Di berbanga sibê de ez li ser şivarêyên çiyayan dimeşiyam. Ji alîkî ve bêhna catir di firûya. Di aliyê din de jî li ber bayekî hênik hêstên min ber bi nepeniyên çiyayên bilind û xume xuma çeman ve baz didan. Dengê kaniyan wekî stranên lehengên dilsoz bilind dibû li ber gohê min. Ez di vê berbanga sibê de derketibûm kişfa dijmin, belê di nava vê xweşikbûnê de kirêtiyekî hebû. Ew jî dijminê me yê dagirker bû ku dixwest ev bihûştê li me bike wekî dojeh. Rojane dengê top, tang û obusan tevlî dengê nepeniya çiyayan dibû, lê dîsa jî nikaribû me ji jiyan kirina xweşikbûyina çiyayan qut bike. Her çiqas dijminê dagirker dixwest şopên solê xwe tevlî şopên pêlav soran bike jî lê nikaribû bir ser bixe. Lehengên van çiyayan, fedaiyên vê gelê rê nedidan û şopên mekaban li ser van şivarêyên di vê berbangê de ji min re dibû nexşe. Ez dimeşiyam, li pey şopên hevalên xwe wekî bazekî difiriyam. Ez vê sibê derketibûm keşfa dijmin lê xweşikbûyina çiyayan di dilê min de wekî kûlîlkekî biharê ji nûve zîl dida. Ez hindek ma bû ji kelecanan bifirim, çima, çima ev çiya mirovan ewqas dikirin evîndarê xwe. Min ne carekî hezaran caran digot: ‘’ Ey dijmino, ey dijminê bê bext ti çi bikî jî tê nikarîbî van şopan bidî winda kirin’’. Erê vê sibê hindek hevalên me berî min derketibûn nêçira dijmin. Şop nûh bûn. Ez jî li pey ketim. Ev şop çi fikrê xweşik di min de çê dikirin, ez bi xwe re diaxifîm û min wisa digot:  ‘’ Belê çiyayên xweşik û delal, belê hevalên min zinar û kendal, belê çemên şêt û kaniyên qeşem, hûn jî dibînîn em û we yê hev in, em ti caran destê hev bernadin. Wê şopên gerîla li ser van şivarêyan her dem mayinde bibin’’. Gelo ka bêjîn kî dikare gerîla û çiya ji hev qut bike. Çiya êdî dayika gerîla ye. Dayik ti caran dijminê zarokên xwe li ber pêsîra xwe namijînin. Ger dijminê me bixwaze dev biavêja van pêsîran wê bibe jahr û wî bikûje. Marên van çiyayan, gurê van çiyayan êdî gerîla nas dikin, bêhna gerîla dizanin. Ji bo wî jî wê dervayî gerîla ti kesî din nava xwe de nehewînin. Ez bi vê zanistê û bi van fikran heta tîrêjên rojê li bilindî lûtkeyê çiyayan bûn, meşiyam, meşiyam, meşiyam…