Bilancoya çalakîyên sala 2015 yê YJA Star

Ji bo gelê me û raya giştî!

Weke tevgera azadiyê, me sala 2015’an bi berxwedaneke mezin ruhê têkoşînê pêşwazî kir.

Bi biryardariya misogerkirina azadiya gel û Rêberê me, me dest bi salê kir û li ser vê bingehê çalakiyên aktîf pêk anîn. Di nava salê de, polîtîkaya dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê ya înkar, tinekirin û asîmîlasyonê qet neguherî, tecrîda li ser Rêberê me hat girankirin û êrîşên li hemberî tevgera me hatin zêdekirin. Tevî hemû hewldanên aştiyê yên Rêberê me, ti bersiveke erênî nehat dayîn. Operasyonên qirkirina siyasî yên li hemberî gelê me dewam kirin. Li hemberî gelê me yê li ser zemîna meşrû û qanûnî têdikoşe, daxwaza xwerêveberiyê bilêv dike, pêkanînên faşîst ên mêtîngeriyê hatin nîşandan.

Dayikên me, jinên me, keçên me yên ciwan ên daxwaza mafên demokratîk kirin, rastî şîdeta polîs û artêşa AKP’ê tên. Li Kurdistanê bi vê awayî êriş li ser jin pêktîne li Tirkiyê jî bi polîtîkayên xwe yên şoven, faşîst zilam li hember jin dide qijkirin û rê li ber komkujiyên jin ve dike.  

Em weke artêşa gerîlayên jin a YJA Starê, li ser bingeha pêngava xwe ya şoreşgerî, tevî hemû êrîşên artêş û dewleta TC ên li hemberî qadên me, ji bo azadiya xwe wan rêxistinbûyîna xwe ya xweser berfireh kiriye. Weke arteşa jinê, bi çalakiyên xwe re me hesab ji artêşa TC a êrîşkar pirsîn, ji niha û pê ve jî em ê hesab bipirsin. Weke artêşeke jinan em ê xwe mezintir bikin.

     Gerîlayên me yên jin ên YJA Starê di hemû çalakiyên hêzên HPG’ê de bi mîsyona pêşengiyê cih girtin. Weke artêşa jinê, em bîlançoya şer a sala 2015’an bi gelê xwe û raya giştî re parve dikin.

 Çalakiyên hêzên gerîla yên me yên YJA Starê li dijî operasyon û êrîşan;

    -7 çalakiyên kontrola nasname û rê

-21 çalakiyên sûîqestê. Di encama van çalakiyên sûîqestê de 21 leşker hatin kuştin

 -9 çalakiyên sabotajê; di encamê vê de 51 leşker hatine  kuştin

-7 çalakî pêk hatiye; di van çalakiyan de 11 leşker hatine kuştin

-Di operasyonên artêşa Tirk ên ji bo tinekirinê de, di navbera gerîlayên me yên YJA Starê û dijmin de 5 caran şer derket; yek jê payebilind 23 leşker hatin kuştin

-Hêzên me yên YJA Starê 5 maşînên zirxî îmha kirin

 -2 çalakiyên kemînê hatin lidarxistin, 2 leşker hatin kuştin

-Li Başûrê Kurdistanê (Şengal, Kerkûk, Mexmûr) hêzên me yên gerîlayên jin di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de, di nava çalakiyên hêzên HPG’ê de bi awayekî aktîf cih girtin. Di van çalakiyan de 4 gerîlayên me yên jin şehîd ketin  

 -Di şerê li hemberî artêşa Tirk de, di sala 2015’an de 44 gerîlayên me yên jin şehîd ketin

-Li Rojhilatê Kurdistanê, di çalakiyên hêzên HPJ’ê yên li dijî rejîma Îranê de roleke aktîf lîstin. Di encama vê têkoşînê de 3 gerîlayên me yên jin şehîd ketin

Di sala 2015’an de gerîlayên me yên YJA Starê 56 çalakiyên xweser pêk anîn

-Leşkerên hatine kuştin; 109

-Birîndarên neyar; 33

-Gerîlayên me yên şehîd ketin; 51

5 Çile 2016

 Fermandariya Biryargeha Navend a YJA Star