Ji raya giştî û gelê me re; Em roja rojbûna Rêberê xwe ya ku bi wate dayîna jiyanê re rêya di heqîqetê de meşandinê û ji bo mirovahiyê nirxên pîroz avakiriye rojbûna wê bi heycanekê mezin pîroz dikin.

Em dayîka Ûweyş ya jiyana mezin welidandiye, Şehîdên Amara bi minet dariyekê mezin bibîrtînin.

Em roja 4’ê Nîsanê ya ku ji bo me xwedî wateyek gelekî mezine carekêdin bi coşekê mezin pêşwazî dikin.  Piştê meha Adarê ya ku mizgîniya Biharê dide, meha Nîsanê jî ya ku coşa biharê dide jiyan kirin û di heman demê de di xwezayê de dibe mizgîniya nûbûyînan jî. Di vê wateyê de mehekê ku nûbûyîn, xweşikbûyîn tê afirandin. Bi rojbûna Rêberê me re meha Nisanê bi wateya xwe ya heyî re gelek wateyên mezin avakiriye û zêdetir xweşikbûye. Ji bo vê jî 4 Nîsanê ji bo me ne tenê Rojbûna Rêberê me ye, heman demê de bi Rêberê me re rojbûna hêvî û azadiyê ye.

 Her civak, her serdem xwedî lîderekî ye ku pêşengiyê dike. Rêber Apo xwedî li mîrateyên lîderên di hemû serdeman de pêşengî ji civakan re kirine û di jiyana azad û demokratîk de israr kirine, derketiye. Bi vî rengî bûye rêberê sedsala 21’an. Lewma ne tenê Rêberê civaka xwe ye. Bi paradîgma û felsefeya xwe ya jiyanê re rê li ber pêşketinên welê vekiriye, ku dibin bersiv ji hemû mirovahiyê re. Ji ber vê yekê em dibêjin Rêber Apo rêberê jiyana azad a sedsala 21’an e. Rêberê me yê ku li hember kesên ku ji bo tûnekirina jiyanê sond xwarine, ji bo vê şev û roj dixebitin bi rikekê mezin di jiyana azad û nû de israr kiriye ji bo me hêvîya jiyana herê mezine.  Her rojbûyînên ku pêktê bi xwe re nûbûyîn û xweşîkbûyînan tîne. Rojbûna Rêber APO vane tevahiya derbas kiriye û bûye wesîleya ku jina azad û ferdê azad xwe avabike.  Rojbûna Rêber APO li hember pergala zilamê desthilatdar rojbûna jiyana azade. Serokatiya me bi dahûrandinên xwe yên ji bo şaristanî û dewletê dîrok ji nûde ji bo civak û jin şîroveyekê nû kiriye.  4’ê Nîsanê ne tenê rojekê ku roja rojbûna Rêberê me ye heman demê de, bi Serokatî re roja rojbûyîn û ji nûde vejîna jina azade. Rêberê me wê jiyana azad çawa were avakirin ji me re gotiye û rê fêrîme kiriye. Ger ku niha di her çar perçeyê Kurdistanê de jin bi dirûşmeya jiyana azad ser linga ne li Başûr Avestayan, Rojhilat Rûkenan, Rojava Arînan û li Bakurê Kurdistanê Deryayan ji bo jiyanekê bi rûmet çalakiyên azadiyê pêktînin ev rewş tê wê wateyê ku heqîqeta rêhevaltiya ku Serokatiya me bi jin re pêkaniye jiyanî bûye.

Rêberê me di nava sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê de bi berxwedaneke mezin re, hemû nêzîkatiyên tinekirin û înkarê pûç kiriye, hemû plan û hesabên hikûmeta Erdogan-AKP’ê û dewletê ji hev xistiye. Dewleta ku tehemûlî vê nekiriye, careke din serî li tecrîdkirinê daye. Lewma ji 5’ê Nîsana 2015’an û vir ve bi ti awayî hevdîtin bi Rêberê me re nehatiye kirin. Ev saleke têkiliya bi Rêberê me re hatiye qutkirin, li ser rewşa wî agahî nayên girtin. Ji bo Rêberê me ji nava van mercan bê derxistin û ji aliyê fîzîkî ve azad bibe, em amade ne çi pêwîst be bikin. Lewma em ê sala 2016’an veguherînin sala azadiya Rêberê me. Pêwîste jin ji bo azadkirina Rêber Apo xwe li çar parçeyên Kurdistanê, li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn, li çar aliyên cîhanê bi rengekî herî xurt bi rêxistin bikin û seferber bibin. Ji çiyê heta bajaran, ji gundan heta metropolan, di her dem û cihî de têbikoşin û berpirsyariyên hevrêtiya bi Rêbertî re bi cih bînin. Eger serhildan bên mezinkirin û di encama vê de berxwedana xwerêveberiyê were biserxistin, 4’ê Nîsanê wê bêhtir watedar bibe. Lewma divê 4’ê Nîsanê bi ruhekî mezin ê berxwedan û serhildanê bê pêşwazîkirin. Yekane hêza pêşengiyê ji vê re bike jî, jin e.”

Em wek jinên ku cihê xwe di nava tevgera azadiya jin de digri, ger ku em dixwazin şanaztiya jinbûyînê jiyan bikin, pêwîste em rûmeta bi Serokatiyê re hevaltî kirine destbêxin û vê her kêlî di her cihê de avabikin. Encex ji bo jin di van şertande jiyana azad wê bi guhere rastiyê û bê jiyan kirin. Em jî weke gerîlayên YJA Star ji bo ku vê rûmetbûyînê jiyan bikin emê tevahî hêza xwe seferber bikin. Ji bo ku sedsala 21. bi felsefeya Rêber APO re û paradigmaya wê re jiyanî bibe, ronî bibe emê şerê xwe her daîm berdewam bikin. Îro gelê Kurd 4’ê Nîsanê bi ruhê serhildanê pêşwazî dike. Di vê wateyê de em berxwedaniya gelê me yên ji bo xwerêveberiyan cardin silav dikin.  Bangawaziya me ji bo tevahî jinên ciwan ewe, ji bo ku gavekê din nêzî Serokatî bibin pêwîste berê xwe bidin çiyayên azad.  

Her bijî afirênerê jiyana azad Rêber APO!

Her bijî roja azadiyê 4’ê Nîsanê!

Bimre her curê faşîzm!

Fermandariya Biryargeha Navendî a YJA Star