Civîna Konseya Biryargeha YJA Starê, di pêvajoyeke wiha de ku konsepta îmhayê didome de pêk hat. Civîn bi axaftina vekirinê ve dest pê kir, bi talîma Rêbertî, xwendina xebatên salê, rojeva siyasî-leşkerî, bi nirxandina xebatên îdeolojîk, rêxistinî û pratîk ên sala 2021’an dom kir. Ji nû ve avabûn, taktîk û şêwaza fermandarî, rexne-rexnedayin, plansazî û biryar, verastkirin hatin nîqaşkirin û encamkirin.

Em bawer dikin biryarên ku di civîna me ya Konseya Biryargeha a YJA Starê de hatine standin û plansaziyên ku hatine danîn, di serî de ji bo Kurdistanê, ji bo hemû gelan û jinan, di sedsala 21’an de ji bo geşkirina gerîlatiya jinê û taktîkên wê, li ser rêça stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî wê perspektîfên xurt deyne. Em Konseya Biryargeha YJA Starê bi vê baweriyê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar pîroz dikin, em bang li hemû jinan dikin ku xwe berdin meydanan, hêvî dikin rojên ji niha û şûn de bibin rojên azad ên jinê û dibêjin, “Berxwedana jinê wê faşîzmê hilweşîne.”

Sala 2021’an ku şerê manûnemanê bi rengekî bêhempa hate kirin, ji bo têkoşîna me ya azadiyê, ji bo jinên Rojhilata Navîn û jinên cîhanê û hemû gelên cihanê, bûye saleke wiha ku azadî zêdetir nêz bûye, hîsên serfiraziyê hatine jiyîn, hêvî geş bûne û şer gur bûye. Konsepta îmhayê ya ku dijmin li ser Rêbertiya me û Tevgera me geş kirî, êrîşên dagirker ên li ser welatê me Kurdistanê, siyaseta qirkirinê ya ku li ser gelê me ferz kirî, weke berdewama komploya navnetewî di nav salê de bi hişmendiya herî faşîst, bêsinc, paşverû êrîşan dom kiriye.

Vê konseptê daye ber xwe ku PKK’yeke bê Rêbertî, Kurdên bê PKK’ê ava bike, li ser hîmê polîtikayên hêza nerm, bi marjînalkirina PKK’ê û windakirina rêça îdolojîk-felsefîk hewl daye ku bi pergalê re entegre bike. Ji aliyê din ve jî armanc bi sazkarkirina êrîşa giştî îmhakirina hêzên gerîla, bi temamî dagirkirina Kurdistanê û nasnekirina mafê jiyanê yali ber Kurdê xwedî vîn e. Bi vê çarçoveyê hatiye tespîtkirin ku Şerê Cîhanê yê 3’an li Îmraliyê tê rêvebirin, rojeva sereke ya civîna me bûye şikandina tecrîda li ser Rêbertî û hilweşandina faşîzmê, hemû nîqaşên me li ser raman û fesefeya Rêbetî pêk hatiye. Azadiya Rêber Apo azadiya jinan û gelan e.

Dijminê ku bi komploya navnetewî nekarî me ji Rêbertiya me dûr bixe, 10-14’ê Sibatê li dijî Garê operasyoneke taybet pêk aniye, xwestiye ku komployê bide lezandin. Lê berxwedana gerîla ya li Garê xweziya dijmin di gewriya wê de hiştiye. Serfiraziya Siyanê ya li Garê, bûye berxwedaneke layiqî dîroka berxwedanê ya PKK’ê, di nav dijmin bi xwe de şikestinên siyasî û leşkerî anîne, kiriye ku Tevgera me rabe, ji bo hêzên gerîla, jinan û gelan bûye moralekî mezin. Ji ber vê jî Berxwedana Siyanê weke serfiraziyekê hatiye pênasekirin. Ev berxwedana dîrokî ne ku dijmin tenê têk biriye, baweriya gelan a li serfiraziyê, serkeftinê û gerîlatiyê geştir kiriye. Di kêliyê de azadî mîsoger kiriye. Hevalê me Şoreş Beytuşebab û 14 hevalên me ku di fermandariya Şoreş Beytuşebab de şehîd ketine, bûne cewherê jiyani yê rihê fedayi yê Apoyî. Yê ku li Garê li ber xwe dayî PKK ye, felsefe û îdeoloijya PKK’ê ye. Rêbertî ye, jin in. Berxwedana Garê, mînaka herî aktûel û zelal ya serfirazbûna berxwedanê ye.

Piştî têkçûna Garê dijmin vê carê xwestiye ku konsepta îmha û dagirkirinê li Avaşîn, Zap û Metînayê geş bike, 23’ê Nîsanê ji bejahî û hewayî ve êrîşên dagirker ên berfireh sazkar kiriye. Encamên ku li Garê derketin holê û rihê berxwedanê, ji ber ku bû malê hêzên YJA Starê û avaniya me ya rêxistinê û ji ber ku ev giyanê fedaî pêl bi pêl berbelav bû, performanseke ku dijmin xeyala wê jî nedikir derxistiye holê û rihê fedai yê Apoyî gihîştiye asta xwe ya herî bilind. Bîrdariyên lehengiyê yên PKK’ê hevrê Serhat Giravî û Rûken li Mamreşo, li Gire Sor hevrê Botan û Zinarîn Welat, li Werxelê fermandarê fedai yê leheng Cumalî û Çavrê, li Zendûra hevrê Rêber û Hêjar bûne fermandarên pêşeng ên serdema nû.

Di civînê de yek ji mijara din ku hatiye gotûbêjkirin, helwesta jinê ya li ser îdîaya azadiyê, helwesta vîndar, cewherê welatparêzî, dilsoziya bi jiyanê re, ku di pêvajoyên dîrokî de derketine holê, weke xelekên berxwedanê yên ji Besêyan heta bi Zarîfe, Rindêxan, Bêrîtan, Azîme, Zîlan, Delal, Sosin, Çavrê, Diljîn, Nûjîn, Tolhildan û Verozan hatiye nirxandin û vê berxwedanê îxanet têk biriye û bûne navê serfiraziyê. Ev lehengên me yên dilêr û wêrek ku bi bawerî û azweriyeke xurt bi têkoşînê ve girêdayî ne, evîna li jiyana azad bi xwîna xwe di dilê hemû mirovahiyê de neqişandine. Sala 2021’an li Avaşîn, Zap, Zendura, Botan, Dêrsim, Şengal, Rojava ne tenê li dijî hêzên artêşa TC’ê, li dijî artêşên NATO’yê, bi çarçoveya hevkariya PDK-TC’ê li dijî hemû hêzên emperyalîst, paşverû, nîjadperest û faşîst li berxwedane. Ji vî alî ve, sala 2021’an ji hêla dîroka me ya têkoşînê ve, bûye saleke ku destan hatine nivîsîn, her kêliya wê bi azadî û serfiraziyê tije ye. Wêrekî, fedayîbûn û rûmet hatiye asta xwe ya herî bilind.

Serhatî û destkeftiyên sala 2021’an ev rastî careke din çespandiye; hêzên me yên gerîla li ser hîmê perspektîfên serdema nû, li ser stratejiya Şerê Gel ê Şoreşger, modernîteya demokratîk, gerîlatiya jina azad de hûr bûye, di şerê tunelan de taktîkên nû daniye ber xwe, şêwazê tevgerê kûr kiriye, bi lêdanên bi derb û çalakiyên sansasyonel serfiraziyê bîne. Raza serkeftinê, li ser îdeolojiya rizgariya jinê û xeta partiyê kûrbûn, di gerîlatiyê de zîrekbûn û profesyonelbûn e. Di gerîlatiya serdema nû û taktîk de pêşveçûn her demê wê me serkeftî bike.

Civîna me bal kişandiye ser rewşa têdeyî ya pergala cîhanî ya berdest. Krîza pergalê ya modernîteya demokratîk herî zêde jinê, sirûştê û civakê dike hedefa xwe. Polîtîkayên weke destavêtin, tacîz, tundi û komkujiyê ku parçeyên şerê taybet in û kirinên hişmendiya zilamsalariya faşîst hema hema bêhn li jinê çikandiye. Li dijî vê, li dora Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadîxwaziya Jinê, jinê bi aqil û vîna xwe berevaniya xwe geş kiriye. Bi pêşengiya jinê xwedî li pêngaven, ‘Dem Dema Azadiyê ye’ û ‘Li dijî qirkirina jinê dema parastina civaka azad e’ xwedî derketine, li dijî aqilê faşîst ê zilêm, li dijî hişmendiya tecawizkar û êrîşkar li hemû qadên jiyanê berxwedanî çêbûye. Tecrûbeyên ku di berxwedana sala 2021’an de hatine bidestxistin, fermanadariya jinê û pêşengiya jinê derxistine holê, di serî de heval Şîlan Goyî, Nûjîn Êrs, Nûjîn Koçer, Nûda Sason, Sosin Bîrhat, Hîlal Goran, Hîra Gabar, Canda, Delîla û Sozdar Qamişlo weke fermandarên pêşeng ên serdemê derbasî dîrokê bûne. Berxwedanên ku bi aqilê jinê û xweparastina wê de geş bûne, li dijî tecrîda mitleq a li ser Rêbertî û gel bûye xwedî bersiva herî biwate û karîger.

Sala 2021’an çespandiye ku bi berxwedanî wê serfirazî were. Sala 50’î ya partiya me wê bibe sala Newrozê û serfiraziyê. Peywira me ya YJA Starê ev e ku em vê berxwedana sala 2022’an bigihînin serfiraziyê. Bi îdîaya ku bi teqezî pêkanîna azadiya fizîki ya Rêbertiya me û bicîhanîna hêviya jiyanê ya jinan û jiyana azad a gelan, em soza dilsoziya xwe ya bi şehîdan re didin. Bi baweriya ku sedsala 21’an wê bibe sedsala azadiya jinê û şoreşa jinê em hemû jinên berxwedêr û gelan silav dikin, em weke Konseya Biryargeha Navendi YJA Starê dibêjin ji serfiraziyê pê ve ti rê nîne, em ji her kesî re di têkoşîna azadiyê de serkeftinê dixwazin.

28’ê Sibata 2022

FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDİ YA YJA STAR