GELÊ ME YÊ WELATPARÊZ Û RAYA GİŞTÎ RE!

Di serî de şexsê rêheval Berîtan ya ku li hember hêzên dagirker û hevkar, bi berxwedaniya bê hempa reruhê jina azad yên tevahiya serdem û deman vegerand berxwedaniya rûmetê, tevahiya şehîdên meha Cotmehê; Canda Turk, Gurbetellî Ersoz, Meryem Çolak, Ronahî (Andrea Woolf), Helîn Çerkez, Sarya, Medya Mawa, Hêvî Muş, Jînda Ezgî Dersîm û tevahiya şehîdên me yên qehremanyên ku berxwedaniya rûmetê mezin kirin; bi heskirin, rêzdarî û bi minnet bîr tînin girêdanbûna bîranînên wan dûbare dikin.

Bi hevkariya; artêşa dagirker ya TC, heman demê dehevkarê wan KDP ya nijadperest, paşwerû û bi tasfiyekariya hêzên îxanetkar re di 25’ê Cotmehê sala 1992 an de li hember tevgera me ya Azadiya Kurdistanê êrîşên topyekûn yên tinekirinê hat pêş xistin û di van êrîşan de rêheval Berîtan li hember hêzên KDP’ê heta guleya dawî şer kir. Rêheval Berîtan li hember hemû israrên hêzên KDP’ê û êrîşên wan bi gotina; “Hûn ji Başûr, îxaneta şoreşa Bakûrê Kurdistanê dikin.” re çekê di destê xwe de ji bo ku nekeve destê dijmin li zinaran dide û bi vî awayî perçe dike, dûvre jî xwe ji zinaran davêje. Rêheval Berîtan weke jineke ji Dersîmê bi ruhê Zarîfe û Besêyan xwe ji zinaran davêje û di berdewamiya vê rastiyê de dibe remza berxwedaniyê. Rêheval Berîtan bi jiyan û çalakiya xwe nîşan da ku ew, berdewamiya kevneşopiya rûmet û azadiya Besêyan e û careke din bi çalakiya xwe, heqîqeta nehêsanbûna Şoreşa Azadiya Kurdistanê ispat dike.

Rêheval Berîtan di kesayeta xwe de modela jina milîtan ya Artêşa Jinan şênber kiriye, mebde û pîvanên Şoreşa Azadiya Jinan, wergerand perspektifa jıyanê ya domdar, di şexsê jinên milîtan de felsefa û xeta jiyana azad gihandiye zelalbûneke herî şênber. Ew, bû bersiva herî rast ya pirsa; “Çawa jiyan bikin û çawa tekoşîn bê kirin?” Rastiya şehîd Berîtan bi manîfestoya jiyana azad û bi rûmet re di tevahiya zanebûn û dilê me de bûye ronahiya bê dawî.

Rêheval Berîtan li hember çinîtî û zayendperestî bûye fermandar û şerkera bê sekin ya azadiyê, ew li hember kevneşopiya paşwerû ya feodal têkoşiya, ew lêgerînvana bi israr ya heqîqetê û evîndarê gelê xwe ye. Ger di roja me ya îro de artêşbûna jinan ewqas mezin bûye, pêşketiye û ne tenê ji bo jinên Kurdistanê ji bo jinên Rojhilata Navîn û cîhanê hêza tekoşîn kirinê dide, bal dikşîne û dibe çavkaniya îlhamê ew bê gûman serîde di şexsê rêheval Berîtan de encama ked û hewldayînên tevahiya şehîdan e.

Pênaseya Serokatiya me ya; “Parastina rûmeta azadiya Berîtan deynê me ye. Ev jî pîvanê min e.” ya ku di sala 1993 an de ji bo heval Berîtan pêşxistiyê heman demê de weke hêzên YJA Star heta niha bi zanebûna parastina vê xetê re jiyan dikin, weke şopdarên vê fermanê serîde di qadên xwe yên jiyanê û şexsên xwe de bi pratîk kirina vê rastiyê re emê bibin bersiv. Em, xeta azadiyê û rûmeta berxwedaniyê ya ku di şexsê rêheval Berîtan de şênber bûye weke pîvana bingehîn ya Artêşbûna Jinan dibînin, bi wesîleya roja îro careke din dibêjin ku; “Em şopdarên berxwedaniya rêheval Berîtan in.” Weke hêzên YJA Star serîde ji bo jinên Kurd û her deverên ku hebûna jinan lê heyî, di hemû qadên jiyanê de bi billind kirina tekoşîna azadiyê re, ji bo jiyanî kirina xeta rûmeta azadiya jiyanê,dûbare soza serkeftinê didin.

Em bi vê mebestê di salvegera 26. ya şiyara; “Jina ku şer dike azad e, jina azad dibe xweşik dibe, jina xweşik dibe tê heskirin.” de dibêjin ku; ji her demê zêdetir em nêzîkê gihîştina Serokatî û ûtopyayên xwe yên jiyana azad in. Em bi şêweyê herî êrîşkar ya birdoziya nijadperestî ya rizî yên pergala kapîtalîzmê re rû bi rû ne. Weke hêzên YJA Star em di xeta Berîtan de şerkirinê re di serdema, ala azadiyê di asîmanên şîn de bilind kirinê jiyan dikin. Dûbare soza bilindkirina tekoşîneke weke Berîtan ya li her deverê Kurdistanê didin, careke din di şexsê rêheval Berîtan de tevahî şehîdên jiyana azad û şoreşê bi minnet bibîr tînin, soza girêdanbûna bîranîn û xwedî derketina mîrasên wan didin.

Bijî Xeta Jiyana Azad Ya Ku Serokatiya Me Da Ava Kirin!

Bijî Artêşbûna Rastiya Jina Azad Ya Ku Bi Heval Berîtan Re Pêşket!

Bijî Şehîdên Jiyana Azad û Bi Rûmet!

Bin Bikeve Dagirkerî Paşwerûtî û Faşîzm!

24.10.2018

FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDΠYA YJA STAR’Ê