17 06 18 Reberti

Çavkaniya; tevahiya mîrateyên mirovahiyê, destanên evîndariyê, rûyê rast ên xweda û xwedawendên dîrokê, tevahiya jiyan, xeyal û hêviyên zarokan, reng û dewlemendiya gerdûnê, xweşikbûna xwezayê û wateya hebûna me, Serokatiya me. Sedema tevahiya hebûnên zindî, bingeha girêdanbûna me a jiyanê, mirovê herî rast a vê serdemê, tu Zîlan gihand asta xwedawendî û tu Egîd gihand Egîdî yê.

Tu bingeha gihandina rastiyên jiyanê yî. Di bilindahiyan de heqîqeta gerdûnê temaşe dikî û jiyan bi awayekî watedar didî jiyîn. Wek jin rastiyên serdemê û dîrokê nîşan didî. Bi felsefe ya te têgihîştina heqîqetê pêş dikeve. Êdî bi awayekî hîn cudatir rastiyên afirandinê temaşe dikin. Dema ku bi xwezayê re dibin yek, bêhna kulîlkên herî bedew digihîje hinavên me û em dibin ruken, em dibin lêgerînvan, em dibin xwedan hestên herî azad û ev jî bi kedên mezin ên Rêbertiya Azad re jiyanî dibe ji ber wê em bihûst bihûst bi xwezaya dewlemend a Kurdistanê re girêdayî û bi evîndarî jiyan dikin.

Hezdikin ji ber ku bi têkoşîna azadiyê re dibin evîndar, vîna şoreşê dijîn. Rêberê min tu, têkoşîna rêheval Sara ya bêdawî, bi armanca afirandina azadiyê bi me danasîn, bi naskirina rûyê rast ya dîroka jin re em bûn xwediyê xwe ji vê birûmettir tiştekî din tine ye. Di her an û kêliyê de wekî Rêbertî azad jiyan kirin di wateya herî rast de heta şaneyên xwe afirandineke nû a vê sedsalê ye.

Di cîhana niha de cîhê jin tine ye lê belê Serokatî cîhê herî rast ya jinan carekî din derxist ser rûyê erdê. Bi rastî, xeyalên me yên zarokatiyê di nava ûtopyaya PKK’ê de hevdû dîtin, hembêz kirin û li ser Sûrên Amedê silavek dayîna rojê bû. Bi rênîşana Serokatiyê re hîn di zarokatî de em bûn evîndarên vê têkoşîna mezin. Niha tevahiya; kevir, dar, çiya, mirov û dîrok heta şaneyên herî biçûk jî lêkolîn dikin ji ber ku em destpêkê rastiyên xwe digerin dema ku bigihîjin rastiyê wê demê em dikarin ji bona azadiya gelên berxwedêr re bibin pêşeng nexwe li hember dîrokê şerma herî mezin emê bijîn. Ji bona gihandina armancên mezin divê destpêkê lêgerîna mirovên rast bigihîje serkeftinê. Wek jin di nava deryayekî mezin de têdikoşin da ku nekevin peravên vê deryayê.

Di nava jiyana gerîlatiyê de roj û şev, di bin berf û baranê de, di nava mij û tarîtiyê de, ger em dibin şopdarê Rojê ev ne jixweber e. Heta em dikevin pey şopa tevahiya rastiyên olî, dîrokî û zanistî lê ne ku em mirovên herî zanyar in, em lêgerînvan û şopdarên Rojê ne. Berê me li PKK’ê û Serokatiya me ye.

Tevahiya esas û bingehê; zanebûn, hezkirin, xeyal, hêvî û şerê me Serokatî ye. Di tevahiya dîrokê de ti carî zîhniyetên serdest hêzekî ji xwe mezintir nepejrandine ji ber wê tevahiya xweşikbûnên ku ji vê hêza mezin bên afirandin jî dixwazin tine bikin. Bedewiyên ku di bilindahiyan de asîman de cîhanê temaşe dikin bêguman rastiyên herî berbiçav ya serkeftina xeta azadî yê Serokatî ye. Heman mêjûyên tarî di 15’ê Sibata 1999 an de jî derketin ser dika dîrokê û Rêber Apo dîl hat girtin. Niha dîsa di zivistanekî sar û tarî de ew roj hat, dil bi hêrs û azar e. Dîsa li her derê welat qîrînên serhildanê bilind dibe û dibêjin; “Ji bona azadiyê nesekinin, bi berxwedanê tevahiya tarîtiyên serdestiyê bişkînin û tola dîrokî ji dijminê dîrokî bigrin da ku bigihîjin ronahiya Rojê…”