Salvegera 26’emîn a şehadeta rêheval Zîlan de em hemû şehîdên xwe yên ku dîroka me ya têkoşîna azadiyê de nûnertiya vîna azad kirine bibîr tînin. Di kesayeta rêheval Zîlan de tevahiya pêşeng û qehremanên mezin yên ku di xeta fermandar Zîlan de bûne çavkaniya hêza me ya azadiyê weke rêheval Sema Yûce, Gulan, Leyla Agirî, Ekîn Wan, Mîzgîn Rojhilat, Şevîn, Şaristan û di şexsê hemû şehîdên xwe yên Pêngavên Bazên Zagrosê, Cenga Xabûrê a Şehîd Savaş Maraş û Egîdên Botanê de ku li dijî faşîzmê di oxira şoreşa mirovahiyê de ji bo parastina rûmeta gelan xwe feda kirine, bi minet û rêzdarî bibîr tînin.

Afrînerê têkoşîna me ya azadiyê ya pêncî salî Rêber Apo, di sedsala 21’emîn de bi xebatên azadiya jin re nirxên azadiyê ava kir û parastina wê jî bi artêşa gerîla re birêxistin kir. Di dîroka têkoşîna me ya 50 salî de şehîdên me yên qehreman li ser bingeha fêmkirina Rêber Apo re bûne hêza pêkanînê û xeta Rêber APO derxistine zanebûnê, bi vî awayî xetekî çalakgeriyê derxistine holê. Ji ber vê heval Zîlan di kêliyên herî krîtîk yên dîrokê de bi çalakbûna xwe bû bersivek dîrokî û bû perçeyek esasî a xelekên serkeftinê. Pêşengên me yên mezin Sakîne Cansız, Besê Anuş, Azîme, Berîtan, Berîvan û bi hezaran rêhevalên me sekna nûnertiya milîtaniya Rêber APO bi awayekî herî xweşik, herî sade, herî wêrek, herî bibiryar û herî bawermend derxistine holê û rêheval Zîlan jî bû kombûna nirxên têkoşîn azadiya jin. Em wek hêzên YJA Starê di pêngava “Dem Dema Azadiya Rêber Apo” de xwedî li mîrateya xeta milîtaniya fermandar Zîlan derbikevin û teqez bigihêjin zaferê.

Di rêveçûna Şerê Cîhanê ya Sêyemîn de hêzên hegemonîk hewldidin pêşengê xeta azadîya gelan û hêza dînamîk ya esasi ya Rojhilata Navîn yanî tevgera azadîyê tasfîye bikin. Ji ber vê di serî de Serokatîya me dikin armancê xwe. Lê belê di xeta fedaî ya fermandar Zîlan de ji Doxa, Bermal heya Avzem û Arînan, ji şerê zaferê ya Zapê heta Botanê gerîlayên fedai yên YJA Starê, li ser hişmendî û bîrdoziya Rêber Apo xeta fedaiyan her ku diçe bilindtir dikin. Çawa ku heval Zîlan bi çalakiya xwe ve bû xwediyê pêngavekî dîrokî û wek milîtaneke jin ji zilamê serdest ku polîtîkayên xistina jin dida meşandin hesab pirsî; bi vê sekna wêrek bû remza jina serkeftî. Heman helwesta xeta têkoşîna azadiya jin di şerê me yê zaferê de, ji Zap heta Metîna, ji Avaşîn heta Xakurkê, ji Serhedê heta Botanê di pêşengtiya jin de tê meşandin. Heval Zîlan a ku egîdiyekî mezin raber kir di heman demê de bû xeta serkeftînê ji hêla taktîka leşkerî ve jî. Xeta şer a Zîlan xiluqdariya herî dewlemend a pêkanîna şer ya herî bi hêz îfade dike. Ji ber vê bi armancê re kîlîtbûn dibe sedem ku mirov tişta herî zehmet jî bibe serkeftinekî herî mezin. Lewra em di dîroka têkoşîna xwe de pêvajoya herî dijwar, herî krîtîk û bi deskeftiyên xwe ve herî nêzî zaferê jiyan dikin. Çawa ku rêheval Zîlan di demên herî zehmet de barê herî giran rakir ser milê xwe, di roja îro de jî şopdarên fedaîyên qehreman, şervanên Rêber Apo jî ji bo ku bigihêjin zaferê di xeta fermandar Zîlan de ji Bakûr heta Başûrê Kurdistanê li hember dagirkeriya dewleta Tirk şerê heqîqetê dimeşînin.

Rêber Apo, çalakiya rêheval Zîlan weke çalakiya herî mezin, herî pîroz û herî encamgir a şerê me yê rizgariya netewî pênase dike. Yanî yekbûna armanc û pêkanîna vê yekê pêşiya tarzê herî bi hêz a lêdanê vedike û dijmin tîne beranberî binketine. Çawa ku rêheval Zîlan bi azweriya azadiyê re ji şaristaniya serdestiya zilam hesap pirsî û bû manîfestoya jiyana azad, em jî wek rêhevalên wê bi rêgezên azadiyê re girêdayî bin û wek hêzên YJA Starê berpirsiyartiya vê serdemê rakin û hesap ji dagirkeran bipirsin. Em di wê îddayê de ne ku emê heta dawî xeta birdozî ya Zîlan temsîl bikin. Wek hêzên YJA Star emê bi terz û taktîkê heval Zîlan ve bi çalakiyên xwe ve, derbên mirinê li dagirkeran bidin. Tola êşa gelê xwe, jin û zarokên Kurdistanê ji dagirkeran rakin. Wek hêzên YJA Star bi terzê Zîlan, bi rêxistinkirî û îradeyek mezin, bi pisporî, ji şerê tûnelan heta her çeperekî, bi çalakiyên xwe yên afrînêr, kêliyên ku dijmin qet ne li bendê be vîna jina azad bi terzekî herî bandor nîşanê wan bidin û hesap ji dagirkeran bipirsin.

Li ser bingehê biryardariya Zîlanbûnê pratîka şerê xwe de bimeşînin, di hemû qadan de rol û erka xwe ya pêşengtiyê pêkbînin. Emê di her şert û mercê de bibin rêhevalê rast a Zîlan. Wek hêzên YJA Star çawa ku rêheval Sema Yüce bi çalakiya xwe re armanca xwe ya biryardariya pêkanîna xeta Zîlan diyar kir, em jî bi biryardariya vî şerî re her kêlî xwe di rastiya fermandar Zîlan de ji nû ve ava bikin. Li ser bingeha xeta milîtaniya Zîlan emê bi felsefeya azadiyê jin û gelê xwe veguhezînin pêşerojekî azad, welatê xwe ji dijmin, jiyana xwe jî ji bermahîyên şaristaniyê rizgar bikin û li ser navê eniya azadiyê ji dîrokê re zaferekî mezin diyarî bikin.

Di şexsê Rêheval Zîlan û hemû şehîdên xwe yên fedaî de em hemû şehîdên xwe carekî din bi hezkirin û rêzdarî bibîrtînin. Di salvegera meha şehîdên fedaî de dê hemû fermandar û milîtanên HPG û YJA-Star’ê bi tarzê Zîlan, bi rêgezên jiyan û şer wê tevlî vê pêvajoyê bibin. Em rêhevalên xwe yên li Avaşîn, Zap û Metîna ku bi awayekî sermirovî berxwedidin û hemû hêzên YJA-Star’ê silav dikin. Em cardin destnîşan dikin ku şêweya jiyana bi rûmet tenê wek Zîlanan şer kirin û jiyan kirinê re gengaze. Dijmin çiqasî bêeman êrîş dike bila bike îradeya azadiyê nayê binxistin, nayê paşvebirin û teqez tişta ku wê dîrokê diyar bike xeta zaferê ya Rêber Apo be. Ji ber vê em weke hêzên YJA Star soz didin gelê xwe û şehîdên xwe ku emê şerê xwe bigihînin zaferê. Em dibêjin dem dema Zîlanbûnê ye. Her gerîlayekê YJA Star’ê îro fedaiyê Rêber Apo ye. Her gerîlayek Zîlan e. Di vê bingehê de carek din tevahiya şehîdên me yên şoreşê bi hezkirin, rêzdarî û minnet bibîr tînin, girêdanbûna bi bîranînên wan re emê xwedî li mîrateya wan derbikevin.

Bijî Rêber Apo û Tevgera Azadiyê!

Bijî Heqîqeta Jiyanê ya ku Xwedawend Zîlan afirandiyê!

Bijî Şehîdên Me Yên Qehreman û Afrînerên Jiyana Azad!

Bijî Partiya Me ya Fedaîbûyî PKK û PAJK!

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Star