Ji bo raya giştî û çapemeniyê!

Em dikevin siyemîn salvegera hersê rêhevalên me yên Kurdistanî ên ku bi xûnxwarî li Parîsê hatin qetilkirin.

Di pêvajoyekê ku gelê me û jinên Kurd bi berxwedaniyekî mezin li hember zilmê serî rakirine de em siyemîn salvegera komkujiyê pêşwazî dikin. Di destpêkî de fermandara pêşeng yê tevgera me ya azadiyê rêheval Sara, cardin Fîdan Doxan û Leyla Şaylemez di şexsê wan de em tevahî rêhevalên me yên şehîd ên ku li hember bêrûmetiyê, çewsandinê, zilmê û tûnebûyînê dilê jin yê ku jiyan avakiriye li hember sekiniye û tevahî rêhelên me yên şehîd bibîrtînin û li hember bîranîna wan bejna xwe di tewînin.

Pergala ku xwe li ser tûnebûna jin têşedigre û ji vê jî dikeve rê li ser civaka, li hember gelan, polîtîqayekê nîjadkujî rêvedibe, vê taybetmendîyê xwe yê herê eşkere bi gotinên “di destpêkî de jinan bi kujin” re daniye holê. Di her rûpelê dîrokê de ev taybetmendiyê xwe pêşkeş kirinê de fedî ne kiriye. Rûyê wê yê herê tarî jî di 9’ê Çile yê sala 2013’an de li Parîsê li ser bûroya Enformasyon a Kurdan pêkaniye. Rêheval Sara ya ku, li hember dîroka bilenet û tijî koletî jiyana xwe bi şer hûnandiye. Di şexsê xwe de ji bo ku jina Kurd û tevahî jinên cîhanê ji nû de rabe ser linga bibe xwedî vîn û bibe hêz  nûnertiya serkeftina wê dike. Şahadeta rêheval Sara ji derveyê tirsa ku ev dîroka tarî berovajî bibe tu tiştekêdin nîne. Rêheval Sara weke Kurdek, jinek rastiya nîjadkujiyê di tevahî aliyan de his dikir û bi vê re jiyan kirinê ti carî ne pejirand. Di malê de, mektebê de, cihê kar, li gund, bajarên mezin, di girtîgehan de û di her kêliya jiyanê de seknekê li hember daye raberkirin.

Jiyana ku her tim bi şer tijî kiriye û gava xwe ji xweliyê xwe di afirand ji bo pêşerojê jî di bû hêvî û feraseta wêrektiyê qezençdikir. Jinên Kurd bi çîrokên ku ji bo wê, şertên ku kes cesaret nake li hember herkesê rabûn û di gûndê fîs de herikandina wê berbi têkoşîna azadiyê ve a ku mezin dibe, sekna wê ya serbilind di girtîgehê de, azwariya wê ya ji bo têkoşîn û çiya de xwe dîtiye û beşdarê nava rêfên têkoşînê bûne. Rêheval Sara tişta ku dixwastin bidin ji bîrkirin, bi bîr xistiye û nûnertiya hêza azadiya ku berbi xwe ve dikşîne dike. Di vê wateyê de ew bûye çirûska ku têkoşîna azadiya jin pêxistiye. Piştê wê jî hewildanên ku mezinkirina agirê ku pêxistiye têkoşîna xwe de ti tavîz ne daye. Ji bo ku di xwe de ewqasî nirxa afirandiye û heqîqetê rakiriye di heman demê de bûye rastiya ku hêzên faşîst yê desthilatdar ewqasî jê bitirsin. Di vê wateyê de rêheval Sara û rêhevalên ku di şopa wê de beşdarê têkoşînê bûne û weke rêheval Sara dimeşin qetilkirina rêheval Rojbîn û Ronahî rastiyên ku di şexsê xwe de derxistine tê wateya qetilkirina vê rastiyane. Gava Rêber APO vê getlîamê weke “nîjadkûjiyekê nû yê Dersîmê” binav kir balkîşand li ser nîjadkûjiyek nû yê li ser gelê Kurd rewa were dîtin. Getlîamê rêheval Sara, Rojbîn û Ronahî di şexsê jinde nîjadkûjiya ku wê ji îro pêde li ser gel were kirin destpêkek bû. Wehşeta DAÎŞ ya ku li Kobanê û Şengalê avakirin rastiya vê tespîtê dide diyarkirin. Her çiqasî navê yên ku vê wehşetê pêktînin were guhertin jî li di rastiyê de bi heman teşe di roja me ya îro jî tiştên xwe pêktînin. Di roja me ya îro de li Bakurê Kurdistanê li Cîzrê, Nusaybîn, Sur, Fergîn, Silopî û Kerboranê êrişên weke DAÎŞ pêktên delîlê vê yê herî vekiriye. Bê ku bibêjin zarok, ciwan û pîr li ser gelê me guleyan di barînin. Bi tangan û topan heya di nava malê de diçin.  Cardin herê zêde jin tê hedef girtin û dayîkên ku pitikê wan di zigê wan deye berbi çavê zarokên xwe tê qetilkirin. AKP bi van pêkanînên xwe re ji tevahî cîhanê re dide diyar kirin ku tu ferqê min ji çeteyên DAÎŞ ê ku bi destê xwe wan xwedî dike tu cudahiya wê nîne. Cardin di 5’ê Çile de bi qetilkirina hersê jinên Kurd ê siyasetmendar re dide diyar kirin ku qetliama Parîsê wê pêkaniye. Tam jî di salvegera komkujiya Parîsê de bi qetîlkirina Sêvê Demir re, Pakîze û Fatma Uyar re peya ma ku li hember her derketinên ku hûn ji bo azadiyê bikin wê bi komkujî were bersiv dayîn daye. Hikûmeta AKP’ê bi vê re rengê polîtîkayên xwe yên dema pêş jî daniye holê. Hewildide ku jinan û  gelê me bitewsîne û ji têkoşînê qut bike.

Lê AKP û seriyê wê yê ku xwe di şibîne Hîtler, xwe bi agirê ku Sarayan pêxistiye dîtiye îro li çar perçeyê Kurdistanê jinên leheng û egîd her ku diçe mezin dibe û bi vînekê hêz li hember nîjadkûjiyê disekine û dizane ku bi van nêzîkatiyên xwe re wê nikaribe bêzar bike. Di her melheleyên têkoşîna çil salîde êrişên wek hev bi xwe re ne tûnebûyînê ji nûde rojbûyînê aniye. Her çewisandin bûye hêz û tevgera azadiyê bi Rêberê xwe û pêşengên xwe re xwe di dilê mirovan de mezin kiriye. Hikûmeta AKP yê ku agahiya wê ji dîrokê nîne û bi gafleta xwe de şêwaz û rêbazên weke hertim pêktîne ne di wê ferqêde ye ku bi xwe dawiya xwe amadekiriye. Eşq û azweriya azadiyê ya ku Sarayan di dilde afirandiye jinên ku dizanin ev ji nan û av zêdetir pêwîstiye weke îro ji îro pêde jî wê tû êrişên zilamê serdest û faşîst nede seknandin.  Em weke jinên ku çanda berxwedaniyê a ku ji pêşengên xwe yên mezin girtine di çiyade, kolanen de, şaqama de û di her kêliyê jiyanê de bi her awayî weke jinên Kurd biryara me û wêrekbûyîna me heya dawiyê hirsa ku vê hêza me xurt dike ji her deman zêdetire. Di vê wateyê de gotina Rêber APO ya ku dibêje; “têkoşîna Sarayan têkoşîna azadiya jine”jiyanî kirin, nûnertiya wê kirin weke hêzên parastina jin, wê ji bo me bibe hêceta herê mezin yê têkoşîn kirinê. Emê vê di tevahî qadên me yên ku berxwedanî tê de tê meşandin, cardin tevahî qadên nû yên ku berxwedanî nû despêdike emê jiyanî bikin. Bi vê zanabûyînê re di serî de jin tevahî gelê me, gelê Tirk, kesîmên demokrat li hember ev komkujiyên ku ji bo derketina azadiya jin ji bo sekna gelê me yê bi rûmet tê kirin di nava têkoşînek daîmîdebin. Em bang dikin ku xwedî li kelhên berxwedaniyê derbikevin û ji heft salî heya heftê salî li ser lingabin û êrişan vale derbêxin.

Em weke hêzên YJA Star di siyemîn salvegera komkujiyê de cardin rêheval Sara, Rojbîn, Ronahî, Sêvê, Pakîze û Fatma di şexsê van rêhevalên me de tevahî rêhevalên me yên şehîd yên ku têkoşîna azadiya jin gihandine lûtkeyê bi rêzdarî bibîrtînin. Emê heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê xwedî li bîranîna wan derbikevin û girêdayî bibînin. Em soza azad kirina Rêber APO û serkeftina têkoşînê didin.

Tu tiştek ji azadiyê û ji jiyanekê bi rûmet bi nirxtir nîne.

Her bijî mîmarê têkoşîna me ya azadiyê Rêber APO

Her bijî fermandarên pêşeng yê riya azadiyê

Bimre her curê hişmendiyê zilamê faşîst û nîjadkûjî

Fermandara Biryargeha Navendî a YJA Star