Di vê serdema ku tê jiyîn de milekê ve faşîzm bi awayekî herî dijwar tê domdar kirin milê din de jî ev pêvajoya tê jiyîn şahidiya hêza herî mezin û dînamîk a jinan dike. Cardin û ji nûve em pêşwaziya 8’ê Adarê roja Jinên Kedkar a Cîhanê dikin. Bi vê mebestê hestên herî ji dil a rêhevaltiyê re serî de 8’ê Adarê ji mîmarê têkoşîna azadiya jinê Rêber Apo re, tevahiya jinên ku li her derê cîhanê hember zîhniyeta zilam û faşîzmê berxwe didin, şer dikin re pîroz dikin. Careke din tevahiya şehîdên me ên qehreman yên ku hişê têkoşîn û berxwedaniya jinan zindî dihêlin bi minet û rêzdarî bi bîr tînin.

Bi destnîşan dikirina Rêber Apo a; “Wê sedsala 21. bibe sedsala jinan” re îdda me hîn mezintir e. Serdema ku tê jiyîn de hêzên cîhanî ên emperyal û zîhniyetên çeteyî hewldidin ku nirxên mirovatiyê bi tepisandin û dagirkeriyê re tine bikin lê wê teqez di sedsala 21. de berxwedaniya jinan re azadî bê afirandin. Milekê madalyonê azadî û ji bona azadiyê berxwenadiyên bê hempa, milê din de jî bi ferzkirinên zîhniyeta modernîteya kapîtalîst re tepisandinên koletiyê tê jiyîn. Hêzên demokratîk yên ku ji bona parastina rûmeta mirovatiyê berwe didin her dem têkoşiyane û di parastina rûmeta mirovatiyê de bi ser ketine. Tê zanîn ku ji bona parastina rûmeta mirovatiyê berdêlên herî mezin û heman demê de berxwedaniyên herî bilind jî jin û têkoşînên bi rêxistinkirî a jinan derxistiye holê. Şoreşa çandinî, şoreşa destpêkê a mirovatiyê, endezyar û zanyarên destpêkê hemû jî di pêşengtiya jin de hatiye ava kirin û jin tevahiya şaneyên jiyana azad re bi azweriyeke mezin girêdayî ye. Dîroka azadiya jin bi vê azweriya mezin re li gelek deverên cîhanê şahidiya; recm û şewitandinên zindî jî kiriye. Di roja îro de çawa ku afrînera netewa demokratîk jin be heman awayî avakerên paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jin jî ciwan û jin in.

Di roja îro de baweriya jinan bi her awayî ji bona jiyana azad gelekî mezin e. Nexwasim serî de li Kurdistanê jin di her qadên jiyanê de dikarin xwe îfade bikin û bi têkoşîna me re hewldidin ku ji Rojhilata Navîn ber bi cîhanê ve biherikînin. Tevgera Azadiya jin a ku bi ava kirina PKK’ê re bingeha wê di sala 1978 an de hat avêtin û heta roja îro li hember hêzên dagirker di refên herî pêş a şer de têkoşîn dewam dike. Şerê hebûn û şiyarbûnê a ku bi PKK’ê re destpêkir ber bi afirandina jina azad û pê re girêdayî înşa kirina civaka azad ve roj bi roj pêşdikeve.

Di roja îro de Tevgera me ya Azadiya jin, mîrateya ku karkerên jin a New Yorkê ji Clara û Rosayan re hîştine dewr girtiye û bi birdoziya rizgariya jinê a ku di 8’ê Adara sala 1998 an de Serokatî diyariya jinan kiriyê re, ber bi berdana bêdawî û hevjiyana azad re pêş xistiye. Bersiva herî rast ji bona rêhevalên şehîd û berxwedêr ewe ku tevahiya şaneyên Birdoziya Rizgariya Jinê di her qadê jiyanê de bi cîh kirin, jiyanî kirine û em bi vê zanebûnê re pêş de diçin.

Jinên Kurdistanî di roja îro de her derê cîhanê ku lê dijîn de hewldidin ku xwe birêxistin bikin. Emê bi rêxistinbûnên hîn mezintir re li hember derbeyên ku ji têkoşîna birêxistinkirî a jinan ve bê lêdan re bibin bersiv. Li hember her cûrê faşîzmê, çetecîtî, dagirkerî, rejîmên paşwerû heta dilopa xwîna xwe ya dawî emê têbikoşin, xwe zane bikin, bi rêxistinbûn û berxwedanê re emê têkoşîna xwe bidomînin.

Li Rojhilata Navîn tevahiya rejîmên paşwerû û dagirkeriya dewlet û rejîma Tirkiyê ketiye nava qeyranekî pir mezin. Divê neyê ji bîr kirin ku sedema herî mezin a vê qeyranê, berdewam kirina tecrîta girankirî a li ser Rêber Apo re têkîldar e. Hevseroka KCD’ê Leyla Gûven li hember vê tecrîdê berxwedaniyeke mezin da destpêkirin û pê re girêdayî di refên herî pêş a berxwedaniyê de jî jin cîhê xwe digre ji ber vê yekê çemberê ku li derdora Rêber Apo hatiyê hûnandin de jin şerkêşiyê dikişînin jio ber vê em vê berxwedaniya mezin silav dikin. Bêguman ev berxwedaniya dîrokî hêza xwe ji afirandinên Rêber Apo digre.

Wek hêzên Yekîtiya Jinên Azad YJA Starê em dibêjin ku; emê Rêber Apo azad bikin. Di şexsê rêhevalên şehîd; Armanc Gotkar, Medya Mawa Jîndar Ezgî, Zinarîn Întîqam, Delal Amed, Sema Întîqam, Dîcle Mardîn ên ku bûne şopdarên Şehîd Berîtan û Zîlanan em tevahiya şehîdên têkoşîna azadiyê careke din bi bîr tînin soza girêdanbûn û serxistina bîranînên wan didin.

Berxwedaniya Jinan Azad Dike

Ji Roza Heta Sarayan Bijî Têkoşîna Azadiya Jinan

Bijî Rêber APO!

Emê Tecrîtê Bişkînin Faşîzmê Birûxînin

Fermandariya Biryargeha Navendî a YJA Starê

07.03.2019