Ji Raya Giştî re!

Di salvegera 23’emîn ya şahadeta rêheval Zîlan de, afrînera mîrateya jiyana azad bi minet û rêzdarî bibîr tînin, di şexsê rêheval Zîlan de hemû şehîdên me yên qehreman ên ku kesayetên zaferê di xeta fedaî û şêwaza wê de esas girtine,

di şexsê rêheval; Sema Yuce, Fîkrî Baygeldî,  Gulan (Fîlîz Yerlîkaya), Zîlan Pepule, Fatoş, Rojbîn, Ronahî, Elefterya, Arîn, Çîçek, Têkoşîn, Avesta, Delal, Armanc, Medya, Jîndar, Dîcle, Ugur Şakar, Zûlkûf Gezen, Ûmît Acar, Yonca Akıcı, Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çınar, Sîraç Yuksek, Mahsum Pamay de kevneşopiya bi kok a berxwedanê ya heta roja îro em anîne heman demê tevahiya şehîdên şoreşê bi hezkirin, rêzdarî û minet bibîr tînin, careke din bi mebesta salvegera şahadeta rêheval Zîlan de soza gihandina zaferê û xwedî derketina nirxên  me yên pîroz didin.

Çalakiya pîroz û esîl ya rêheval Zîlan, carek din nûjen kirina kevneşopiya xwedawenda evîn, şer û zaferê ya Îştarê bû. Pênc hezar sale bi sîstema baviksalarî û serdest ve di şexsê jin de civak û mirovahî li ser vê axê paşveçûnekî û ketinekî dijî. Çalakiya rêheval Zîlan banga manîfestoya jiyana azad e. Rêheval Zîlan, li hember emperyalîzm, dagirkerî û faşîzmê serî rakirin û navê berxwedanê ye. Li ser xakên Kurdistanê tine kirina dagirkeriyê ye. Di mejî û dilê qirkeran de xwe teqandin, perçe kirin û matmayî hîştina rejîma faşîst a ku bi serê gelê Tirkiyê ve bûye bela ye.

Têkoşîna fedaî a bi şêwaza jiyana Zîlan di şexsê jina Kurd de li hemû qadên jiyanê; li çiya, bajar, zîndan bi kûrtahî li her derê beramberî sîstema kapîtalîzmê kesayetên şerker, evîndar û zaferê a ku di xwedawend Zîlanê de gihîştiye rastiya xwe afirandî ye. Serî de li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê pêşengtiya jinên fedaî a Kurd de her roja ku derbas dibe, çanda berxwedanî û kevneşopiya dayîka xwedawend bihêz û berfirehtir dibe. Serokatiya me heqîqeta rêheval Zîlan wiha pênase kir; “Zîlan xwedawend e” Derxist holê ku; çanda xwedawendiyê ji Îştaran ber bi Zîlanan ve nûjen bûye û gihîştiye zaferê. Di vê wateyê de rastiya Zîlan tenê kesek nîne, ew bi bûyîna manîfestoya jiyanê re kûr bûye, cewhera kesayeta jin a bi kok û dîrokî derxistiye holê, serkeftina şoreşgeriya kêliyê afirandiye û ew remza pêşerojekî azad e. Serokatiya me, bi heqîqeta ku di çalakiya Zîlan de şênber bûyî ve serî de ji bona jina Kurd, hemû jin û civakên cîhanê re wek perspektîfa azadiyê; teoriya qûtbûnê, rêgez û Birdoziya Rizgariya Jinê di paradîgmaya Civaka Demokratîk, Ekolojîk, Azadixwaziya Jinê de şênber kiriye.

Rastiya xwedawend Zîlan, ji milê dîrokî ve bi qasî ku ji rastiyên civakî a ku di nav de jiyan kirî re bûye bersiv heman awayî wek milîtaneke azadiyê bi cîh anîna berpirsiyartiyên demê re bûye bersivek herî rast. Rastiya xwedawend Zîlan, raman û hewldanên Serokatiya me ji kûrahî de fêm kiriye, têgihîştiye, bi qasî ku kesayetiya bi şêwaz, tempo, jiyan û çalakiyê afirandiye heman demê de bi îdda û biryardariyê xwe re wek jineke bûye mîlîtana pêşeng a Tevgera me ya Azadiyê. Serokatiya me dibêje; “Em jina ku dibe Zîlan û zilamê ku dibe Egîd hezdikin” ji ber ku asta azadiya jinê, zilam jî ber bi azadiyê ve tîne, civaka azad û jiyana azad jî encex bi vî awayî tê ava kirin.

Rêheval Zîlan digihîje wê zanebûnê ku Serokatiya me hêviya jiyana azad a gelê Kurd û hemû mirovahiyê ye û ji kûrahî de hîs dike ku komploya li hember Serokatî hatiyê pêşxistin divê pêşî lê bê girtin ji  ber vê wek rêyekî herî bingehîn jî çalakiyekî ku dijmin bihejîne bê kirin. Bi vê armancê 30’ê Pûşberê sala 1996 an çalakiya xwe ya bi îhtîşam pêktîne, navên xwe bi tîpên zêrîn di dîroka me ya azadiyê de dinivsîne. Rastiya Zîlan, heqîqeta Serokatî û têkoşîna me ya azadiyê re derketiye holê. Di jiyan û çalakiya xwe de nirxên exlaqî û estetîk derxistiye holê, xwedan zanebûnekê pir kûr a welatparêziyê ye, xwe bi awayekî herî baş birêxistin dike, ji bona bi dest xistina zaferê têkoşînekê mezin dide û çalakiya xwe bi îradeyekê herî mezin li dar dixe. Di rastiyê de rêheval Zîlan şênberbûna Birdoziya Rizgariya Jinê û gihandina wê ya heqîqetê ye. Bi vê çalakiya xwe re ne tenê milêkî de, hem milê leşkerî û birdozî hem milê felsefîk û siyasî de bûye mesajekî pir xurt.

Serokatiya me; her tim wate, nirx û şêwaza jiyandina rastiya şehîdan di bingeha ketina kûrahiya dîrokî, di kêliyê de gihîştina serkeftinê û bûyîna temînata jiyana azad ve digrê dest.

Bi rastî di vê berfirehiyê de li hember komploya navnetewî a ku ji aliyê kujerên jiyana azad, trejediyên sîstema dagirkeriyê, avakerên êşê civakî hêzên modernîteya kapîtalîst ve hatiyê pêş xistin, bi afirandina Modernîteya Demokratîk re têkoşînekê dîrokî tê meşandin. Di çarîka yekemîn a sedsala 21’emîn de dema ku pêşketinên şêrê cîhanî ê sêyemîn bê temaşe kirin emê bibînin ku têkoşîna me çiqasî bi bandor e û pêşketinên mezin ava dike. Navenda êrîşên dagirkeriyê de Rêbertiyê me heye lewra sîstema tecrîta li Îmraliyê vê yekê eşkere nîşan dide. Heman demê konsepta şerê tine kirinê bi dijwarî ji bona tesfiye kirina tevgera me ya azadiyê û qirkirina gelê me didome. Li hember vê yekê helwesta Serokatiya me a berxwedêr, valahiyên ku di zîhniyetên hêzên dagirkeriyê de heyî hîn mezintir kiriye, neçareseriyên pergalî kûrtir kiriye, lezdayî tinebûn û ruxandinê wan.

Çawa ku di salên 90’î de berê xwe dan Serokatiya me û armanc kirin ku tevgera me tesfiye bikin, gelê Kurd bi riyê tepisandin, zilim, îşkencê û bi kiryarên ne diyar (faali meçhul) re tine bikin, di roja îro de jî rejîma faşîst û dagirker bi heman konseptê hewldide ku êrîşên xwe bi dijwarî bidomînê. Dagirkeriya faşîst a Tirk domandina pergala xwe wek riya yekane; di şexsê Serokatiya me û Tevgera Azadiyê de hem aliyê fîzîkî hem aliyê çandî de tine kirina gelê Kurd ve girêdayî ye. Rejîma faşîst a AKP’ê bi awayekî har û hovane êrîşê her derî dike, di wateya herî rast de bi siyaseta li ser xwînê hewldide  ku temenê xwe dirêj bike. Di vê wateyê de têkoşîna sala 2019 an di dîroka têkoşîna me de sala ku herî zêde pêşketinên heyî eşkere, zelal xwuya dike ye. Ji milêkî ve bi êrîşên herî berfireh, kûr û xeteriyên mezin re rû bi rû ne ji milê din de jî herî zêde di vê salê de pêşengtiya jin pêşketinên bi hêz ava dikin. Ango ne êrîş ne jî berxwedanên ku li hember wî pêşdikevê ne ji rêzê ye, xwedan çawaniyekî bêhempa ye. Wek Tevgera Azadiyê bi dirûşmeya; “Tecrîtê bişkînin, faşîzmê birixunîn, Kurdistanê azad bikin” re me hemleyekî gelemperî dest bi sala 2019 an kir. Û pêşengtiya vê hemlê jî jineke Kurd, dayîk, wek siyasetmedareke hilbijartî Leyla Gûven kir. Dest nîşan kir ku; hêza mezin ya xeta şehîdên me a ku ji Sarayan heta Kemalan, ji Xeyrî heta Zîlanan bûye bingeha biryardariya wê. Dayîka me ya bi nirx û welatparêz bi vê çalakiyê xwe nîşan dide ku keda Serokatiya me, xwîna şehîdên me, têkoşîna civakî asta fedaîtî de bi awayekî radîkal pêşxistî ye. Bêguman dayîkên me ên laçik spî di encam girtin û serkeftina vê çalakiyê de xwedan kedên herî mezin in. Di roja îro de xeta Zîlan seknekî fedaî û bi rêxistinkirî a civakî ava kiriye. Ev yek dibe çavkaniya hêzekî mezin û serbilindî yê. Heqîqeta herî sotîner û şênber a vê pêvajoyê ev yek bi xwe ye. Bêguman ev heqîqet, berpirsiyariyên dîrokî dide pêşiya me.

Wek hêzên YJA Starê wek her demî di roja îro de jî pêkanîna xeta Zîlan esasê têkoşîna me ye. Serokatiya me bi awayekî zelal diyar dike û dibêje; “Zîlan fermandara me ye, em jî di bin fermanê wê de ne” Heke di roja îro de li her çar perçeyê Kurdistanê jin xwe bi rêxistin dikin, îradeya xwe pêş dixin bêguman ji ber ku rêheval Zîlan riya azadiyê jinê heta dawî vekiriye. Em baş dizanin ku; asta rêxistinbûnê jina Kurd gihîştiyê di encama têkoşîna Zîlan de pêşketî ye. Heke artêşa jin di roja îro de ewqasî mezin bûye, pêşketiye, ne tenê ji bona jina Kurd heman demê de ji bona hemû jinên Rojhilata Navîn û cîhanê dibe çavkaniya îlhamê ev yek berhema ked û hewldanên mezin a rêheval Zîlan de derketiye holê. Wek hêzên YJA Starê  carek din diyar dikin ku; emê heta dawî xwedî li vê kedê derbikevin, pêkanîna şêweya jiyanê û çalakiya heval Zîlan teqez wek fermanekî digrin dest ji ber vê yekê heta ku bigihîjin zaferê emê kêliyekî jî ji rastiya têkoşînê şaş nebin. Bi mebesta salvegera 23’emîn ya salvegera Zîlan de em dibêjin; rojên ku herî zêde nêzîkî Serokatî û azadiyê ne jiyan dikin. Şikandina tecrîtê, ruxandina faşîzmê û afirandina zaferê bêguman bi şêwaza têkoşîna xwedawend Zîlanê ve pêkan be. Dubare soz didin ku; li her derê Kurdistanê emê têkoşîna di xeta Zîlan de mezintir bikin, di bin ferman û fermandariya Zîlan de têkoşîna leşkerî, rêxistinî û birdozî bi xurtî pêkbînin. Di vê bingehê de carek din tevahiya şehîdên me yên şoreşê bi hezkirin, rêzdarî û minnet bibîr tînin, girêdanbûna bi bîranînên wan re emê xwedî li mîrateya wan derbikevin.

Bijî Rêber Apo û Tevgera Azadiyê!

Bijî Heqîqeta Jiyanê a Ku Xwedawend Zîlan afirandiyê!

Bijî Şehîdên Me Ên Qehreman û Afrînerên Jiyana Azad!

Bijî Partiya Me ya Fedaîbûyî PAJK!

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Star

29.06.2019