Ji bo gelê me yê welatparêz û raya giştî!

Newroz ya ku vegotina nirxê van xakane yê herê resen dike, ya ku Newroz bi wateya xwe ya rast re hev aniye û bûye navê, wê tekoşîn bi berxwedaniyê re serbikeve û PKK weke partiya Newrozê diyariyê tevahî gelan kiriye Serokatiya me, ji gelê me yê ku ruhê Newrozê xistiye serhildan û ji tevahî mirovahiya ku ji bo jiyanê tekoşîn didin meşandin cejna Newrozê pîroz dikin. Şehîdên me yên mezin ê Newrozê Mazlum Doğan, Zekiye Alkan, Rahşan, Ronahî, Bêrîvan û Semayan her rojê dikin Newroz û tevahî şehîdên me yên mezin, lehengên berxwedanê û tekoşînê bi rêzdarî bibîrtînin û minetdariya xwe li hember wan didin raber kirin.

Newroz tê wateya azadî, demokratîk, jiyana heqîqet, mizgîniya biharê, nûbûyîn û roja ku berê xwe dide mirovahiyê. Heman demê de tê wateya kedê ku bedelê xwe dibîne û jiyana komînal xwe bi îlmîk îlmîk di hone. Bi partiya me PKK’ê re Newroz ji vejînê, rizgariyê re pêşketiye û bi tekoşîna azadiyê re zêdetir bi wateyên mezin qezenç kiriye. Yên ku dixwazin meşaleya azadiyê a ku ji destan berbi destan ve digere bi tefînin, bi heqîqeta PKK’ê re rû bi rû tên û dikevin tarîtiya ku hewildidin avabikin.

Îro hem li Kurdistanê hem jî di serî de Rojhilata Navîn û gelek deverên cîhanê rojên bi Newroz tê jiyan kirin. Çawa ku beriya vê hezar salan Dehaqên ku êrişê li ser vîna gel, nasnameya azad kirine, Dehaqên serdema 21.ji wan zêdetir bi awayekê êrişkar li ser mirovahiyê de diçin. Lê bi hezaran Kawayê ku li hember zilma Dehaqan stuyê xwe na tewînin, koletiyê na pejirînin dijîn. Şoreşa Rojava ya ku mohra xwe li serdema 21.daye bûye şoreşa Newrozê. Jin, ciwan û gel yên ku hêviya pêşeroja xwe di Rojava de dîtine bi pêla coşekê mezin berê xwe dane ev şerê berxwedaniyê. Bi vê awayî tevahî gel piştê ku ji dîrokê heya niha tewsandina ku dîtine henaseyek girtin. Ji bo vê îro li ser Kurdan û nirxê ku li ser navê mirovahiyê destxistine tehemmûlsiztiyek mezin û êriş heye. Ev herê zêde xwe vesaz kirina faşîst ya Erdoğan-AKP’ê de dide der. Kurdan di bijavtinê re derbas dike, dixe dibin tewsandinê de, mêtingerî li ser dike, qetil dike û zindî di şewtîne. Bi PDK’ê re bi awayekê hevbeş êriş li ser Şengalê pêkanîn, li Rojava bi çeteyan re êriş li ser nirxê gel kirin peçeyekê ji vê rastiyê ye. Li keleka van rastiyan jî ev heye; heqîqeta civaka azad û netewa demokratîk ku di şexsê Kurdan de pêşdikeve bûye tirsa xewnên Dehaqên serdema 21. Berxwedeniya rêveberiyên xweser yên ku di Bakurê Kurdistanê de pêk hatiye bûye rastiya gelê ku bûye Newroz.

Çawa ku di sala 90’an de bi taybetî gelê Cîzir, Nisêbin, Hezex, Silopî bi serhildanê re tekoşîn kirine û di nasnameya xwe ya azad de israra xwe dane raber kirin, heman helwestê di berxwedaniya xwe rêveberiyên cewherî de jî carekê din dane diyar kirin. Ewne dan diyar kirin ku Newroz encex bi berxwdaniyê re wê wate bibe. Di şexsê Mehmet Tunç, Asya, Derya Koç, Pakîze, Sêvê yan de bi hezaran ciwanên Kurd û şervanên berxwedaniyê Berfînan, Zeryan, Rûken, Çiyager agirê ku ji rêheval Mazlum Doğan giritine di bedenê xwe de pê xistine dane peyîtandin ku şopdarê hevrêyên xwe ne.  Bi vê awayî jî tevahî êrişên neyar vale derxistine.

Weke YJA Star li ser bingeha xeta vê berxwedaniyê bersiva herê bi wate a ku ji Newrozê re were dayîn pergala xwe ya parastinê zêdetir pêşxistin û serkeftinê misoger kirine. Her milîtanekê YJA Star wê xwe bi coş û zanabûyîna Newrozê re arastî bike û pêngava biharê jî bi serkeftinê re bilind bike. Wê tevahî rojên sala 2017 de bi ruhê Newrozê pêşwazî bike û pêdiviyên wê jî bîne cîh. Li ser vê bingehê di serî de jin, ciwan, gelê me û tevahî gelê ku girêdayî rûmeta mirovahiyê ne em dawetê, di bingeha parastina cewherî de li hember Dehaqên di roja me ya îro de xwe rêxistin kirin û tekoşîn kirinê dikin. Emê sala 2017’an bi ruhê Newrozê re mezin qezenç bikin. 

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Star