Em wek gerîlayên YJA Star û şervanên YPJ-Şengal 8’ê Adara jinên Şengalî û tevahî jinên cîhanê pîroz dikin. Ji bo em bikaribin hemleya azadkirina Şengalê xurtir bikin, me çalakiyek li dijî baregeheke çeteyan li darxist. Di bingeha vê çalakiyê de;

– Gerîlayên me di 7’ê Adarê de, bi şev seat 19.00 de çalakiyeke êrîşê ya bi bandor li dijî noqteyeke çeteyan a li taxa Xeyr Nasir li dar xist. Hêzên me darbeyeke giran li çeteyan xist û di encama vê çalakiyê de 6 çete hatin kuştin.

8 Adar 2015

Fermandariya YJA Star a Şengalê