. Di vê wateyê de komplo binketina ku ketiye navde dengasiyek jiyan dike û îro ruyê xwe yê herî hov dide diyar kirin. Di şexsê Kobanê de hewildidin ku rengê xwe yê reş yê komkujî, tecawîzkar ê neyarê azadiyê ye li ser rengê gelê Rojhilata Navîn yê zer, sor, kesk rengên zindî bidin nuxumandin. Bivê awayî jî komplo rûxmê tevahî bin ketinan re bi awayekî qirêş û hov xwe dide berdewam kirin. Ev pir aşkereye ku îro armancê komploya ku di şexsê Rêber APO de pêş ketiye, xilas kirina têkoşîna azadiya jin û gelane. Lê belê çi dike bila bike mirovahiya ku henaseya azadiyê girtiye nikare ji vê têkoşînê dur bike û ev pir zelal jî derketiye holê.
Îro jî weke pêvajoya sala 1999’an de li hember tevahî şertên bê maftiyê û tevahî hêzên şaristaniyê danîna li hember xwe û di fermandartiya Arînan de têkoşînekî destanî tê dayîn. Bi vê berxwedaniya destanî de sala komplo yê şanzdehmîn, bi asta serxistina rizgar kirina Kobanê ya ku wê ji bo mirovahiyê bibe sembol pêşwazî kiriye. DAÎŞ ya ku amorê komkujî, nîjadkujî ye di van êrişên xwe de hêrî zêde li ser jin êriş dane  meşandin û di serî de şexsê Arînan, Sozdaran, Hebûnan, Gulanan û Zehrayan de yê herî zêde li hember van êrişane sekinîne û di berxwedaniyê de yê herî çalak jî cardin jinin. Jinên Kurd gelekî baş dizanin ku êrişên tên kirin ji bo wan tê çi watayê. Ji bo vê di bin navê YPJ de asta azadî û rêxistinbûyîna Serokatî daye ava kirin raberê tevahî cîhanê kirine. Herî dewletên ku xwe tiştek di hesibînin ne karine li hember vê hêzê bi sekinin, lê YPJ bi sekna xwe ya fedaî re bi serkeftinê re vê hêzê pijiqandiye. Di vê wateyê de li Kobanê ne tenî carekêdin komplo bin ketiye, di heman demê de peyamê ku di şêxsê rêheval Sara de dabû azadiya jin jî bi peyamê azadiyê re bersiv hatiye dayîn. Ji tevahî cîhanê re hat dayîn ku Kurd ne Kurdên berêne û di vê wateyê de Kurdên APO pencê nîjadkujiyê şkandine û bi bedelên mezin û fedekartiyên hatine pêşxistin re carekî din hatiye nîşandan. Berxwedaniya Kobanê carekîdin da diyar kirin ku tu komplo nikare heqîqeta gelan û jinan derbas bike. Bi vê awayî tujbûna dirûşmeya “hûn nikarin roja me tarî bikin” li hember komplo hati bû diyar kirin sekna bibiryar û fedaî weke roja xwe ya destpêkî ji germbûna xwe tu tiştekî winda ne kiriye û îro jî tê berdewam kirin. Ji ber ku em weke gelê Kurd û jina Kurd dizanin ku hebûn û azadiya me di kesayetiya Rêber APO de şînber bûye û  em dizanin ku di derdorê wê de xwe mifte kirin henaseya heqîqetê girtine. Bi taybetî jî em weke jin dizanin ku Rêber APO me bi cewhera me re kiriye yek, wate tevlê hebûna me kiriye û rêya azadiyê li pêşiya me vekriye. Ji bo vê yekî jî dîl girtina Rêber APO di rewşa heyî de di nava tu exlaq û rêzikê huqûqê de cih nagre, tevahî sedemê têkoşîna me di xwede şînber dike.
Em hem weke jinên Kurd hem jî weke hêzên parastinê YJA Star di bêjin ku, em jiyanekî bê Rêber APO na pejirînin. Rêhevaltiya me ya kêm a ku ji komployê re bûye zemîn, bi rexneyên ku Serokatî herî dawî pêş xistine jî dikin yek dûbare bi dûbare xwe lêpirsînan re derbas dikin.D vê wateyê de em soza ku di têkoşînê de bê valetî pêşde çûyînê didin û bi sekna Sarayan yê azadiyê re, berxwedaniya fedaîtiya Arînan ji bo xwe esas bigrin û soza jinan û gelan ji tarîtiya komplo derxistinê didin. Weke hêzên YJA Star em hêza xwe ji seknên şehîdên me yên fedaî, qehreman digrin, ji berxwedaniya gelê me û rêya Serokatiya me dide raber kirin û kêlî bi kêlî xwe di afirîne  digrin. Di vê wateyê de em tevahî rêhevalên me yên şehîd ên li hember tarîtiya komplo bûna ronahî carekî din bi minetî bibîrtînin û soza ku emê berxwedaniya wan bi serkeftinê re tacîdar bikin didin.
Em carekîdin dibêjin em tarîtiya komplo bi berxwedaniya agirê Newrozê re bi hêz bikin û ronahî bikin. Emê jiyane kî bê Rêber APO ya ku temînata azadiya gelê me û jinane nepejirînin. Di vê wateyê de em tevahî gelê me, gelên şoreşger, demokratîk, kesên kedkar, rewşenbîran û di serî de jinan carekêdin li hember êrişên ku di derdorê komployê de pêşdikevin bi hişyar tevgerandinê û di çerçoveya paradîgmaya modernîte de yekbûyîn û li hember komployan bangawaziya afirandina siberojên azad dikin.

BÊ SEROK APO JIYAN NEBE
BIJÎ RÊBER APO
HER BIJÎ ŞEHÎDÊN ME YÊN MEZIN ÊN KU BEDENÊN XWE LI HEMBER KOMPLOYÊ KIRINE SÎPER
BIMRE HER CÛRÊ TARÎTÎ, HÊZÊN PAŞVERÛ YÊN KOMPLOGER
14 Sibat 2015
Fermandariya Biryargeha Navendî a YJA Star