Çapemenî û Raya Giştî Re!

Hevrêya me Jiyan Amargî li herêma Botanê zêdeyî çar salan karên çapemeniyê kir, ji jiyana gerîla heta bi çalakî û têkoşînê hemû detay ji me re ragihand û bû yek ji lehengên dîroka çapemeniya azad. Di şexsê hevrêya xwe Jiyan Amargî de em hemû şehîdên xwe yên çapemeniyê bi bîr tînin ku li refên şoreşê têkoşiyan û di vê oxirê de şehîd ketin. Li pêşiya bîranîna şehîdan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Em sersaxiyê ji malbata şehîda xwe re dixwazin ku ewladeke ewçend hêja mezin kiriye. Em soz didin gelê xwe û malbatên şehîdan ku di têkoşîna xwe de xwedî li bîranîna şehîdan derkevin û bîranîna wan li dîrokê bineqişînin.

Em zanin ku em deyndarê şehîdên xwe ne û pêwîstiyê pê dibînin ku bi vê têgihiştinê hîn bêhtir bixebitin û têkoşînê mezin bikin. Berpirsyariya me ya li pêşberî şehîdên me mezin e. Şehîdên me yên çapemeniyê ji bo rastiyê bigihînin gelê me canê xwe feda kirin, di çalakiyên gerîla de bêhna barûtê kirin, dem hat kamera xwe danîn û fîşek berdan dilê faşîzmê. Şehîdên me bûn çav, guh û zimanê rastiyê. Di vê serdemê de ku rastî û derew ketine nava hev, şehîdên me yên çapemeniyê li ser rêya xwegihandina rastiyê bûn wijdanê civakê. Li pêşiya veşartina rastiyê ya ji civakê bûn sîper. Her şehîdeke-î çapemeniya azad ji neferên herî hêja yên lêgerînerên rastiyê ne. Gûrbetellî, Halîl Dag, Arjîn Amed, Sarya Onûr û îro jî Ekîn Turk, Jiyan Amargî bûn ên herî wêrek di meşa rastiyê de. Ew ji bo me bên rêber ku divê çawa bijîn û çawa şer bikin. Ya ku dibe para me jî ew e ku li ser vê rêyê bêrawestan bimeşin û bi rengekî rast xwedî li mîrateya dîrokî derkevin ku wan ji me re hiştin. Ji ber ku wan bi berdêla canê xwe ev mîrate afirandin. Armanca herî mezin a hevrêya me Jiyan Amargî ew bû ku ‘bibe wênekêşa kêliya şoreşê’. Ev daxwaza wê ji bo me talîmat e û weke kedkarên çapemeniyê yên çiyê, em ê bibin wênekêşên kêliyên serketinê. Em soz didin ku vê armanca hevrêya xwe teqez pêk bînin.

Şehîdên me yên çapemeniyê ku li qada çiyê ya têkoşîna me ya azadiyê bi şev û roj xebitîn û li ser têkoşîna gerîla arşîveke belge-qeydikirinê ya mezin ava kirin, bûn çav, guh û zimanê dîroka me ya azadiyê. Şehîdên çapemeniya çiyê ne tenê têkoşîna gerîla bi belge kirin, di heman demê de têkoşîna gerîla gihandin gel û nîşan dan ku jiyaneke azad bi çi rengî ye. Hevrêya me Jiyan Amargî jî mîna Gûrbetellî Ersozan, Halîl Dagan, Arjîn Amedan piştî ku jiyana çiyê nas kir, gihîşt wê baweriyê ku divê her kêliya gerîla bê qeydkirin, ji dîrokê re bê hiştin û di vê oxirê de di nava şert û mercên herî giran de têkoşiya. Rêwîtiya ber bi Botanê ve bû ispata vê helwesta wê ya li nava jiyanê. Warê Arjînan û Halîlan ji xwe re kir qible û ber bi wê ve meşiya. Gotina dawî ya hevrêya me Jiyan Amargî ya li ser rêya Botanê bi vî rengî bû; ‘E zê ti carî dest ji kameraya xwe bernedim’. Hevrêya me Jiyan bi vê gotinê pîvanên nêzîkatiya li berpirsyariyan nîşan da û di nava şehîdên leheng, fedakar, wêrek ên dîroka me ya çapemeniyê de cihê xwe yê bi rûmet girt.

Hevrêya me Jiyan Amargî ku yek ji ewladên herî hêja yê gelê me yê wefakar bû, bi nirxên welatparêziyê mezin bû, kesayetiya xwe bi van nirxan ava kir û bû xwedî kesayetiyeke xurt. Hevrêya me Jiyan bi berxwedêriya xwe ya li hemberî zor û zehmetiyan, bi morala xwe ya li nava jiyanê ji bo me hemûyan bû çavkaniyeke mezin a hêzê û hîmê diyarker ê karên me. Têkoşîna me bi keda wê mezintir bû, bi sekna xwe ya berxwedêr zor û zehmetî hemû ji pêşiya xwe rakir.

Hevrêya me Jiyan Amargî li hemberî êrîşên dewleta Tirk a mêtinger, faşîst ên li ser gelê Kurd nexwest bêdeng bimîne û ji bo bibe çav, guh û gotina gelê me, li zanîngehê biryar da ku rojnamevaniyê bixwîne. Di demeke kurt de fêhm kir ku dibistanên mêtingeriyê yên rejîma şerê taybet warên şerê taybet ên ji bo qutkirina ciwanên Kurd ji têkoşînê ye, lewma berê xwe da çiyê û pîşeyê rojnamevaniyê ku daxwaza wê bû li çiyê dewam kir. Hevrêya me Jiyan Amargî ku demeke dirêj li vê qadê xebitî, bû yek ji wan kesên girîng ku têkoşîna gerîla gihand gel. Ji bo vê jî xwe gihand her nuqteya gerîla û li ser şopa Arjîn Amedan, Nûjiyan Erhanan, Sarya Onûran, Denîz Penaberan, Halîl Dagan, alî Kanîrojan, Xemgîn Amedan, Hindistan Penaberan meşiya, ev yek ji bo xwe kir felsefeya jiyan û têkoşînê. Di vê rêyê de bi wêrekiyeke mezin bi pêş ve çû.

Hevrêya me Jiyan Amargî ku karker, kedkara wêrek û fedakar a Çapemeniay YJA Starê bû, bi serketina xwe ya di wezîfeyên zehmet de ji bo me bû pîvan. Hevrêya me Jiyan Amargî ku tevlîbûna bêfikar ji xwe re kir esas, li ser şopa Gûrbetellî Ersoz, Halîl Dag, Arjîn Amed, Alî Kanîroj û gelek ji kedkarên çapemeniya çiyê meşiya. Ji bo me bû pîvana pêşengiya rast. Çawa ku hevrêya me Jiyan li ser şopa Gûrbetelliyan meşiya, em ê jî pêşengiya wê ji xwe re bikin pîvan û bibin pênûs û kameraya wê. Li gel zor û zehmetiyên karê çapemeniyê li çiyê, li qada şer jî hevrêya me Jiyan Amargî ti zehmetî ji bo xwe weke astengî nedît û xwe gihand gerîla. Ji aliyekî ve bû rû û wijdanê gerîla yê li çiyê, li aliyê din jî li ser gerîlayên şehîd bûne nivîsand û kir ku bîreke dîrokê ya têkoşîna azadiyê ava bibe. Em soza xwe dubare dikin ku hêjayî keda hevrêya me Jiyan Amargî bibin, karê wê ji xwe re bikin esas û bibin wênekêşên kêliyên serketinê.

Hevrêya me Jiyan Amargî bi coşeke mezin xwe gihand gelê Botanê, çar salan bi gelê Botanê re ma û gerîla li hişê me qeyd kir. Em biryardariya xwe diyar dikin ku ala berxwedanê ya hevrêya me Jiyan Amargî bi ser bixînin. Em careke din dibêjin, ‘Em ê bibin wênekêşên kêliyên azadiyê’. Kameraya hevrêya me Jiyan Amargî wê ti carî neyê girtin, wê dîroka azadiyê qeyd bike.

Navenda Çapemeniyê ya YJA Starê