Em di demeke dîrokî de ne ku bi taktîkên gerîla yên afirîner ên Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî bi me dide qezençkirin. Em bi ruhê serketinê yê xeta berxwedanê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pêşwazî dikin. Em 8 ê Adarê û rojên ku bi berdelên giranbiha hatine qezenckirin li Rêber Apo, yên ku faşîzm têkbirine, hemû jinên cîhanê yên ku ji bo azadiyê li berxwedidin û li gerilayên me YJA Star ku bi mejiyê jinê şer dikin, renge jinê didin berxwedanê û di şerê me yê azadiyê de pêşengtiya taktîkên şer ên afrîner dikin pîroz dikin. Dîsa em şehîdên me yên ku bîrdariya me zindî digirin, yên herî wêrek ku bi hestên fedaîtiyê şer kirine û di têkoşîna me ya azadiyê de bêmirin bûne bi minet û rêzdarî bi bîrtînin.

Bi ruhê serketinê yê ku di civîna me ya Konseya Fermandariyê ya YJA Starê de derkete holê ku dawiya sala 2021’ê hate lidarxistin, em ber bi azadiya Rêberê xwe û welatê xwe dimeşin. Gerîlayên YJA Starê yên ku li dijî teknîka tunekirinê û çekên kîmyewî şerê parastina mirovahiyê dimeşînin, ji her demê bêhtir bi biryar û bi îddîa nin. Em di demê welê de ne ku hîn bêhtir nêzî rastiya Rêber Apo ya ‘Sedsala 21’ê wê bibe sedsala jinê’. Bi tecrûbeya ji têkoşîneke sed salî em bi biryar in ku ber bi serketinê ve biçin. Bi destpêkirina saleke nû ya têkoşînê re em bi êrişên giran ên dijmin, polîtîkayên qirkirinê û şerê taybet re rû bi rû ne. Li dijî ewçend êrişên giran, bi ronahiya Apoîzmê, gerîlayên me bi dilsoziya bi paradîgmaya azadiyê û hesta fedayîtiyê li ber xwe didin. Ev îradeya ku li dijî dijmin hatiye afirandin û hesta hevrêtiyê ya bêhempa, şoreşê mezin dike. Gerîlayên me yên ku bi taktîk û çalakiyên afirîner bersivê didin teknîk û êrişên giran, dewleta Tirk a faşîst aniye ber têkçûnê.

Di vê wateyê de di sala 2021 an de li dijî operasyonên mêtînger ên dijmin ku di bin navê “Xelaskirina PKK” de pêkanîn berxwedanek bi heybet derket, ji 7 heta 70 salî bû sala sekna kesên ku bi azadiyê re mezin girêdayine û şer dikin e. Me dît ku rê û rêbaza serketinê bi xurtkirina şerê me yê parastinê, bi amadekirina gelê me û xwe li gorî pozîsyona şer û serketinê dibe.

Di pêvajoyên welê giran de bêguman serketin jî ji her demê bêhtir nêzîk e. Bi tecrûbeya ji pêvajoyên bi vî rengî wergirtî, armanca me azadî ye, di şexsê jinên Kurd de azadkirina jinan hemûyan û pêkanîna şoreşê ye. Xwîna ku di vê oxirê de hatiye rijandin, berdêlên hatine dayin, êşên hatine kişandin teqez wê azadiyê bi xwe re bîne. Yên ku di şexsê me jinan de Di şexsê me jinan de ku wê pêşengiyê ji azadiya Rêberê me, gelê me û welatê me re bikin, gerîlayên YJA Starê ne. Di vê pêvajoyê de ku em dikevin sala xwe ya 50’emîn a Newrozê, bi hesta hilanîna tola hemû demên em tune hatine hesibandin û hesta afirandina serketinê, em ê derbên mezin li dijmin bixin û Rêberê xwe azad bikin.

Emê bi van hestan ber bi Newrozê ve bimeşin û bi vê wesîleyê em careke din 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê di serî de li Rêberê xwe, li şehîdan, hevrêyên li zindanan, jinên li gelek devera cîhanê li ber xwe didin û hevrêyên xwe yên bi şev û roj li çeperan şer dikin, pîroz dikin. Em soz didin ku 2022’an bikin sala serketinê.

Bijî Serok Apo!

Bijî Têkoşîna Azadiya Jinê!

Jin Jiyan Azadî!

8 ê Adara 2022

FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDİ YA YJA STAR