Em di şexsê rêheval Egîd de ya ku çanda berxwedaniya Kurdan a hezar salan veguherandiye vejînê Fermandarê pêşengê pêngava 15’ê Tebaxê tevahî şehîdên şoreşê bi rêzdarî bibîrtînin. Em salvegera cejna me ya vejînê a 33.di serî de li çêkerê jiyana azad Rêber APO, gelê me yê welatparêz û tevahî rêhevalên me yên ku di her çar perçeyê Kurdistanê de li ser rêya rêheval Egîd di meşin, şerdikin û têkoşîn didin meşandin pîroz dikin.

Demekê ku êrişên avahiya dewleta Tirk a faşîst her diçe zêde dibe, gelê Kurd bi çewsandinên gelek giran û îmha kirinê re rû bi rû dimîne pêngava 15’ê Tebaxê guleya yekem a ku li tevahî çewsandinan, zilm, îmha û koletiyê hatiye xistine. Di heman demê de tê wateya pêngavên azadiyê a şoreşgeriyê yên ku Serokatiya me pêşxistiye vegûheriye bi awayekî şînber û pratîk bûye. Ev pêngava dîrokî ya ku di demekê wisa de derketiye her roj diçe mezin dibe û bi hêztir dibe. Veguheriye tevgera azadiyê a ku ji ciwana bigre heya mirovên temen mezin, jin heya zilam, karker û xebatkaran, Tirk û Kurd her kes xwe di nava wê de dibîne. Di vê wateyê de bûye pêngava azadiyê a ku bûye hêviya gelên Rojhilata Navîn, hênaseya wan ya jiyanê.

Şert û mercên ku bûne sedem pêngava 15’ê Tebaxê derbîkeve pêş, desthilatdariya ku ji bo gelan xeteriyê avadike û rejîma faşîst di roja me ya îro de jî zêdetîr bi xeter xwe dide pêş. Li Tirkiye 15’ê Tîrmehê de darbeya ku xwastin pêkbînin, ji tevahî darbeyên ku heya roja me ya îro pêkanîne cûdatire. Hikûmeta AKP-Saray vê teşebûsê ji bo xwe weke sedem dîtin û bi formûlekê cûda veguherandin darbeyekê siyasî. Hewildidin bi vê hemlê re tevahî kesimên demokratîk berteref bikin. Bi vê awayî jî gav bi gav ber bi rejîmekê faşîst, darbecî û yekperestî ve diçe. Ev gev û xeterî herê zêde jî dixwazin li ser Serokatiya me û gelê me pêşbêxin. Jiyan û azadiya Serokatiya me ji bo gelê Kurd û şervanên wê mijarê hebûn û tûnebûyînê ye ji bo vê jî ji bo me sedemê herê bingehîn yê şere. Pêngava vejînê 15’ê Tebaxê her diçe mezin dibe û îro di Kurdistanê de veguheriye nûde avakirina xweseriya Demokratîk û jiyana azad. Çawa ku bi pêngava 15’ê Tebaxê re me tevahî derbeciyan bi erdê re kir yek, emê di roja me ya îro de jî bi heman ruhê hêzên ku li ser gelê me gefan dixwin berteref bikin. Ji ber ruhê rêheval Egîd yê têkoşînê di roja me ya îro de li her çar perçeyê Kurdistanê xwe ji nû de di afirîne. Êdî her zarokên Kurd, jinên Kurd, ciwan û zilamên Kurd xwe bi vê ruhê, felsefeyê mezin dike, li hember neyar di vê xetê de têkoşîn dide meşandin. Eşkereye ku tu neyar nikare xwe li hember vê hêzê bigre û tu astengî jî nikare li hember vê hêzê bisekine. Têkoşîna me ya azadiyê a ku bûye Egîdwarî ji Egîdan heya Bêrîtanan, Nudayan heya Rojînan, Arînan heya Nucayan, Rozayan her deman de serketiye.

Asta dîrokî ya ku têkoşîna me ya azadiyê xwe gihandiyê de weke gerîlayên YJA Star bê niqaş bi felsefeya jiyana Rêber APO ya ku xîz kiriye, weke şopdarên rêheval Egîd emê şer bikin. Ji bo azadiya Rêberê me û gelê me emê xwe di xeta fedaîtî de bi her awayî kûr bikin û emê serkeftinekê misoger pêkbînin. Li ser vê bingehê bangawaziya me ewe ku gelê me têkoşîna jiyana azad bilind bikin. Em tevahî ciwanên Kurd jî vexwandina, bi ruhê Egîdbûyînê re em li derdorê Rêber APO çemberekê ji agir avakirinê dikin.

Her bijî afirênerê pêngava me ya vejînê Rêber APO

Her bijî têkoşîna me ya azadiyê a ku dibe Egîdbûyîn

Bimre her curê paşverûtî û faşîzim

Fermandariya Biryargeha Navendî Ya YJA Star