Ji çapemenî û raya giştî re!
Ji bo azadîya rizgarkirina tevahî gelan u jinan, ji bo azadîyê her tim di nava tekoşîneke mezin de bu. Tekoşîna ku meşandîye bûye hevîya gele bin dest, bi dayîna bedelên mezin heya roja me ya îro hatîye.Tekoşina me ya dîrokî bi hezaran rêhevalên me yên giranbaha yên ku di şahadeta wan da em zorîyê dikşînin, di encama şerekî dijwarda ya ku derketîye holê şahadîya wê dikin. Yek ji wana jî gihîştina şahadeta dîrokî ya rêhevala me Stêrk Serdar e.
Şehit düşen arkadaşımızın sicil bilgileri;
Zozan – Stêrk Serdar
Rêhevala me Sterk Serdar (Zozan Dozdar Haran) di 26’ê îlonê di encama qezayekê de birîndar bu û rakirin nexweşxaneyê. Rexmê hemû hewildanên doktoran jî hevala me Stêrk Serdar xilas nebû û di 6’ e Cotmeh’ ede gihişt şahadetê.
Rêhevala me Stêrk bi eslê xwe ji Amedê ye. Mîna bi hezaran ciwanên kurd yên ku zilma dewletê qebûl nekir, rastiya ku ji malbata xwe ya welatparêz fêr bû, hîna di temenê xwe yên biçûk de dikeve nava lêgerînek mezin. Şoreşgertî û rastîya welatê xwe ji bavê xwe Şehîd Serdar ku fermandariya Amedê kiribu hîn bû. Lewra berê xwe da nav refên Tevgera Azadiyê.
Rêhevala me Stêrk li herêmên wekî Gare, Heftenîn, Mexmur û herî dawî jî li Şengal’ê ma bû. Dema ku çeteyên DAIŞ’ê bi hemû hovîtiya xwe hewlda da Kurdistanê dagir bike û gelê me qetil bike bi israrek zêde berê xwe da Mexmûr ji bo gel biparêze. Ji ber ku hîna dagirkeriya çeteyan li Şengalê berdewam dikir, qêrîna jin û keçên Êzidî rêhevala Stêrk hindirê xwe hîs dike û hat qada Şengalê.
Di xeta tekoşîna azadîya jinê da mîlitanekî pir xurt,bi Serokatî ra giredayî u bi felsefa Wê da meşandin ji bo na rêhevala Stêrk îddîa u armancekî pir mezin bu. Di tekoşîna me da bi peşenktî u di reya buyîna fermandarîye da hevalekî mînak bu. Hezkirina wê ya jîyanê u giredanbuyîna wê ya hevaltîye pir mezin bu. Ji ber wê jî rêheval Stêrk di demekî kurt de bi ken,bi moral û bi dil germbûna xwe di dile hemu hevalên xwe da cihe ki mezin girt.
Em wekî Fermandariya YJA-STAR a Şengalê ji malbata xwe ya giranbiha û gele xwe re sersaxî dixwazin û di şexsê şehîd Stêrk û hemû şehîdên xwe de soza xwe nû dikin û soza bilindkirina tekoşînê didin.
FERMANDARÎYA YJA-STAR A ŞENGAL
10 COTMEH 2016