‘Delal’ wekî navê xwe bi bedewî û xweşikbûna xwe li ser çiyayên Kurdistanê di dîroka serdema gerîlayên demê de navê xwe da nivisandin.

Sal 2021, roj 24 Nîsanê bû. Dewleta dagirker ya Tirk berê xwe da çiyayên Avaşîn û Zapê.

Armancên dagirkeriyê wekî her timî bû. Dixwest; gora Kurdan bi kole û wan di vê sêdsalê de bin ax bike.

Ji ber Kurd mafên xwe yên mirovatihê dixwestin. Ji ber Kurd li ser axa xwe azadî û wekhevî dixwestin bibûn hedefa êrîşên hovane.

Dagirkeriya Tirk bi biryar bû ku wê Kurdan tine bike. Çi ji destî wî dihat dikir. Li Rojava, li Başûr  û li her deverê Kurdistanê dixwest gelê Kurd di qirkirinê re derbas bike. Sazî û dergehên Kurdan kir hedef, pêşengên wan bi komployan ya dîl girt. Le bi ser neket. Heta çareya xwe ya dawî kîmyasal jî bikar anî. Lê bi ser neket.

Ji ber ku egîd û lehengên vê xaka pîroz xwe kirin mertal û rê nedan vê dagirkeriyê.

Li Kobanê HPG û YJA Star bûn pêşengên şer û dewlete Tirk di şexsê DAİŞ’ê de têk birin. Li Şengalê HPG û YJA Star bûn şerên şer û  di şexsê îxanetkarên Kurdan PDK û çeteyên wan DAİŞ’ê de derbên giran li dagirkeriya Tirkan dan. Şêr û pilingên Kurdistanê dagirkeriyê anîn ber nefesa dawî.

Şoreş germ bibû û germahiya wê li ser herkesî bandor dikir. Heval Delal jî ango bi navê xwe yê malê Hîva Mamo jî di nava vê germahiyê de têşe digirt. Di şerê Serê Kaniyê de, di şerê Girî Sipî de şahidiye êrîşên hovane yên Dewleta Tirk dikir. Wekî ciwanekî Kurt bi rastiya şer re rû be rû mayîn di Heval Delal de hêstên serhildanê dida ava kirin û ew dixwest di rêya Rêber Apo de li serê çiyayan bersiva xwe ya dîrokî bide dagirkeriyê. Kes nikaribû pêşiya Heval Delal bigire. Wê biryara xwe da bû. Bi rihê xwe yê ciwan wekî xezalekî dest bi meşa xwe ya azadiyê kir.

Sal bû 2020.

Heval Delal êdî bibû gerîlayekî azadiya Kurdistanê.

Heval Delal; di demekî pir kurt de pêş ket û bû gerîlayekî ciwan yê serkeftinê. Pir jîr û jêhatî bû. Ji bo wî jî dixwest biçe Zagrosan li wir gerîlagerî bike. Lê hevalên wê digotin; ‘’ Heval Delal hên hên zûye, despêkê perwerdehiyên xwe yên bingehîn bibîne, pişt re derbasî Zagrosan bibe’’.

Lê ew carekî bibû evîndarê Zagrosan û teqez divê xwe bigîştandina Zagrosan.

Gihaşt armanca xwe. Ev bextewariyekî pir mezin bû ku hên di sala xwe ya despêkê ya gerîlageriya xwe de bibû gerîlaya Zagrosa bi heybet. Li ser textê xwedavendan li Tepê Sor, di bilindahiya Zagrosan de li kêleka bazan hêlîna xwe çêkiri bû.

Hevalên li Zagrosê wisa behsa wê dikirin; ‘’Heval Delal ciwan bû , lê rixmê wê pir jêhatî bû. Me nedixwest wê bixin nava pratîka şer û ji bo em wê biparêzin her me wê li qampê dihişt. Lê Heval Delal di jiyana gerîla de, di pêşketinan de ewqas bi xwestek û israr bû, êdî ew bibû çavkaniya morala jiyana me ’’.

Hevalên ku bi Heval Delal re mabûn her dem bal dikişandin taybetmendiyên wê yên hevaltî. Ji ber vê yekê jî di demekî pir kin de pir hat heskirin û bû hevalekî rast yê Rêbertî, şehîd û hevalên xwe.

Heval Delal ji bo di rêya Rêber Apo de bimeşe hatibû çiyayan û di roj nîvîsa xwe de wisa nivisandibû; ‘’ Beriya ez tevlî bibim, her min li ser keda Rêber Apo û şehîdan lêhurbûn dikir. Min digot, wan gelek ked dan. Vaye Rêber Apo ji temenê min zêdetir di nav çar dîwaran de ye. Vaye şehîd her roj xwîna xwe dirijîn in. Ma ezê li malê çi bikim. Divê ez li beranberî vê çarenûsa ku ji bo min hatiye diyar kirin bi sekinim û bikevim rêya Rêber Apo û şehîdan’’.

Rast e, Heval Delal li soza xwe xwedî derket û ket rêya şoreşê. Lewra rixmê ciwanbûna xwe wê bi gîrêdan û sekna xwe ya mîlîtanî li ser giştî hevalan bandora xwe çêkir.

Dema Dewleta Tirk êrîşên xwe li ser qadên parastina Medya berfireh kir, Heval Delal li Tepê Sor di bin fermandariya Heval Zinarîn û Heval Botan de amadekariyên şer dikir. Ji ber wan li Zendûra, li Aris Faris, li Mam Reşo şahidiya hovitiya Dewleta Tirk kiribûn, bi giştî derfetan xwe ji bo dijmin amade dikirin. Heval Delal li Girê Sipî dîtibû ku ka bê Dewleta Tirk çiqas bê exlak tevdigere, li wir bi sedan kes ji gazên kîmyewî yên Dewleta Tirk tesîr bîbûn. Pir kes gihaşatibûn şehadetê yê filitîbûn jî di laşê wan de şopên jê neveger çêbibûn. Ji bo wî jî di nava kesên ku xwe amade dike de ya herî bi ezmûn yek jê jî Heval Delal bû.

Hevala Mizgîn ya ku ji Tepê Sor derketibû wisa behsa Heval Delal dikir; ‘’ Heval Delal hevala herî ciwan  ya Tepê Sor bû. Me ewqas jê hes dikir ku ji bo em wê biparêzin me her tiştî dikir. Lê dema artêşe Tirk gazên bi jahr berda hindûr, Heval Delal li jora tûnelê di çeperan de li kêleka hevalên xwe di nava berxwedanê de  bû. Heta me xwe gihîştand Heval Delal ew li wir bi gazên jahrî şehîd ket. Ev ji bo me gelek xemgînî da ava kirin. Lê me dizanî, divê em ji bo Delalan, ji bo pêşeroja ciwanên welatê xwe di berxwe bidin. Berdêlên wî çi dibin bila bibin divê em welatê xwe ji dagirkeriyê rizgar bikin. Me şehîd dan û dibe hem hên jî şehîdan bidin. Em ji vî re amade ne. Berdêlên azadiya Kurdistanê wê mezin bin lê Kurdistana me, azadiya gelê me hêjayê giştî berdêlan e’’.

Em jî wekî rêhevalên Heval Delal wê sozê didin ku emê şopdarê tekoşîna wê bin û ji bo pêşerojekî azad emê heta dawiyê emê tekoşîna xwe berdewam bikin.

Hevalên Wê Yên Tekoşînê