Ey çiyayên bilind, rêhevalên min ên şehîd, hevalên min ên bi hêja, ji we re soz didim. Soz didim ku; wê ti hêz û zehmetî ti carî nikaribe min ji xakên me yên pîroz qut bike. Wek jinekê bi hêz, ezê her demî di lûtkeyên çiyayan de bijîm.
Ezê hîn gelek tiştên bi wate li çiyayên me yên bedew de bijîm. Car keyfxweşî carna ji ber dûrketinên hevalan ezê xemgîn bibim. Dibe ku carna bigrîm lê ezê her demî bi heyecanekê mezin di nava vê têkoşînê de jiyan bikim. Ne tenê carekê dibe ku bi hezaran carî ji rêhevalên xwe dûr bikevim lê ezê dîsa ji vê yekê hêz bigrim. Ezê Cudiyê mirada, ezê Dersîmê bibînim. Li navsera Cudiyê ezê qîr bikim ezê bêjim; Zîlan, Berîtan, Erdal… Li Dersîmê ezê xaliyên ji agirê dilê Zîlan de pêketî bigrim nava dilê xwe. Ezê evîn û eşqa xwe qîr bikim. Bêrîkirin û xeyalên xwe ji deşt û çiyayên Kurdistanê re vebêjim.
Piştî demekî kin emê roja 30’ê Pûşberê pêşwazî bikin. Di wê kêliya ku rêheval Zîlan, çalakvana fedaî, jina evîndar, çalakiya canbexşane li hember dagirkeriyê li dar xist wê demê cardin çanda dayîka xwedawend li ser van xakan zîndî kir. Pênc hezar sale çanda xwedawendiyê bi rêya dagirkerî û serdesteyî ber bi tinebûnê ve diçû. Lê di sala 1996 an, di dilê evîndar Zîlan de ruhê pîroz a dayîka xwedawend ber bi asîmanê ve bilind bû. Ji bona tevahiya cîhanê hêviyek nû li asîmanên welatê agir rojê de bilind dibû. Serpêhatiya xwedawendiyê wê demê de destpênekiribû lê, di kêliya ku çalakiya heval Zîlan di dilê dagirkeriyê de deng veda ji wê çaxê heta niha şewqa ku li çar aliyê cîhanê re bû ronahî bi hezaran Zîlanan re bû rêber. Ji wê demê û şûnve edî ti rê û cîh ji bona xwedayên zilimdar û zordar re tine ye. Wê hemû afrîneriya dayîka xwedawend ji destê xwedayên zordar bê girtin û diyariyê dîroka azadiya jinê bê kirin. Her ku diçe xwedawendên evîndar û wêrek zêde dibin, di ronahiya xwedawend Zîlan de lêgerîna azadiyê didomînin.
Ey Zîlan!
Xwedawenda me ya azadiyê
Xwezayîbûn, bedewî û eşqa jinan Zîlan e
Zîlan evînekê bê dawî ye
Evîn, girêdanbûnekî bê dawî ye
Zîlan fermana azadiyê ye
Navê; bedewî, wêrekî û biryardariyê ye
Zîlan; jîn û evîn e
Dilê her jinekê de Zîlanekê veşartiye
Ey Zîlan!
Te bi xwe re wateya demê afirand
Dayîka pîroz, tu remza baweriyê yî
Li ew çiyayên ku bi lîlozan hatibûn xemilandin de
Te çiqasî xweşik zayîna mirovahiyê afirand
Bi te re jiyan kirin
Di hatina her bayekî de
Di sûlavên deryayan de
Di tîrêjên rojê de
Di germahiya dayîkekê de
Di her dilopekê baranê de
Bi te re jiyîn xweş e
Di rukeniyên herî paqij a zarokan de
Di her dema heyveronê de ezê te jiyan bikim…