Di encama têkoşîna me ya çil salî de bingeh û potansiyeleke pir xurt çêbû û ji bo têkoşîna azadiya jinan jî dibe bingeh. Berê derfetên têkoşînê nînbû lê belê bi derketina Serokatî re pêşiya şoreşa jinan vebû, bi berdêlên pir mezin re di civakê de bandoreke mezin ava bû.

Bi vê têkoşînê re kêm be jî; zanist, hûner, îrade pêşket û wek jinên azad gelek tişt hatin îspat kirin, di mêyze kirinê de gûhertin çêbû ji ber vê di bingeha têkoşîna me de  potansiyeleke xurt hat afirandin ji bona jin zemîna azadî û têkoşînê çêbû bêguman di encam de gihîştin asta niha. Wek tevgera jin pêşengiya şoreşa jin tê kirin. Sedsala 21 emîn bêguman sedsala şoreşa jinê ye wê bibe sedsala tevahiya jinan ev jî bi awayeke eşkere li holê ye.

Zanistên pozîtîvîst di şexsê kapîtalîzmê de pergala zilama desthiladar hîn xurttir kir û jin hat kole kirin ji ber wê zanistên pozîtîvîst de zayendperestî li pêş e ji ber ku pergala desthiladariyê xurt dike asta koletiya jinan jî kûr dike. Di sedsala 21 emîn de Serokatî, zanista pozîtîvîzmê rexne kir, di Sosyolojiya Azadiyê de jî li şûna wê got “Jîneolojî”

jiyan yekser bi jinê re têkîldar e

Serokatî digot; “Sedsala 21 emîn wê bibe sedsala jinan.” Di sedsala niha de pergala kapîtalîzm serdest e lê belê di rewşa heyî de pergala serdest a zilam ango şaristaniya modernîteya kapîtalîst rewşa kaos û tengezariyê dijî. Wê demê êdî ev pergal wek berê ne xurt e û hilweşandinê jiyan dike heman demê de di civakê de aloziyên mezin tê jiyan kirin. Serokatî ji bona vê rewşê got; “Pençeşêr” ango krîza jiyanê heye heta înkar kirin, qirkirina jiyanê heye. Ber bi mirinê ve çûyîn heye ji ber wê bi hêsanî xilasbûn jî çênabe. Wê demê mirovatî hatiye qonaxekî wiha ku encama pergala pênc hezar salî ya desthiladariyê de civak hilweşandinekî pir mezin re rû bi rû ye heta ne tenê civak, xweza jî bi heman xeteriyê re rû bi rû ye di wateya herî rast de dijminatiya jin heye (dijîtiya jin). Pergala heyî de jin koletî û dagirkeriyê dijî. Di encam de pirsgirêka jin gihîştiye astekî pir mezin. Lê belê heman demê de pergal, demê xwe yê herî lewaz jiyan dike. Di rewşa kaosê de Serokatî got; “Sosyolojiya Azadiyê” ji ber ku di rewşa kaosê de ger ku civak bi awayekî rast werê bi rêxistin kirin dikarin civak carekî din bê ava kirin.

Gûhertina civakî bi paradîgmaya nû re jiyanî bibe ew jî li ser sê linga pêşdikeve. Yek; demokrasî, duyem;ekolojî, sêyem; azadiya jinê ye. Di serdema niha de divê jin xelekên koletiyê bişkîne, xwebûn pêşbixe ji ber wê divê bi çavê azad bê nêrandin. Divê fikrê azadiyê serwer be. Bêguman paradîgma bi kok e û şêwaza jiyan kirina me diyar dike. Civaka demokratîk; zindî, ji hêla zanistî ve xurt, azadiya jin esas digre, rengîn e, exlaqî, bi çanda xwe ve girêdayî, estetîk û civaka bi ewle ye, civaka xurt e, pirsgirêkên xwe çareser dike. Divê civak û xweza di nava têkîliyeke xurt de be, xweza wek dayîk bêdîtin, di nav de dagirkerî tine be. Di pergala kapîtalîzmê de dagirkerî bi xwe re tine kirina civakî pêş dixe.

Şoreşa jin xilasiya mirovahiyê ye

Armanca Sosyolojiya Azadiyê înşa kirina Demokratîk Modernîte ye. Ev jî di bingeh de ava kirina jiyana azad e. Armanc; jiyana azad e lewra pergala kapîtalîzmê dijî jiyanê ye û jiyan qetil dike pê re girêdayî dijî jinê ye ev jî di wateya herî rast de mirin e. Jiyan, bi tepisandinê re rû bi rû ye, hatiye tine kirin ji ber vê divê pêşî lê bê girtin. Ber bi tine kirinê ve diçe, jiyan; ne tenê kirêtiyên pergalî jiyan kirine lewra bi vî awayî tê qetil kirin. Serokatî dibêje; “Niha însan heye, di şêweyê de mirov e lê belê cewher hatiye tine kirin, jin heye lê belê sexte ye.” Niha di cîhanê de şer û hovîtî heye, li hember mirovatiyê tevkujî heye, xwîn nasekine. Li ser mirinê pergalên xwe xurt dikin. Ji ber wê Serokatî di Sosyolojiya azadiyê de got; divê derketinekî xurt bê kirin lewra divê têkoşîneke mezin bê dayîn, eger hovîtî hebe emê di jiyana azad de bi israr bin. Di sedsala 21. de Serokatî wek dirûşmeyekê esasî dibêje; “Ya jiyan ya barbarî ango hovitî” Adorno jî dibêje; “Jiyana çewt rast nayê jiyîn” lewra ew bi xwe jî Yahudî bû, got; piştî tevkujiyê komkujî nabe, ger tevkujî û komkujî hebe wê demê hovîtî heye wê demê di nava van şaşitiyan de rast jiyan kirin jî nabe. Lê Serokatî ew rexne dike lewra tenê rexne kirin têrî nake, alternatîf pêş xistin girîng e. Pêdîvî heye ku li şuna şaşîtiyan ya rast bê ava kirin. Ti girêdanbûna barbarî ango hovîtiyê bi mirovatiyê re tine ye bêguman bi çanda nêçîrvantiyê re girêdanbûna wê heye. Li cîhekê ku hovitî hebe jiyan tine ye, lewra em nikarin bi vê hovîtiyê re bijîn. Pergal xwe bi xwe nikare gûhertin bide çêkirin ji ber wê divê em wê bidin gûhertin. “An jiyan an jî hovîtî” an emê li dijî hovitiyê bisekinin an jî di navberê de jiyîn nabe. Di sedsala 21. de divê Şoreşa Jin çê bibe lewra pêdîvî bi şoreşa jin a duyemîn heye. Serokatî dibêje; “Encax bi şoreşa jin re serkeftin çê bibe, pergal bê gûhertin.” Şer, komkujî, hovîtiyên ku a niha di civakê de tê jiyîn di cewhera civakê de tine ye. Şoreşa Neolotîk şoreşa jin e ji ber ku kedî kirin û çandinî pêşdikeve ev jî di mîhvera jin de tê afirandin. Çanda Rojhilata Navîn bi barbariyê re rû bi rû ye lewra divê şoreşa duyemîn a jinan pêşbikeve.

Heqîqeta jin heqîqeta civakê ye

Serokatî dibêje; “Gerdûn di şexsê mirovan de xwest ku werê ser ziman û dîtin” Ferqê jiyanê di mirovan de tê ziman û di nava mirovan de jî di cewhera jin de tê ziman. Bi lêkolîn kirina jinê re jiyan tê lêkolîn kirin ji ber vê heman demê de Jîneolojî; zanista jiyanê ye û pêşxistina jiyana azad dike armanc ji ber vê yekê azadî pêşdixe. Serokatî dibêje; “Jin jiyan azadî” ev yek formûla efsûnî ye ji ber ku gûhertin û vegûhertin zindî ye. Bi vê formûlê re Jîneolojî tê şîrove kirin. Cîhekê de jiyan hebe di wir de xiluqdarî û zindîbûn heye. Jiyan bê civak nabe ji ber ku jin û civak ji hev du ne qut e.

Têkîliyên di navbera eşq û Jîneolojiyê de zanisteke xurt pêşdixe, zanista herî kûr û xurt jî eşq e. Dema ku zanist digihîje eşqê wê çaxê asta heqîqetê herî bilind de ava dibe, ronahî dibe, hîn zêdetir fêm dike, dikeve ferqê jiyan û hebûnê. Wateya hebûnê pêş dikeve, coş, kelecan, keyfxweşî tê jiyîn, weke ku mirov efsûnî dibe, hebûna jinê mirov re pir xweşik tê û heyecan jê tê girtin. Wê demê zindîbûn, hîşyarbûn, kelecan pêşdikeve ev jî eşqe. Dema ku mirov hin tişta keşîf dike ango hebûna xwe derdixe zanebûnê, xwe dafirîne ev jî eşqa gerdûnî û civakî ye. Eşq bi zanist û ronahiyê re têkîldar e. Bi eşqê re azadî tê afirandin. Têkîliyên di navbera eşq û Jîneolojiyê de zanisteke xurt pêşdixe, zanista herî kûr û xurt jî eşq e. Dema ku zanist digihîje eşqê wê çaxê asta heqîqetê herî bilind de ava dibe, ronahî dibe, hîn zêdetir fêm dike, dikeve ferqê jiyan û hebûnê. Wateya hebûnê pêş dikeve, coş, kelecan, keyfxweşî tê jiyîn, weke ku mirov efsûnî dibe, hebûna jinê mirov re pir xweşik tê û heyecan jê tê girtin. Wê demê zindîbûn, hîşyarbûn, kelecan pêşdikeve ev jî eşqe. Dema ku mirov hin tişta keşîf dike ango hebûna xwe derdixe zanebûnê, xwe dafirîne ev jî eşqa gerdûnî û civakî ye. Eşq bi zanist û ronahiyê re têkîldar e. Bi eşqê re azadî tê afirandin. Xwe gihandina asta eşqê tê wateya di asta herî bilind de heqîqetê jiyan kirin, ronahiyê re pêçandin, weke ku bûyîna şewqên ronak e. Cîhana hestan û mêjî ve dibe, mirov li cîhê xwe nikare bisekine. Jin nûneriya eşqê dike, eşqa civakî dafirînin. Encax bi zanist, felsefe û eşqê re em dikarin azad bibin.