Ji çapemenî û raya giştî re!

Em di serî de ji malbeta welatparêz ya rêhevala me Şehîd Doza welat re sersaxî dixwezin û êşên malbetê  parve dikin. Em soz didin wê xwîna hevalên me li erdê nemîne.

Rêhevala me Doza di 20 salên xwe yên tekoşînê de bû şervaneke xwedî kedeke mezin. Gav bi gav xwe di riya heqîqeta Rêber APO’de avakiribû. Wê xwe li van çiyayên azad bi kedê hunand û bû şoreşgerek dilpak ya gelê xwe û pêşenga tekoşîna jinê. Bi rihê zîlan û bêrîtanan li çiyayên Kurdistanê, çiya bi çiya şerê azadiyê da. Di tekoşîna xwe ya 20 salan de kedek bêhempa afirand. Ew bi sekna xwe ya serhildêr û bi girêdana xwe ya bi hevaltiyê re dihate nasîn. Di nava jiyan û di pêvajoyên herî zor û zehmet de dibû çavkaniya coş û morale, ji bo rêhevalên xwe. Bi taybetmendiyên xwe yên fermandarî bê ku xwe ji erkên rêxistinê bide aliyek di bin her şert mercan de li her qadên tekoşînê bar da ser milê xwe. Heval doza ji erka tim bigire heya erka qadê fermandarî kir. Bi evînek mezin ya dozê şer kir û xwe weke bêrîtanan afirandibû.”

Heval doza ji bo cihê xwe di çeperên tekoşîna herî gerim de bigire berê xwe da Amed’ê. Li hemberî êrîşên Dewleta Tirk yên tunekirina gelê Kurd û tevgera me, heval Doza bi şerkirinê bersîv dide. Li ser wê esasî bi rengekî herî çalak û bi rihekî canbexşane beşdarî pêngava şerê gelê şoreşgerî bû. Bi biryardariyek mezin bi erkên demê radibe. Ji çiyên Araratê heya Amed’ê rêwîtiya xwe ya tekoşîna şoreşgerî bê rawestandin domand û xwe di nav dilê rêhevalên xwe û çiyayên Kurdistanê de neqişand. Em carek din li hemberî keda rêheval doza bejina xwe ditewînin û dibêjin heya misogeriya jiyana azad a Rêber APO û gelê me neye kirin em soz didin şehîdên xwe ku wê tekoşîna me bidome.

1 Kanûn 2016

Fermandariya Biryargeha Navendî Ya YJA Star