ÇAPEMENΠû RAYA GIŞTÎ RE!

Di vê sedsala me de ku em demên azadiyê yên jinê dihonin, li dijî koledariya ku li gelê Kurd û jinan tê ferzkirin, di şexsê gerîlaya azadiyê, fermandara mezin, heval Bêrîtan (Gulnaz Karataş) de ku bedena xwe ji kendalan avêt û li rûmeta azadiyê ya jinê xwedî derketiye, şehîdên esîl ên meha Cotmehê bi bîr tînin.

Di serî de Canda Turk, Gurbetellî Ersoz, Meryem Çolan, Azîme, Bermal, Rewşen, Elefterya Fortulakî, Ronahî (Andrea Woolf), Hêlîn (Çerkez), Sarya, Medya Hawa, Hêvî Mûş, Dîcle Amed, Çîçek Botan û bi hezaran hevfÊyên me, meha Cotmehê bi xwîna xwe avê dan û ev meh kirin meha berxwedan û azadiyê. Li bara keda pîroz a Rêbertiya me ku ji bo artêşbûna jinê ava bike danî holê, em minetdar in. Em peyrevên şervanên azadiyê yên jin ku di ber artêşbûna jinê de bi azweriya xebatê, ku hewce kirî canê xwe dane û keda ku Rêbertî dane guherandine mîrateya azadiyê, li ser bîranîna wan, soz û biryardariya xwe diyar dikin ku mîrateya wan a berxwedanê em ê geş bikin û veguherînin demên azadiyê.

Li dijî hişmendiya nêr ku bi hezaran sal jin li derveyî şer hiştin û kirêt kirin, xeta ku heval Bêrîtan danî holê xeta bi şerkirinê xweşikbûnê ye. Bi şerkirinê xweşikbûn rêgeza sereke ya mîrateya heval Bêrîtan e ku bi çarçoweya îdeolojiya rizgariya jinê daniye holê. Artêşbûna jinê li ser rêgeza bi şerkirinê xweşikbûn geş bûye û îro bûye îlham û kana berxwedanê ku tesîra xwe li ser hemû jinên cîhanê dike. Hemû şerên ku li derveyî xeta şer a ku Bêrîtan daniye holê, şerên kirêt in. Mînaka vê şerê emperyalîst e ku li Rojhilata Navîn, Kurdistanê û hemû cîhanê dibe. Ev şer li dijî civakîbûna ku jinê ava kiriye dibe û bi esasî hedefa wan ‘qirkirina jinan û jinên esîl’ e. Ya ku şer gemarî dike ev hêla xwe ye, şerê gemarî ew şer e ku mirovan dike kole, li talana sirûşte dide, keda civakê dixwe. Şerê rast û bimane ew şer ku ji xawênên jiyanê ji ya xwe nayê xwar, rêgezên xweparastinê vedihewîne, şerê azadiyê ya li ser xeta Bêrîtan e. Bêrîtan li dijî şerê gemarî, şerê hêz û mêtingeriyê pîvana exlaqî û estetîk ê şerê jinê ye. Ji vî alî ve Bêrîtan bingehê sereke yê civakîbûna azad e û di şer de xweşiKmanê ye. Bêrîtan tevahiya dîrokî-civakî ya şerê jinê ya ji bo rûmet û azadiyê, hem jî hicreya wê ya sereke ye.  Bêritan serheviya Azîme, Besê, beriya wê Fata Reşê, Rindê, Vİan, Gulnaz û gelek şeranên jin ên Kurd ê birûmet û kana berxwedan û têkoşînê ya jinên şervanên jin ên piştî xwe Hîlal, Axîn Meşkan, Nûjîn, Nûda Sason, Şîlan Goyî ye. Bêrîtan rêza berxwedanê ya jina azad a dijî û dide jiyîn e.

Azweriya wê ya li azadiyê heval Bêrîtan kiriye şervana ku bi şer xweşik dibe, biryardar û şervana lêrawestiyayî .Bêrîtan, li ser wê rêyê ku diçe azadiyê, diruşma ‘şerê jidiyayî’ kiriye dûstûr, bûye fermanê ‘şerê jidiyayî’ yê azadiyê û xweşikbûnê. Heval Bêrîtan dibêje ji ber birînên ku di mewziyên şer de li rûyê wê vebûne zêdetir xweşik dibe, bûye derbirînda wê ku xweşikbûna jinê bi şerkirinê bi azadbunê dibe. Heval Bêrîtan pîvana şerê ji bo jiyaneke birûmet û azad, pîvana xweşkbûnê daniye holê, pîvanên xweşikbûnê yên ku ji bo jinê hatine danîn li bin guhê hev xistiye.  Bêrîtan bûye pakbûnê û xweşikbûnê ye. Rêgezên ku Bêrîtan daniye holê îro li nav YJA Starê bûne rêgezên şer û jiyanê û tê domandin. Bi hezaran jinên şervan ên YJA Starê li ser xeta BÊrîtan şer dikin û xweşik dibin. Li çar aliyên Kurdistanê jinên ku bi şerkirinê xweşik dibin, bûne sembola xwedîderketina li rûmeta mirovahiyê ya azadiyê.

Sazûmaniyên cîhanê ku hişmendiya nêr xwe lê bisazî kiriye, ên weke arteş, siyaset, hiqûq, aborî, tendiristî û li gelek qadên din, jin tine têne hesibandin. Mekanîzmayên tahakkûmê ku jinan tine dihesibîne jixwe di rastiya xwe de li ser dijberiya jinê rêxistiniya wan bûye. Mirov ji kûdera cîhanê jî binere, li wan welatan ku ji xwe re herî demokratîk jî dibêjin, dema ku mijar jin be, tişta teqez ew e ku jin têne nêrkirin, gewhewera wê tê tinekirin, tevî nav pergalê dikin û bi temamî ji holê radikin. Jinên ku dixwazin xwe bin, li xwe radiwestin, ferz dikin ku bi rengê jinê hebin, ji hêla mekanîzmayên nêr ve weke talokeya herî mezin tê dîtin.  Sedema sereke ya dijminatiya li jinê ku li cîhanê mînaka vê nîne, daxwaze xwebûnê ya jinê ye. Jin dema ku bibe xwe bi mirinê tê cezakirin, roj nîne ku nûçeyên têkilî kuştina jinan nebe. Li ser vê mijarê Tirkiyê rêza pêşî nade kesî. Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê bi kirinên xwe yên dema desthilatdariya xwe nîşan daye ku çawa dijmine jinan, civakê û hemû nirxên demokratîk e. Xasma dema rejîma faşîst a AKP-MHP’ê gelek mafên jinan ên ku hatibûn bidestxistin ji dest çûn. Dema ku mirov li dneyên îstatîstîkî yên qirkirina jinan a li cîhanê dinere mirov dibîne ku Tirkiye û rejîma wê ya faşîst AKP-MHP ji bo jinan û nirxên ku jinan ava kiriye çendî talokeyeke mezin e. Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ku Tirkiye kirine welatekî ku her roj jin lê têne kuştin, çavnebariyê li dengekî ji bo mafê demokatîk jî dikin, lêgerîneke biçûk a ji bo mafan ceza dikin, ev rejîm xasma bi şerê ku li Kurdistanê dike, di şer de çi rêgezên exlaqî hebe, binpê kiriye.

Rejîma şerê taybet a Tirk ku neheqiya li Kurdan û hêzên demokratîk kiriye pîvana sereke ya şer encex bi têkoşîna gerîla dikare têk biçe. Têkoşîna gerîla ya li Xakurkê, Heftanîn, Metîna, Zap, Zagros, Avaşîn û Wexelê û li çar aliyê çiyayên Kurdistanê didome, mînaka vêya berbiçav e. Pir aşkere ye, têkoşîna gerîla rêbaza sereke ya têkbirina faşîzmê ye. Artêşa Tirk a mêtinger ku li bara têkoşîna gerîla xitimî, vê carê sûcê şer dike, çeka kimyewî bi kar aniye û bi vê re hewl dide ku berxwedana gerîla dişkîne. Lê derketiye holê şikandina berxwedana gerîla ku ev ji 40 salî li çiyayên Kurdistanê didome ne pêkan e, hemû rejîmên faşîst ku bi gerîla re têdikoşin dawiya dawî têk diçin, ji mînakên cîhanê jî ev bi rengekî berbiçav derketiye holê. Dirok şahidiyê li êrîşên herî gemarî ên hemû serdeman dike, li çiyayên Kurdistanê. Li aliyekî nûnerên nirxên pîroz hene ku bi Bêritanî li ber xwe didin, li aliyê dî nûnera wê naletê artêşa Tirk heye ku di serî de çekên kimyewî her cure bêexlaqiyê ji xwe re meşrû dibîne.

Li dijî vî şerê bêhexlaq, şervanên azadiyê û rûmetê bi rihekî ku bi kesî re nînin li ber xwe didin, ji bo fêhmkirina vî rûhî divê mirov Bêrîtan, Zîlan, Egîd, Mazlûm, Sarayan ans bike.  Rihê ku li çiyayên Kurdistanê bi esîlî dide şerkirin, rihê pak û zelal ên bi çêja hingivê heqîqî a Bêrîtan, Zîlanan e. Bêritan berbanga azadiyê ye. Berîtan diyarkirinaa eniyê ye. Teslîmbûn û îxanet bi helwesta Bêrîtanî tê kuştin, helwesta birûmet û lêxwedîderketin radibe ser piyan. Şerê Bêrîtanî helwesta têkoşîna radîkal a bêtawîz, têkbirina dijimn û serkeftina teqez e. Îro ya ku li çiyayên azadiyê bi israr geş dibe şerê Bêrîtanî ye. Em pê dizanin ku dewleta Tirk bi rengekî bêhed û bêhesab wê çeka kimyewî bi kar bîne, wê bi dilê xwe sûcê şer bike lê li gel vê jî ên ku bi Bêrîtanî li ber xwe didin li ber berbanga azadiyê ne. Azadiya ku dema wê hatiye, dewleta Tirk bi çekên kimyewî nikare asteng bike.  Gerîlayên Kurdistanê ku li ser xeta Egîd, Bêrîtan û Zîlanan li ber xwe didin wê dawiya faşîzmê bînin. Wê rejîma faşîst a Tirk têk biçe, gerîla û Rêbertiya wan ku hêviya jiyanê ya gelê Kurd û Rojhilata Navîn in wê bi ser bikevin. Bêyî xweparastinê ti nirxên civakî nikarin werin avakirin, werin avakirin jî nikarin werin parastin, rêya jiyana azad û birûmet bi geşkirina xweparastinê ye. Bi vê baweriyê û îdîayê ji bo berxwedana dijî faşîzmê, di serî de jinên Kurd em bang li ciwanên Kurd û eniya demokratîK dikin ku tevlî nav têkoşîna gerîla bibin.

Fermandarên pêşeng ên şervaniya jinê ku bûne sembola wê ku bêyî hebûna xeta şer a radîkal a azadiya jinê jin azad nabin, Nalîn Mûş, Delal Amed, Armanc Goşkar, Zîn Cîzre, Çîçek Kurtalan, Zîn Kobanî, Zelal Rojhilat, Gulnaz Ege, Avesta Xabûr, Têkoşîn Amanos, Sema Koçerîn, Aryena Baran, Nûîn Koçer, Nûjîn Ersî, Nûjîn Amed, Esmer, Sarya, Nûda Sason, Rûken, Diyana û Şîlan Goyî û hê bi sedan ên din, li dijî dijmin bi rengekî esîl li ber xwe dan, bûne peyrevê rêça Bêrîtan û navê xwe li dîrokê danîne. Ev jinên esîl bi têkoşîna xwe siberojên azad di îro de afirandine. Bûne hêvî ku şervaniya jinê wê cîhanê biguherîne. Li ser şopa van fermandarên me yên jin ên pêşeng, di şexsê Bêrîtan de, bi hêviya ku bibe wesîleya li ser jiyana azad biryardariya mezin derkeve holê, em 25’ê Cotmehê di serî de li Rêbertiya me, li hemû jinan û gelê me pîroz be. Em gerîlayên YJA Starê li dijî hemû êrîşan bi Bêrîtanî li ber xwe didin û şer dikin. Em îdîa û biryardariya xwe ya li ser avakirina jiyana azad diyar dikin, serkeftin wê ya berxwedêrên Bêrîtanî be.

Bijî Mîmarê Xeta Azadiyê Rêber APO!

Bijî Xeta Têkoşîn Û Fermandara Artêşbûna Jinê Berîtan!

Bijî Artêşa YJA STAR, YPJ, HPJ Ku Têkoşîn Ji Xwe Re KirIye Nasname!

Bimre Her Awayî Paşverûtî û  Serweriya Zilam!

24’ê Cotmeha 2021

FERMADARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA YJA STAR