Ji gelê me yê welatparêz û raya giştî re!

Em 69mîn rojbûna Serokê me yê ku ji bo civakê di rêka ferdê azad de bû ye şewq û yê ku nîşaneya heqîqet û erdemê ye û roja 4ê Avrêlê a ku taybetî ji bo gelê Kurd û ji bo tevahî cîhanê roja ji nû ve zayînê ye pîroz dikin. Tevahî gelê xwe bi hêviyadi pêşerojên azad de bi Serok APO re jiyan kirinê silav dikin.

Roja 4ê Avrêlê a ku rojbûna Serokatiya me ye, ji bo gelê Kurd yê ku di destrêşka nijadkujiyê de ye û gihiştî ye sînorê tûnebûnê roja ji nû ve zayînê ye. Ji ber ku rewşa hebûna gelê ku di destrêşka nijadkujiyê de ye û ev ji xwe re qebûl kiriye rewşa mirinê ye. Gelê Kurd yê ku vî halê mirinê jiyan dike bi Serok APO re weke civakeke azad ji nû ve zayîna xwe pêkanî ye. Ger dîrok û gelan serokên wisa dernexistiba holê, îro me nikarî bû îdea avakirina civakekî ehleqî û azad bidin nîşandan. Ji ber vê sedemê di roja 4ê Avrêlê de tenê Serokê me nehatiye dinê; bi wî re bi hevbeşiya nirxên civak û gelan yê hezar salan ji nû ve zayîn hatiye ava kirin. Kombûna hezar salan, ked, can, berdel, yê berxwedêr, mêrxas, xwedavend, yê ku ji bo heqîqetê çûne şahadetê, her tişt û her kes bi şêwazekî azad fersenda zayînê dîti ye. 

Taybetî jî ji bo jin, 4ê Avrêlê wateyên pir cûda di hundirê xwe de dihewîne. Weke jin, bi saya Serok APO bi qezenc kirina nasname, bîr, nirx û vîn, em dayîna şerê “xwebûn”ê fêr bûn. Ger îro bi mîlyonan jin derdikevin kolanan û têkoşîna nasnameya azad didin, ji bo civakeke û pêşerojeke azad çiyayên ku nîşaneya azadiyê ne, di refên YJA Star de şer didin meşandin ev bêguman bi saya ked û nirxên ku Serokatiya me daye avakirin e. Ji ber vê yekê 4ê Avrêlê ji bo me pîroz e. 

Her çiqas hêzên hegemon yê kapîtalîst bi diziya nirxên civakê yê ku mirovahî bi xwe ava kiriye, mêtingehî, dagirkerî û talanê rewa bike jî nikare bigihîje armanca xwe. Îro di çar parçeyên Kurdistan’ê de bi taybetî jî li Efrîn’ê şerê azadiyê yê ku bi navê “Berxwedana Serdemê” bilind dibe ji bo tevahî gelên cîhanê dibe hêviya azadî ye û ev berxwedanî rastiyeke wisa derxist holê ku ti dagirkerî û êrîş nikare hêza binxistina heqîqeta azadiyê bide nîşandan. Şerê azadî û rûmetê di pêşengtiya felsefeya Serok APO de teqez dê qezenc bike. Weke ku Serok APO gotî ye; “Ez darberû me, her çiqas pelê min biweşin jî, çiqlê min were kezaxtin jî (budamak) kokên min axê vebihêz girêdayî ye”. Dema em bi vê rastiyê mêze bikin  em ê cardin bibînin ku ev zayîn ji bo jin û gelê Kurd dîsa ji bo Rojhilata Navîn û mirovahiya cîhanê dibe zayîna azadî ye. Bi vê zayînê re,dawî anîna esareta fizikî a ku li ser Serok APO tê meşandin bi parastina qezencên ku me bi dest xisti ye gengaz e. Ji bo vê,em ê bi hemû hêza xwe ji bo azadiya Serokatiya xwe bibin seferber û em ê tecrîta Îmrali parçe bikin.

Di vê wateyê de tevahî gelê me ji bo Serokatiya azad û Kurdistana azad li her cihî, di her dem û her saetê de bi mezin kirina berxwedanê pêwîste têkoşîna qezenc kirina jiyana azad a bi Serokatiya azad re bi serkeftî bi domî ne. Di şexsê rêheval Mahsum, Mustafa, Delal, Avêsta, Barîn, Îlam û Polatan de tevahî şehîdên xwe bi rêz û minetdarî bibîrtînin. Weke hêzên parastinê yê YJA Star bi bilind kirina têkoşînê em ê esareta Îmrali parçe bikin. Em soza xwe ya ku bi Serokatiya azad re avakirina jiyana azad û jiyanî kirina bîranînên rêhevalên xwe yên şehîd nû dikin. 

Fermandariya Biryargeha Navendî a YJA Star