Em serî de rêheval Zîlan ya ku bi çalakiya xwe bû manîfestoya jiyana azad û şopdarên wê Sema Yûce, Gulan, Fatoş sağlamgöz, Rojbîn Arab, Ronahî, Elefterya, Arîn Mîrkan, Jîn Rojhilat, Zinar, Doğa, Têkoşîn Farqîn, Avêsta Xabur û bi hezaran hevrêyên xwe yên qehreman bi rêzdarî bi bîrtînin û em soz didin ku em ê têkoşîna wan ya azadiyê bi serkeftinê tacîdar bikin.

Hevrê Zîlan di 30’ê Hezîrana 96’an de bi çalakiya xwe ya ku qedera Kurdistan’ê guhart navê xwe li dîroka azadiyê nivîsand. Komploya ku dixwestin li hember hêviya jiyana azad ya gelê Kurd Serok APO pêk bînin bi hemû kûrahiya wê hîs kir. Derxist zanistê ku bı çalakiyeke ku dijmin hejîne dikare ev komplo be asteng kirin. Bi vê watê rastiya Zîlan dibe heqîqeta ku rastiya Serokatiya me û têkoşîna me ya azadiyê derxistiye holê. Hevrê Zîlan bi gotina xwe ya “Ez dixwazim bibim xwediyê jiyaneke bi wate” di jiyan û çalakiya xwe de nirxên etîk û estetîk derxist holê. Hevrê Zîlan ya ku xwedî zanista welatparêziyê bû, xwe bi awayeke baş rêxistin kiribû, ji bo ku serkeftinê bi dest bixe têkoşîneke mezin da û çalakiya xwe bi vîna azad pêk anî, hevrê Zîlan heqîqeta Birdoziya Rizgariya Jinê ye. Bi çalakiya xwe yekalîbûn derbas kiriye; tenê ne di milê leşkerî de bûye peyameke birdozî, felsefî û siyasî.

Çawa ku di salên 90’î de dijmin dixwest Serokatiya me û tevgera azadiyê tesfiye bike û gelê Kurd bi zordestî, êşkence xilas bike; îro jî em dibînin ku dewleta qesrê ya faşîst bi heman kîretiyê van hewldanên xwe didomîne. Erdoğan yê ku domkirina desthilatdariya xwe di xilasbûna me de dibîne hemû aboriya dewletê ji bo xilasbûna me razandiye. Weke ku çavên wî zîviriye êrîşî her derê dike, bi siyaseta bi xwîn hewl dide ku temenê xwe dirêj bike. Me ev di hilbijartinên 24’ê Pûşperê de jî bi awayeke vekirî dît. Da ku di hilbijartinan de serbikeve û rejîma xwe ya desthilatdar bidomîne mîna Pirsûs’ê qetlîaman pêk tîne. Di heman demê de li ser êrîşên Qendîl û Xakurkê hewl da ku propagandeyeke reş bide meşandin, bi vî şêwazî dixwest li gor berjewendiyê xwe hêl bide civakê. Li hemberî vê weke tevgera azadiyê bê ku em ji têkoşîna xwe paş de gav bavêjin di şexsê hevrêyên me yên qehreman ku bi rastiya şehadetên xwe nirxên mezin dan avakirin û bûn şopdarê Zîlan me cardin derxist holê ku em bin nakevin.

Weke hêzên YJA Star jî xeta ku her roj, her dem û her deqîqa em ji xwe re hîm digirin xeta Zîlan e. Weke ku Serokatiya me jî bi awayeke vekirî dide diyarkirin; “Zîlan fermandara me ye û em jî leşkerên fermana wê ne.” Ger îro di çar parçeyên Kurdistanê de jin xwe bi rêxistin kirinê dizîvirin vînekê ev bi saya rêka azadiyê ya ku hevrê Zîlan ji bo jinê vekiriye ye. Em dizanin ku asta azadiya jina Kurd asta rêxistinbûnê ya ku têkoşîna Zîlan derxistiye holê ye. Ger îro artêşbûna jin mezin bûye, pêşketiye û îro ne tenê ji bo jinên li Kurdistanê, ji bo jinên Rojhilata Navîn û yê dinyayê dibe hêviyek, dibe xeleka kişandinê ev berhema hewldan û keda hevrê Zîlan e.

Weke YJA Star dema em didin diyar kirin ku em ê xwedî li vê kedê derbikevin; em terzê jiyan û çalakiya hevrê Zîlan weke fermaneke ku pêwîste pêk were dibînin, em didin diyarkirin ku heya em vê fermanê bizîvirînin serkeftinê em ji rastiya têkoşîna xwe nazîvirin. Bi wesîleya salvegera 22. ya vê çalakiya mezin û bi wate em dibêjin; rojên ku em hîn bêhtir nêzî Serokatî û azadiyê ne jiyan dikin. Avakirina serkeftinê û binxistina faşîzmê mîna Zîlan têkoşîn kirinê re derbas dibe. Em soz didin ku em ê têkoşîna Zîlan di tevahî Kurdistan’ê de mezin bikin. Cardin di şexsê hevrê Zîlan de em şehîdên xwe yên şoreşê û yên jiyana azad bi rêzdarî bibîrtînin, em soza xwe ya girêdanbûna bîranînên wan û xwedî li derketina mîrateya ku ji me re hiştine dubare dikin.

Bijî xeta jiyana azad ya ku Serok APO avakiriye!

Bijî rastiya jina azad ya ku wateya xwe bi Zîlan re dîtiye!

Bijî şehîdên jiyana azad û watedar!

Bimre her cûre faşîzm û desthilatdarî!

FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA YJA STAR