Îdîayek û çalakiyeke me heye. Rêhevalên me, jinên me yên em pê bandor bûne û me bandor kiriye li holê ne. Bêguman dibe ku ev ji min hîn zêdetirê wê hêvî bikin, lê belê ya ku di me de pêk hatiye ev qas e.

Min xwest ku ez bibim mirovekî ku weke ew dixwazin heta bibim zilamekî wiha û vê jî bi vê wesîleyê bînim ziman.

Zelal e ku ev zilam di keçeke Kurd û jineke Kurd ku hişê wê şiyar dibe de tiştekî rave nake. Li hemberî mezinbûneke weke Zîlan zilamtiya klasîk zelal e, pênc qirûşan nake.

Divê her kes bizanibe ku êdî dema bi ajoyên zayendî yên çors ve çûyîna ser jinê derbas bûye. Divê êdî were zanîn ku bûyera jê re jin jiyanî ye û çalakî ye tê gotin, ji ber wê jî bi qasî ku hindekî din gotin vekirîbûnê, xwe anîna asteke nêzîkî wekhevî û azadiyê jî girîng e. Weke din bi jinê re hevdîtin û hevpeyvîn ne gengaz e. Ger rêzdarî, mezinbûn û bi biryarî hebe, dikarin jinekê bibînin. Gelo jin ji bo çi ev qasî bi me ve girêdayî ne? Rêya qezenckirina jinekê bi rengê ku Zîlanê bi xwe nirxandiye dibe.

Ger hun balê lê bikişînin, bi vê rêhevala me ya jin re tu naskirineke min nîne. Lê belê dikare girêdaniya xwe ya herî mezin deyne holê. Ev xal gelekî girîng e. Dixwaze deyne holê ku divê zilamek ji bo jinekê çawa be? Ger hun hindekî wiha bin li holê ye ku jinek dikare çawa were girêdan, tenê bi girêdanê namîne çawa dikare bibe qehreman. Ger hun vê fêm nekin misogere ku hun nikarin ji xwe re bibêjin zilam. Dibe ku li cihekî din, li derveyî me hun dikarin vê yekê bibêjin, lê belê di rastiya me bi xwe de –ez hêvî dikim emê vê di nava hemû gelê me de jî pêk bînin- ne gengaz e ku ji vî kesayetî re weke din rêza me hebe.

Weke din ev jî têr nake. Ango datîne holê ku kesayeta mirovê nû ji bo jinekê çi qasî girîng e. Ger wijdana we û hindekî hêza we hebe, divê hun ji xwe bipirsin tenê jina li gor fermanên min û ferzkirinên min ne gelo divê ezê li gor jinê çawa bim? Pêwîste vê gavê ev pirs hîn sotînertir be. Hun jî mêrxasiyê bikin, hun jî kesayetekî ku jin dixwazin nîşan bidin ku, ev jin bila bibin rêheval û sozdarên we. Lê belê ger hun nikarin vê hêzê nîşan bidin, bêguman dê di vî welatî de ji bo we jin nebe.

Ezê li ser vê bingehê hêza xwe zêdetir bi kar bînim. Ya herî girîng jî jiyaneke bêwelat, bêazadî, bêşer û bêserkeftin nabe. Ji ber wê jin jî nabe. Ger ev yek neyê fêmkirin, hun nikarin Zîlanê ji ber wê jina milîtan a azad jî fêm bikin.

Jin zindiyeke ku bi rengekî bişeref û pîroz, bi nirxên mezin ve divê bi hev re were jiyîn e. Ez dixwazim wateya vê bidim. Gelo piştgiriyeke jiyanê ya ji vê binirxtir çêdibe? Ger mêrxasiyeke we zilamtiyeke we hebe, di vê mijarê de gelo ji xwe nîşandanê hîn binirxtir hewldanek çêdibe? Di saleke dawiyê de min xwest di vî alî de hest û hizrên bi vî rengî bi pêş bixim. Em bi gotina bi şer di eniya derve de ev qas serkeftin me pêk anî ve pesnê xwe nadin. Lê belê riyeke din a jiyanê nîne. Her roj ez di vê mijarê de bangawaziyê dikim, dibêjim “werin em bi rêbazên mirovî ango bêlêdan, bêyî ku bişkînin û hilweşînin, bêyî ku bikujin hin pirsgirêkên vî gelî yên ku hene nîqaş bikin û çareser bikin.” Lê belê dilê van nîne. Bêwijdanên mezin in. Mafê gelekî çi ye, hêviya mirovên di bin zextê de ne çi ne? Naxwazin qet fêm jî bikin. Xwedî feraseteke di bin navê “yekîtî û hevgirtina netewî” de bila gelek tune bibe, hemû mirov li derveyî jiyanê werin hiştin in. Ev ji bo wan qaşo şeref e. Em vê şerefê gelekî baş dinasin. Mînakê vê di dîrokê de gelek in.

Em ji bo ku xwe ji hêzên wiha zalim ên ku gelekî neheq, gelekî kor, ji hilweşandinê û tunekirinê zêdetir armancên xwe nînin, biparêzin vî şerî didin. Lê belê şerên me yên bingehîn ji bo wateyekê bidin tunebûna jiyana xwe, ev enî herî kêm bi qasî eniya şer girîng e. Em bawer dikin ku jiyaneke were qebûlkirin, were hezkirin û rêzgirtin bi asta ku divê di têkîliyên jin û zilam de were bidestxistin ve dê çêbibe. Ez dihizirim ku jinê bi rengekî bikaribe bi xwe biryarê bide, nîqaşê bike, weke di kesayeta Zîlanê de tê dîtin, bikaribe kûrbûna wate û hest bi dest bixe pêş bixim. Di vê mijarê de ez kar dikim ku tiştê pêwîst bikim. Ev a rastir e, taybetî ji bo civaka me erkeke herî pîroz a ku divê were bicihanîn e.

Ez dikarim vî tiştî di serî de ji bo gelê me yê rêzdar û dostên me yê ku dixwazin di mijara jiyana nava partiyê de kûrbûneke diyar bi dest bixin re diyar dikim ku zehmet be jî heta ji şer zehmetir be jî berovajî gelek kevneşopan nirxên me yên em pêve girêdayîne, yên olî yan jî exlaqî û moral be jî ez neçarim riya jiyana nû wiha vebikim. Dibe ku were gotin “ol, exlaq û kevneşop wisa dibêjin.” Ev ji bo min ne girîng in. Ji ber ku welatê me, jiyan, jin û zilam dane wendakirin. Ez ne di wê niyetê de me ku jiyana erzan û hêsan berdewam bikim. Weke ku li vir hatiye diyarkirin, ez bi rêgeza “îdîa û jiyan dê mezin be” ve girêdayî me. Ji bo vê rêgezê çi pêwîst e ewê were kirin. Lê belê di PKK ê de keçikeke ciwan ev hêz nîşan daye. Vê hezkirinê û wijdanê tu kevneşop û exlaqî din de dîtin ne gengaz e. Vaye ev di exlaqê azadî û armancên azadiyê de hatiye nîşandan.

Hemû gelê me, dostên me, hemû milîtanên jin û zilam ên di nava partiya me de!

Divê mirov di ferqa Rêbertiyê de be ku di mijara jiyanê de pêşveçûnek heye. Bi jinê re rast jiyîn û bi ferasetbûyîn dê gelekî hêzê bide şer jî. Bûyîna bi jinê re sedemeke şer e, divê her kes fêm bike ku ger ez di salên dawiyê de çi qasî bi jinê re bûme, ew qasî min zanîbûye ez bibim şervanekî dijwar. Bûyîna bi Zîlanê re, bûyîna bi çalakiya şer a herî mezin re ye. Ma hun dixwazin bi jinê re bin, wê demê hunê bibin şervanê herî mezin. Hunê bi welatparêziya mezin û azadiya mezin ve bi hev re bin. Dîsa ma jin dixwaze bi zilam re be, dê bi mirovên nû ku di şexsê min de ava dibe re be ango dê weke rêhevala Zîlan be. Raveyeke vê ya din nîne. Bûyera ku em dibêjin pîroz e, hevpeymana ku em di dilê xwe de, di mêjiyê xwe de heta dawiyê pê ve hatine girêdan ev e.

Min ji bo vê got manîfestoya jiyanê. Ji vir û pê ve di vî welatî de, di nava vî gelî de jiyana di navbera jin û zilam de dê li gor vê manîfestoyê çêbibe. Ez dixwazim milîtanên jin ên hîn xwedî nirx derbixim holê û vê hindekî din bipeyitînim. Min jinên egîd xiste çavên zilaman, dema pêwîst kir min ji wan zêdetir kire şervan û ger gengaz be min ew rakirin, hindekî wijdan û şer min xwestiye hindekî nîşanî wan bidim. Dîsa ji bo ku bi azweriyeke mezin ve bi jiyanê ve werin girêdan min xwest wate û girîngiya jinê deynim holê. Pêşketin bi sînor in, lê belê li gor min balkêş in. Weke gelek bawer dikin, ev jiyan bêyî ku kûrbûneke zanebûnê û giyaneke mezin çêbibe, nehatiye afirandin. Şehîdên jin ên PKK ê li gor vê manîfestoyê bi pêş dikevin û dîsa zilamên mêrxas jî li gor vê manîfestoyê derdikevine holê. Min dixwest ku serkeftina van a tam pêk bînin. Ji bo ku hêza min têra vê bike ez kar dikim ku her tiştî bi dînîtî bînim cih. Lê belê dibe ku ev yek têr neke, her kesekî ku soza girêdaniya bi şehîdan re daye, ger gengaz be, bila jiyana xwe ya rojane bi îdîa û çalakiyeke mezin ava bikin. Li gor min yekî ji rêzê be jî ger bi îdîa û çalakiya mezin be, dikare him bibe temsîlkarê jiyanê him jî bi qasî hewce dike bibe şervanê wê, dikare serkeftinê jî misoger bike. Bi wesîleya yekemîn salvegera şehadeta wê û çalakiya wê ya mezin a vejînê ez van tînim ziman.

Rêhevala me ya Zîlan di gotinên xwe de heta dawiyê mafdar e. Îdîa û azweriya wê ya jiyanê heta dawiyê pîroz e. Me ji bo ku ji vê re rê vekir li gel ku kêfxweş in, ji bo ku me nekarî serkeftina wê ya tam pêk bînin jî em hîn di nava perçiqandin û metirsiyê de ne. Lê belê ji bo derbaskirina vê jî em misoger hewldanên xwe yên dijwar berdewam dikin. Weke ku wê bi xwe jî diyar kiriye, evê bibe serkeftinê. Di vê wateyê de bi tenê xeta serkeftinê ya şer ne, kesayeta serkeftinê ya jiyanê jî misogere ku di manîfestoya Zîlanê de wateya xwe dîtiye. Ji vir û pê ve jiyan di bin vê manîfesto û sondê de dê wateyê bibîne. Rexmî hemû qisûr, kêmasî û şaşitiyên xwe ve me xwest em hindekî pêwîstiyên vê bi cih bînin. Ez bawer dikim ku ji vir û pê ve weke mirovên wêrektir û hîn nêzîkî rastiyan, zanetir him jî gelekî şiyar û hestyar emê pêwîstiyên jiyanê jî bi cih bînin û bi qasî ya şer emê serkeftina jiyanê jî misoger bikin.

 Rêber Apo

30 Puşber 1997