Jİ ÇAPEMENÎ Û RAYA GİŞTÎ RE

Dîroka 4’ê Nîsanê êdî di hafiza tevahî jinan, gel û mirovahiyê de bûye sembola azadî, demokrasî û heqîqetê. Ev roj di dîrokê de bi vegera li cewherê xwe li dijî tevahî hişmendî û pergala hêzên desthiladar, xwedî wate û nirxek cûdaye. Ji ber wê ye ku nirxên herî pîroz û esîl ên jinbûn û civakbûnê di şexsê Rêberê me de şênber bûne. Bi vî rengî navê derketina mezin û dîrokî bûye zayîn, mezinbûn û jiyîna di rastiya Serokatî de. Rêberê me îdeolojiya azadiyê, felsefe û nirxên jiyanê ên ku di şexsê xwe de ava kiriye, wekî fikir û pratîka zayîna azad a jin, gel û mirovahiyê, pêşxistiye. Bi vê boneyê em roja 4 Nîsan’ê di serî li yê ku ev hemû nirx di şexsê xwe de şênber kiriye, li Rêberê xwe, her wiha li tevahî jinan, li gelê xwe, li rêhevalên xwe û li tevahî mirovahiyê pîroz dikin.

Pêşketin û zayîna Rêbertî îro li ser erdnîgariya Kurdistanê, weke nirxên jina azad, civaka azad û mirovahiya azad bilind bûye, ev rastî veguheriye heqîqeteke ku tevahî dost û dijmin şahidî jêre dike. Ev heqîqet weke pergala xweseriya demokratîk veguhestiye jiyanê û di serî li Kurdistanê, hêza guhertina herêm û cîhanê derxistiye holê. Serkeftina Kobanî ya ku tevahî cîhanê pîroz kir, mînaka vê ya herî berbi çave. Bi vî rengî rêya şoreşa herî xurt û bi kok ya dîroka 5000 salî vebûye. Bexwedaniya bê hempa ya ku di bajar û çiyayên Kurdistana bakûr de, di Şengal û Başûrê Kurdistanê de, heya Rojhilatê Kurdistanê, di her çar parçên Kurdistanê de, di şexsê jin û gelê Kurd de veguheriye nasnameya ku nirxê wê bilind bûye. Ev rastiya tekoşînê, bi qasî ku ji bo tevahî herêm û cîhana me bûye çavkaniya îlham, hêvî û cesaretê, tekoşîneke ku li pêşiya azadiya tevahî cîhanê jî vekiriye. Ev pêşketinên ku rastiya Serokatiya me jêre rê vekiriye, bûye tirs û xofa herî mezin a hêzên desthiladar. Esareta Serokatiya me ya ku di encama komployek navnetewî de pêk hat û tecrîda ku ev 2 salin li Îmraliyê girantir bûye, vê tirs û xofa wan dide nîşandan.

Lê belê ne konsepta înkar û îmhayê ya dewleta Tirk, ne hêzên hevkar ên îxanetkar, ne hêzên herêmê yên statukoparêz, ne jî hêzên sermayedar ên ku bûne wek elameta qiyametê, wê nikaribin li hember heqîqet û azadiya ku di şexsê Rêberê me de şênber bûye, serbikevin. Di Newrozê de li çar parçên Kurdistan û li tevahî cîhanê kombûna jin, gelê me û civakên xwedî bawerî û nasnameyên cûdan, ev rastî danîn holê. Ji çiya heya bajaran tekoşîna me careke din biryardariya zayîn, mezinbûn û qezenckirina di rastiya Serokatî de danî holê. Asta êrîşan çi dibe bila bibe, emê van êrîşan berteraf bikin. Ji ber biryardariya me ya bi Serokatiya Azad re Jiyana Azad pêk anîn, ji her demê zêdetir xurt û bilind bûye.

Wek hêzên parastinê yên YJA Star, dema em vê roja 4’ê Nîsanê bi coşek mezin pêşwazî dikin, em soz didin ku emê vê salê bi azadiya Rêberê xwe, bi azadiya jin û gelê xwe ve, tacîdar bikin. Di vê bingehê de biryardariya me ya bilindkirina tekoşînê, ji her demê xurtire. Bi kombûnek hê xurtir a li derdor Serokatî, di serî de jinên Kurd, em gelê xwe û her kesên alîgirên azadî û demokrasiyê bangî bilind kirina tekoşinê dikin.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Star

3 Nîsan 2017