Tevgera me ya PKK’ê ya ku ji bo mirovahiyê bûye çavkaniya hêviya jiyana azad dikeve sala xwe ya 41 emîn. Salvegera 40 emîn ya PKK’ê di serî de li mîmarê partiyê me Rêbertî yê, şehîdên me yên qehreman û tevahiya gelên cîhanê pîroz dikin. Dîsa di serî de rêheval Sara û Hakî Karer, tavahiya şehîdên şoreşê yên ku hebûna PKK’ê afirandine bi minet û rêzdarî bi bîr tînin, soza parastina nirxên şoreşê didin.

Dîroka mirovahiyê bi sedan salan bûye şahidê kesayatên bêhempa yên ku di oxira şerê azadiyê de hebûnên xwe feda kirine. Hêzên ku bi dijwarî êrîşê nirxên mirovahiyê kirine heman demê de û di heman astê de bi berxwedanê re rû bi rû mane ev jî bûye sedem ku hêza êrîşkaran bişkê. Ji ber vê yekê pergala heyî ti carî negihîşt armancê ku hedef dikir û her tim li hember azweriya berxwedêran binkeftin dijîn. Di sedsala 21 emîn dedi şexsê PKK’ê û gelê Kurd de dîrok şahidî ya heman berxwedaniyê dike. PKK’ê partiyeke vejîn û berxwedanê ye û bi hezaran qehremanên têkoşînê re navê xwe di dîroka azadiyê de daye nivîsandin û hêja berdewam dike. Di sedsaleke wiha ku; bêmafî, newekhevî di asta herî jor de tê jiyîn de PKK’ê ji bo tevahiya mirovahiyê dibe hêviya jiyana azad ji ber vê yekê di roja îro de li hember pergala serdest bûye yekane rêya jiyan kirinê.

Modernîteya Kapîtalîst ya ku dixwaze jiyana mirovan bixe hundirê qefesekî û bi vî awayî berê wan bi xwe diyar bike, her tim yekser berê xwe daye jin û bi felsefeya; “Berê li jinan bidin” re xwe bi pergalî kiriye, jiyana azad ya li derdora jinan kiriye armanca êrîşên xwe. Li hember vê yekê Rêber Apo di xeta birdoziya jin de tevgera PKK’ê pêşxist û xeta têkoşînê diyar kir bi vî awayî derbeyekî mezin li pergala heyî dide û ji tevahiya cîhanê daye îspat kirin daku jiyan, tenê bi jin re dikare bibe xwedan wate. Di roja îro de jinên Kurd bi PAJK’ê bûye partî, bi YJA STAR’ê re jî bûye artêş, bi KJK’ê re jî bûye pergalî. Lê belê berya PKK’ê jindi qadên; civakî, siyasî û leşkerî de ne gengaz bû ku bi îrade xwe ya cewherî, parastina cewherî û bi nasname xwe re hebûna xwe nîşan bide. Lê niha di tevahiya qadan de jin bi awayeke aktîf pêşengtî dike. Jiber vê yekê em dibêjin; PKK di xeta jin de misogeriya jiyana azad e.

Weke rewşa jin heman tişt ji bo gelê Kurd jî derbasdar bû, tenê rêya mirinê jê re hatibû hîştin lê gelê Kurd bi PKK’ê re bûn xwedan ruh û zanebûnê. Di 27’ê Mijdara 1978 an de dest bi nivîsandina destan û vejîna gelekî hate kirin û di roja îro de li her çar perçeyên Kurdistanê li Bakûr, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê destanên berxwedaniyê tê nivîsandin. Jin, ciwan, xort, kal û pîrên ku ji heqîqeta PKK’ê û Rêber Apo bawerbûn û di vê oxirê de amadebûn da ku canê xwe jî feda bikin, bi egîdî li hember çeteyên hov bê teredût şer kirin û berxwedaneke bêhempa derxistin holê. Di şexsê berxwedêrên Kurdistanê de Edûle û Derweşê ku temsîla evîna Kurdên windabûyî dikir careke din zindî bûye, evîna Kurd ji nûve şax vedaye û li her çar perçeyê Kurdistanê belav bûye. Di tevahiya salê de li Bakûr û qadên Parastina Medya yê li hember teknîkên herî pêşketî yê artêşa Tirk bi wêrekî hatiye sekinandin û bi taqtîkên nû şer hatiye pêş xistin bêgûman çavkaniya hêzên gerîlayê azadiyê ji ruhê PKK’ê ya berxwedêr e. Di roja îro de tevahiya cîhanê evîn û berxwedana PKK’ê bi lêv dike û şoreşa Kurdistanê weke şoreşa xwe dibîne û xwedî derdikeve. Pêşketinên têne jiyîn careke din nîşan dide ku PKK, ne tenê partiyeke Kurd û Kurdistanê ye, PKK; ji tevahiya cîhanê re îspat kiriye ku partiyeke parastina nirxên tevahiya mirovahiyê dike armanc.

Rêya me bi ronahiya Sara, Hakî û Delalan de zelal dibe. Her roja ku derbas dibe îdda me ya bûyîna rêheval û şopdarên wan zêdetir dibe. Artêşa Jina Azad YJA STAR di xeta van hevalan de rêya xwe berdewam dike û her roj hîn zêdetir mezin dibe. Şervanên Azadiyê yên ku felsefeya jiyana fedayî ji bo xwe esas digrin di her dem û qadê de heta dawî di parastina rûmeta azadiya gelê Kurd amadene ku di oxira vê dozê de cane jî feda bikin. Meşa azadiyê ya ku bi Sarayan destpê kir, îro bi Berçem, Gülnaz û Medyayan re gav bi gav ber bi zaferê ve diçe.

Weke hêza YJA STAR’ê emê heta dawî xeta azadiyê ya ku şehîdên me yên qehreman diyar dikin de berdewam bikin û heta ku bigihîjin zaferê bê navber têbikoşin. Careke din soza berdewam kirina têkoşîna azadiyê dûbare dikin. Emê jiyana bi rûmet û azad ya emanetên şehîdên me yên qehreman derbasî nifşên nû bikin, emê heta dawî têkoşîna bê eman ya azadiyê bimeşînin.

Bijî afirînerê PKK’ê Rêber Apo!

Bijî misogeriya jiyana azad PKK!

Binbikeve tevahiya pergalên faşîst û serdest!

FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA YJA STAR

FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA YJA STAR