“Ji bo rastiya Rojhilata Navîn şaristanî cil nîne, jiyan bixwe ye. Ji ber şaristaniya hate jiyîn, ketiye nav goşt û hestî. Rojhilata Navîn nikare tiştê ku jiyaye wek cilekê bavêje koşeyekê. Ev rewş li ti qada cîhanê evçend kûr pêknehatiye, navxweyî nekirine. Di Rojhilata Naîn de dîrok û çand, şaristanî û jiyan wek ku neşibe ti qadeke din, civak û kesayeteke cuda afirandiye. Çanda cotkariyê ya hezar salan genên xwe yên civakî xuliqandiye. Şêwazê hizirîna olî û mîtolojîk bi hezar salan di xêva civakê de dane jiyandin. Dogmatîzm û qedergerî bûye parçeyeke jevneqetîn ya jiyanê. Ramana xweser û xweliqkar bi demdirêjî ketiye xewê. Destnîşankirinên Îlahiyatê wek tabûyên pîroz tenê ji bo bawerkirineke bêguman e. Derketina derveyî gotinên pirtûkên pîroz, guneha herî mezin hisab dibe. Çîrokên ku di pêvajoya mîtolojiyan de wek rîwayet li ser zimanan geriyane, bûne zagonên baweriyê yên pir hişk; bûne ol û xwedayên ku xeyal û bîranînên kesên şaristanî afirandin bindest kirin.

Însan dema bûn esîrê tiştên ku bi destên xwe afirandin, fêmnekirin ku çawa ketine nav yekemîn biyanîbûna herî mezin a dîrokê. Çandekî wiha hate pêşxistin ku yên afirîner kire xweliqandî, yên xweliqandî kire afirîner.Ev rewş kirin mijara herî bingehîn a raman û baweriyê. Heya,xulamtî û perestîna vê pergalê kirin nasnameya însanê/a herî baş. Gumankirin ji vê fetîşbûnê jî guneha herî mezin dîtin. Ji hêla din ve bi hêza ku yekem car dewletbûn dide çêkirin mîtolojî û baweriyên gel, li gor berjewendiya serdestan werguherandin xwedawendiyê û kirin çek. Afirînekên wê/wî bixwe hem di qda madî, hem jî menewî qulipîn zidên xwe û ew dîl girt, wiha jî civak û însanê Rojhilata Navîn bi navê hemû mirovahiyê wer tê hesibandin ku xwe qurban kiriye. Şaristanî ku li ser vê biyanîbûnê bilind bû di yekemîn û serdema navîn de ewçend bandor da çêkirin ku, ti koşeya cîhanê nekarî xwe ji bandora wê xilas bike. Diyardeya ku me jê re got ‘kesayeta dîrokî’ ev e. Bi hin muqayeseyan ve dikare tiştên qewimîne were vekirin. Kesayet û mirina dayîkê bi zayînên xwe ve pêktê. Dar bilind dibe, her ku toxim dike, derdora xwe bi mînanî xwe zêde dike dimire. Berûya çanda Rojhilata Navîn jî diyardeyeke wiha ye. Dareke ku kokên xwe berdaye erdê; tovên wê li çar aliyên cîhanê belav bûne. Ji ber xwedî karakterê dara Berûyê ye, şax ji gewdeyê her qut dibe, li ser kokên xwe dixwaze hîna gur hêşîn bibe û bijî. Di heman demê de dara Berûyê li Rojhilata Navîn yek ji dara herî pêşîn a çandê ye.

Çanda Rojhilata Navîn bi hilweşîna ku di salên P.Z. 1000-1500 kete tê de, orjînalbûna xwe wenda kir. Ya hîna rastir dişibe dara Berûyê ya ku heya kokên xwe hatiye kesixandin. Bi gotineke din, dişibe goristana kevn a mirovahiya ku bixwe afirandiye. Wek goristaneke mezin a mîna Pîramît û Zîgûratan! Tiştên hezar sale pêk tên ji bilî bêdengiya mirinê, ne xwedî ti wateyeke din e. Bi mehitîna (yipranma) ku zayokîbûna (dogurucu) di astekî pir bilind de bi xwe re tîne, ne di wê rewşê de ye kudi wateya xweliqkariyê de pêngav biavêje. Pêvajoya Osmaniyan tam pasvantiya (bekçî) goristanê ye. Herdayîm mirinên nû temîn dike û bi şabaşan (bagiş) xwedîkirina xwe yekemîn rola wan e. Ol, ezan û selewat her bi xeman tejî ne û ji bilî ku bangewaziya mirinê bike ti armanca wan nîne. Bi rêya mirinê tirsandin, bi mesajên cenet û cehenemê ji mirinê re amadekirin, bûye teşeya şaristaniya pêvajoya dawî. Ji mêj ve dest jizanist û teknîkêhatiye berdan. Civak û siyaset ji ezelê pêve wek qalibên ku qerisîne dubare dibin. Li dor şaristaniyeke evqas mezin evçend dogmatîzm û qederperestiyêtevna xwe alandiye, ku ev rewş pir zêde bêhnçikîn e. Lê ev tablo rastiyek e, behsa çîroka Rojhilata Navîn dike. Di Rojhilata Navîn de di dawî de şewitîn û xwelîbûna hemû eşqan jî bi vê  rastiyê ve girêdayî ye.

15.000 salan dayîktî bike, ji bo mirovahiyê tiştên hewce bafirîne, paşê jî bikeve rewşa koleya herî bêçare! Bibe memleketa vejîna yekemîn xwedawendan, ji bo mirovahiyê tiştên hewce hem biafirîne hem bizê, paşê jî wek pîneyekê were şixulandin û te bavêjin kuncekê! Hemû xweda û mezinahiyan biafirîne, paşê bibe evdê/a wan a/ê herî bêçare! Pîşeya têrkirina hemû mirovahiyê bixuliqîne, paşê birçî bimîne! Her derê bike stargeh, paşê bila welatê ku tu xwe bispêrê nebe! Ji herkesê re bibe findek ji ronahiyê, paşê ji tarîtiyê rizgar nebe! Ji her kesê re bibe deng, mûzîk û helbestê bixuliqîne; paşê bêziman bimîne, bibe ker! Ji bo herkesê zanist, hurmet û teknîkê çêbike, paşê bibe yê/ya herî cahêl û bêçare! Ji her kesê re seray û xanan lêbike, paşê muhtecê bihosteke axê bimîne! Şaristaniya Rojhilata Navîn navê vê nakokiya mezin û pir dramatîk e. Sedema ku evînên wê dişewitin û dibin xwelî di vê nakokiyê de veşartî ye. Evqas bi nirxan ve mezin bibe, paşê cûce bimîne! Encex şewitîn dikare vê paqij bike. Yekemîn hevgihîştina xweda-xwedawend bafirîne, paşê jî bibe jin û zilamê ku ketiye rewşa xazokê/a herî ketî! Encex şewitîn û şewitandin dikare vê pak bike.

Gelên Rojhilata Navîn pir digirîn. Evqas nirxan biafirîne paşê wenda bike: elbet ku, dê pir bigrîn. Rojhilata Navîn bi taybet di hezar sala dawî ji bêdengiya mirinê re digrî. Ezan, stran, dengbêjî û saz tejî xemgînî ne û vexwendiyê mirinê ne. Ti yek ji van netesaduf e; tiştên qewimîne tînin ziman. Ji bilî vê bûya, dê bêwate bihata dîtin. Wiha baştir fêm dibe tişên li cîhanê diqewimin çima zêde Rojhilata Navîn bandor nake. Yên bingeh û mezarên wan evqas mezin û kûr be, nikarin yên dîtir fêm bikin. Ew bê ku vexwen her serxweş in, an jî mîna dema hate cîhanê mirine. Paşeroj evçend mandîker (ezîcî) û nayê bexşîn (afedîlmez) e. Xiyaneta Şaristaniyê mezin û xayînên wê pir in. Lewma tevgerên tolhilanînê evçend mezin û pir in. Lê ev dê çi rizgar bike? Bimire û bikije, ji zêdekirina goristanan wêdetir bi kêr çi tên? Şerên olî yên Rojhilata Navîn, şerên namûs û malbatê, şerên mal û milk bi sedemên bi qasî toximê hejîrê, lê xwînê wek bilbilka misîn diherikînin. Ev behane ne. Li jêr tevahiya xwînrijiyan de wendakirinên mezin, xiyanet veşartî ne. Kevneşopiya tolstendinê ne besît e. Xwedî paşerojeke wiha ye û bingeha wê wiha ye. Cinayetên tore pir pêk tên. Bingeha wê dîsa ev dîroka lenetî ye. Dest danîne ser hemû nirxên şaristaniyê û dest avêtine namûsa wê. Ev rastî çawa di pir tiştan de tê kirin, lê di jin û keçan de tê wateya sembolê. Ger tiştek bi sembolê were, wek ku pîroziya mezin qirêj bûye tê hesibandin. Lewre sizayê wê herî giran û bi terzê ku nayê pejirandin e. Trajedî çavkaniya xwe ji vê, ji vê dîrokê digre.

Rojhilata Navîn gor di nav gorê de, girêkor di nav girêkorê de ye. Cîhan diguhere, ew naguhere. Ew neçar e mînaxwe bimîne. Ew dara berûyê ye. Kok her qalind dibe. Hûn wê dikesixînin, lê wê dîsa bixwe bimîne. Ji hêşînbûna wê jî hêvî qut nabe. Rojhilata Navîn warê hêviyê ye. Di destê Rojhilata Navîn de tenê hêvî maye. Kevneşopî mandîker û nebeşxîn e, lê belê hêj her li bendê ye ku koka berûyê cardin hêşin bibe. Jiyan tenê bi halê hêviyekê maye. Qutnebûn ji kevneşopiyê jî ji hêza wê tê. Lê ji ber nikare xwe jinûve hilberîne, dirize. Hemû herêmên cîhanê trendên pêşketinê diyar dikin, lê Rojhilata Navîn dîsa wek xwe dimîne û hîna şopa kûr a şaristaniya berê bi awayeke bandor tê de ye. Ev rewş dibe sedem nikaribe pêşketinên hemdem bi awayeke serkeftî navxweyî bike. Şopên şaristaniya berê ku jênabin û şaristaniya hemdem di nav pevçûnê de ne.

Carna hewce dike ew axa pir hatî bikaranîn, heya demekê şûv (nadasa) bihêlin. An jî bi dewsa darê rizî, yeke din were çandin. Tişta zehf were bikaranîn, kevn dibe. Jixwe bi teqîna li çolê, ti axa ku nirxeke din hilberîne nemaye. Hemû daneyên şaristaniyê derketine holê. Hemû hêza axê ku were mêtandin, mêtandine. Dayîk pîr bûye, nikare şîr bide. Bi parzakirineke (aşilama) nû, ne di wê reşwê de ye bi mêr re berhemeke din derxîne. Hemû zarokên ku bikaribe hilberîne hilberandiye, bi şîrê xurdemiya zêde xwedîkiriye û niha dema wê ye ku vegere axa xwe. Ji bo malbata mirovahiyê çi hewce kiribe, vê dayîkê û vê axê ew hilberand û bi serkeftî li çar aliyên cîhanê daweşand. Wek Habîl û Qabîlê Adem û Hewa, bû şivan û cotkar. Bû çar kurên Nûh, li çar aliyan û bi çar nîjadan belav bû şaristanî pêşxistin; giyayê çandiniyê, heywanên kedîkirî, gund, bajêr, çîn, dewlet, xwedê, hemû pîşe, pirtûka pîroz û pêxember, edebiyat, huner, mûzîk, mîmarî, çek, rê, welhasil bi navê mirovahiyê her çi hebe hemû afirand, xwedî kir û xelatî her aliyekê kir. Ev kar hemû diwestîne. Rojhilata Navîn çanda dayîka zayok, derguşa mirovahiyê êdî li pişt perdeyê ye, dibe biçe gora xwe, kê dizane belku jî ji bo ku şaristaniyeke hîna rengîn û zindî bizê xwe paşvekişandiye, dê razê û jinûve şiyar bibe, ronesansa xwe jî pêk bîne. Tam 15.000 sale ji bo vê zayînê bi Ewrûpayê bide kirin, Rojhilata Navîn dapîrokî kir. 10.000 sal dapîrokiya neolîtîk, 5.000 sal dapîrokiya şareza kir. Zarokê hate cîhanê xoyrat e, dayîknenas e, qedîrneşinas e. Qey wek ku xwedayek be, bi qasî li xwe xwedîtiyê bike mexrûr e, bi sewdaya mezinbûnê ketiye. Ev rastiyeke. Lê belê di heman demê de ew naşî ye û xeteriya ku ber bi zinaran ve bigindire dijî. Ev jî rastiyek e. Em ê van hemûyan pir baş fêm bikin. Bê ku em bibin sewdaserê rizîna xwe, lê belê em ê ji bîr nekin ku em dayîka vejîn û derguşa ku ew mezin kirin, in. Bê ku em teqlîd bikin, em ê fêr bibin. Lê li axa dayîkê ya şaristaniyê, wek kur û keçên wê yên esîl ji reng û xwîna wê ji bo vejîneke din, vêcarê em ê bi Ewrûpaya pîrbûyî re dapîrokiyê bidin kirin, wiha jî vê vejîna pîroz pêk bînin.” Rêber APO

Rastiya her hebûnekê, bi realîteya civakî ya tê de pênase dibe. Rastiya Rojhilata Navîn jî xwedî tevlihevî û curbicuriyekê ye ku carna dişibînin qazana pîrebokê, carna jî qutîka Pandorayê ku ne diyare jê çi derkeve. Ev realîte li pêşiya têkoşîna civakî hejmareke zêde îhtîmalan ku hilbijêre û diyar bike derdixîne holê. Dema îhtîmal tê hilbijartin ya herî girîng kêliya derbaskirina ya muhtemel ber bi rastiyê ve ye. Ya ku bi rêya tercîha azad û sehekan tê hilbijartin diyar dike. Realîteyek ku tê pênasekirin, ya girîng ew e ku kêlî û tercîha ku wateya vê ralîteyê derdixîne holê were tehlîlkirin. Rastiya were çareserkirin ji ber çanda Rojhilata Navîn e, tehlîlkirina vê kêlî û tercîhê hîna têkeltir dibe. Ji ber çanda Rojhilata Navîn ne bi tehlîlên şaristaniyê yên klasîk, ne jî bi rastiya giştî dikare pênase bibe. Bi van pênaseyan ve tehlîleke rast nayê kirin, bi qasî wê jî ne gengaz e ku ji girêka pirsgirêkan re çareserî were pêşxistin. Di navbera şaristaniya Rojhilata Navîn û modernîteya sermayedar de nakokiyên bikok û kûr hene. Ji ber vê sedemê tehlîlên civakî, siyasî û çandî ya navend-rojava hêza pênasekirina pirsgirêkan lewaz dike. Tirsa xirabûna statukoparêziya Rojhilata Navîn, bêbawriya li beramberî guhertina ku ji qederperwerî û muhafezkariya ku ji dogmatîzmê çavkanî digre, pirsgirêkê hîna kûr dikin. Di roja me ya îro de ku têkîliyên hakimiyet û otorîteya mutleq tê redkirin, însan êdî bi kûranî dikevin koka diyardeya hakimiyetê û li ser sedemên ku mutlaqiyetê xwedî dikin bi nazenînî dihizirin, hewce dike bi awayeke xweser kesayet û nasnameya Rojhilata Navîn pênase bibe.

Li gor keşîfên arkeolojîk ku ji kolandinan hatine bidestxistin beriya niha panzdeh mîlyar salan madeya ku bi awayeke bêdawî tîr û germbû di encama şidîna wê de madeyek bi qasî serê derziyê yekcarê teqiya û bi vê teqînê re zeman dest bi herikînê kir. Bi vê teqîna mezinve galaksî, stêrk û gerdûn avabûn. Bi vê teqîna mezin ve cîhana me pêkhat û ji pêvajoyên cuda derbas bû. Di her pêvajoyê de cîhana me awayên cuda girte xwe, bêguman wê demê ji halê xwe yê îro pir cuda bûye. Cewher û enerjiya xwe di hinavê xwe de hilgirtibe jî, di her pêvajoyê de cihê bûye û her di nav livûlibatê de bûye. Guhertinên di hundir de dijî, teqînên mezin ên volkanîk dibe sedem qeşayên ku piraniya erdê dagirkiribûn bihelin, bi guherîna avûhewayê re jî li hin deran hişkahî destpêkir. Elbet ev tiştên me behsa wan kir di bêhnekê de bidawî nebûne. Ev mezinbûna ku bi milyonan sal domaye, bi xwe re guhertinên cuda jî aniye. Hemû hebûnên zindî ketine nav pêvajoya guherînê û bi vê guhertinê ve Însan jî ber bi erdnîgariyên ku bikare lê bijî, koç kiriye. Ne tenê mirovan, herwiha zindiyên din jî ji bo dewamkirina jiyana xwe ev rêye hilbijartine. Erdnîgariyên jînê derketine holê û li van deran jî nifûs zêde bûye.

Bi perasena avûhewayê, pêkhatina derya û çiya cihên niştecihiyê derketine holê. Ancax ev guhertin li her mekanekî di yek demê de pêşneketiye. Yekemîn a tevahiya van bûyeran hebûye. Ev yekane, li Rojhilata Navîn axên bi behre ku neçariya koçberiyê nehiştiye pêk hatiye. Wiha jî Rojhilata Navîn kariye bibe sereçavkaniya xwedîkirina hemû şaristaniyan. Serdema qeşayê ku dawî lê hat, pêvajoya destpêkirina dîroka gerdûnî ku, di dîroka pêşketina civakî de yek ji mîhengên herî girîng tê nirxandin, li herêma Rojhilata Navîn ji bo cureyê însan xurdemeniya boş, derfeta parastin û hêsaniya zêdebûnê pêşkêş kir. Bi vî aliyê xwe ve Rojhilata Navîn şahdamara dîroka gerdûnî ye û bûye mekanê pêşketina dîroka gerdûnî. Afrîqa, Behrasor û Behraspî ku yekemîn cihê mirovahiyê têne zanîn, piştî helîna qeşayê şertûmercên jiyanê li wan cihan bidawî bû, lewma li Rojhilata Behraspî, kevaneya Zagros û Toros li Hîlala Zêrîn însan civiyan.

Rojhilata Navîn bi axên xwe yên berfireh û bi bereket, bi dewlemendiyên jêrerd û sererd, çiyayên bilind, deştên bêserî û binî, avên xwe yên ku xurmexurm diherikin, awayê şênberbûyî yê cenetê li ser rûyê erdê ye. Herçend pêşketina şaristaniyê ku xwe dispêre erdnîgariyê di serdema heyî de nemuteber e, lê belê erdnîgarî û mîrateya çandî ya Rojhilata Navîn di warê rojaneyî de wê hîna jî dike jêneveger. Elbet girîngî û wateya Rojhilata Navîn tenê ji xweşikiya wê ya erdnîgariyê çavkanî nagire. Wate û pênaseya Rojhilata Navîn li gor berjewendiya rojava ya li ser herêmê û mudaxeleyên wan guherî ye, Pênase ji hêla hêzên siyasî û çandî ve hatiye diyarkirin. Yek ji zehmetiyên pênasekirina herêmê ew e ku ji heman cihê re du nav tê gotin; hem Rojhilata Navîn, hem jî Rojhilata Nêzîk. Rojhilata Nêzîk têgînekî hîna kevn e û koka wê heya keşîfên erdnîgarî yên destpêkê diçe. Ji herêmên ji Ewrûpayê dûr re Rojhilata Dûr, ji yên ku di navbera Ewrûpa û Rojhilata Dûr de dimîn re jî Rojhilata Nêzîk tê gotin. Binavkirina Rojhilata Navîn jî di sala 1945’an di dema şerê cîhanê yê II. de ji ber Fermandariya Ingilîzan a Rojhilata Navîn û Navenda Lojîstîka Mûtefîqan a Rojhilata Navîn saz bûye, derketiye holê.

Sînorên Rojhilata Navîn tam zelal nebe jî lê belê bi gelemperî wek 15 mîlyon kîlometreçarçikan e. Tê gotin nifûsa wê 450 mîlyon e. Welatên Rojhilata Navîn; Kurdistan, Filistîn, Fas, Tûnis, Cezayîr, Lîbya, Misir, Sûdan, Emîrtiya Yekbûyî ya Ereban, Lûbnan, Ûrdun, Îsrayîl, Tirkiye, Sûriye, Iraq, Qeter, Erebîstana Siûdî, Behreyn, Kuweyt, Yemen û Îran e. Efxanîstan û Pakîstan ruxmî ku ji hêla erdnîgarî ve ne welatên herêmê ne, lê belê ji welatên Rojhilata Navîn têne hesibandin. Rêyên herî girîng ên av û qanal ji vir (herêmê) derbas dibin. Di heman demê de navenda veguhêzkarî û ragihînê ye. Petrola Rojhilata Navîn pêdiviya enrejiya Ewrûpa û Asyayê di asteke herî bilind de pêşwazî dike. Petrola li rojavayê Ewrûpa tê bikaranîn ji %75, petrola li Japonya tê bikar anîn ji %90 ji Rojhilata Navîn tê îhraçkirin. Yek ji serokên berê yê DYE di axaftina xwe ya li Trûmanê wiha gotibû:“Ku em çavên xwe li Rojhilata Nêzîk dizivirînn, em bi herêmekê ku meseleyên vexîm erz dike rûbirû dibin. Di vê herêmê de çavkaniyên xwezayî yên berfireh hene. Rêyên bejahî, hewayî û deryayî yên biçûnûhatê ji vir derbas dibin. Di vê wateyê de herêm xwedî girîngiyeke mezin a aborî û stratejîk e. Lê belê ti welatekî vê herêmê ne bi tenê, ne jî bi hev re, ne xwedî wê hêzê ne ku li beramberî destwerdana li ser xwe liberxwe bidin.”

Herêm ji hêla mêzînên cîhanê çiqas xwedî girîngîye, şaristaniya rojava ev ticar biştçav nekiriye. Şaristaniyên xweperest ên Rojava xwestine tişta herî baş û xweş bibe ya wan, nirxên Rojhilata Navîn dizîne û em bi diziya herî mezin a dîrokê rûbrû hiştine. Di vê mijarê de jî mentiqa xwe ya tecawizkar û dagirker anîne ziman. Li beramberî vê, welatên li Rojhilata Navîn ji ber yekîtî ava nekirine, nebûne xwedî saziyên îdeolojîk ku hêza xweya hundirîn derxin holê û zuhayî û kûrbûna mentiqa desthilatdar-dewletger jî bûye sedem rewşa kaosê neyê derbaskirin. Modernîteya sermayedar hewl dide Rojhilata Navîn û pê ve mirovahiyê di nav şêwazê jiyana xwe de jinûve biafirîne. Li gor projeya ku dixwaze li Rojhilata Navîn pratîze bike, li saheya ku hemû dewletên Ereban digire nav xwe hewl dide asta entelektuel biguherîne.Ji naveroka vê bigre heya guhertina pozîsyona jinê ya li vê erdnîgariyê û herwiha rûnişkandina rejîmên aboriya lîberal, di pir qadan de dixwaze guhertinê bi xwe re bîne. Ev proje madeyên mîna; heya sala 2010’an li Rojhilata Navîn asta xwendin-nivîsandinê ji %50 zêde bike, klasîkên Rojavayî wergerîne zimanê Erebî, ji jinan re ji bo peyner (girişîm) bibin bi qasî 500 mîlyon dolar alîkarî bê dayîn û hwd. digre nav xwe. Li Iraqê îro pergala şaristaniyê ne tenê bi rêya pêkanînên zorê, bi ser ve bi rûnişkandina şêweyê jiyanê jî dike hegemonya xwe saz bike. Lê belê diyar e ku ev bi dewsa kaosa Rojhilata Navîn çareser bike, dê wê kûrtir bike. Mînaka vê ya herî nêz jî DYE nizane îro çawa ji Iraqê derkeve. Zanist û îdeolojiya pozîtîvîst a modernîteya Ewrûpa nikare bi şêwazekî rast şaristaniya Rojhilata Navîn pênase bike. Ji ber ku ev di rastiya Rojhilata Navîn de heye. Her çareseriya ku bi rastiya wê ya cewherî ve li hev neke bi berxwedanê re rûbirû dimîne û nikare kaosa Rojhilata Navîn çareser bike.

Mirov ku pêşketinên dîrokî û civakî hûr lê dinêre, dibîne ku ev rewş di demên berê de jî wiha bûye. Berîdaniya (yonelîm) ku ne li gor rastiya şaristaniya Rojhilata Navîn bûye bi berxwedana qebîle û olên yek-xwedayî re rûbirû maye. Sîstemên qabîleyan teşeyên civakî yên dem-dirêj in, di lêkolînên arkeolojîk de jî derketiye holê ku wek dihate texmînkirin paşverû nebûne, belku avaniyên civakî yên pêşketî ne. Rêbertiya me ji bo fêmkirina baş a dîroka gerdûnî diyar dike ku hewce heye sîstemîn qebîleyan rast fêm bibe, bi armanca ku lêkolînên dîrokê bigihîjin encamên nêz rastiyê. şoreşa cotkarî û çandiniyê xwe spartiye sîstema nîv-qabîleyan wiha pêşketiye û ev jî yek ji qonaxa herî girîng a dîroka gerdûnî ye.

“Pêwîst e, ez vê xusûsê bi girîngî destnîşan bikim ku çanda civakî ya xwe dispêre qûntara çiyayên Toros-Zagrosê di ti demê de bi temamî resenî û orjîntiya xwe wenda nekiriye. Radestî hegemondarên siyasî û eskerî yên ji nava xwe derketî û heta rahibên dînî nebûye. Weke civaka dîrokî her hebûna xwe dewam kiriye. Tevahiya dîrokê ji çar aliyan ve êrîşên dagirkeriyê bi ser de hatine û tevî vê yekê karîbûye hebûna xwe ya civakî dewam bike. Di vê yekê de rola sîstema qebîleyan a kokên wê kûr in (ji salên 15.000î B.Z. heta roja me ya îro), û ekonomiya heywan xwedîkirinê diyarker in. Di vê çandê de mîna ku du alem hebin. Yekemîn, cîhana civakî ya gel û qebîleyên di kûrahiya dîrok û axê de veşartî ne; duyemîn, cîhana dewlet, pevçûn û şerên hegemondariya desthilatiyê ya bêhejmar hêzên dagirker, mêtinkar, mêtinger û îmhakeran e. Ya ez dixwazim qal û behsê bikim ew e ku ji aliyê dîroka gerdûnî ve pêşketina diyalektîkê ya heta roja me ya îro dewam dike xeta sor a di navbera herdu cîhanan de ye. Çanda herêmê herî kêm di warê kirdarî û sûbjektîvîteyê de hîç dewrûberî qebûl nekiriye, nexwestiye vê bîne bîra xwe jî û herçiqasî di warê xwesteka navendbûnê de çîrokên wê yên trajîk û komîk hebin jî timî di navend mayînê de israr kiriye. Wexta ku mirov ji vî awirê gerdûnî ve li dîroka me ya mîkro binêre dikare bi hezaran mînakên hem rûmetê hem rezîliyê, hem êşê hem coşê, hem komediyê hem trajediyê bibîne û em ê di fêhmkirina vê de zehmetiyê nekişînin. Em ê li xwezaya xwe ya civakî (tevî xwezaya fizîk, kîmya û biyolojîk a yekpare jê nabe) zêdetir serwext bibin û ji bo paşvexistina neyêniyan em ê zêdetir ber bi çalakî û îradeya wê ve baz bidin.”Rêber APO

Di encam de ger mirov rastiya civakî û dîrokî ku ji bo hemû hêmanên civakî ku ji pergala şaristaniya Rojhilata Navîn têne derkirin, wek dij-şoreş jî binav dibin analîz bikin, em dikarin koka qeyran û problemên li vir hene li jêr sê beşan de bidest bigrin. Sîstema şaristaniyê ku di sala B.Z. 3500’anli derdora yekemîn xanedaniyê,hiyerarşî, bajêr, desthilatdarî, dewlet û sazîbûna çînan pêşket. Sîstema şaristaniya navendî bixwe serkaniya hemû pirsgirêkên civakî ye. Ev sîstem bi formên berxwedanê re rûbirû maye,lê belê sîstema qebîleyan û berxwedana Zerdûştîdi wateya giştî negihîştin serkeftinê. Ya duyemîn jî di salên P.Z. 1200’an bi şaristaniya Îslamî hewl tê dayîn ji pergala şaristaniya navendî re vebûnê bidin kirin, lêbelê ji ber hewldanên ronesansê negihîşt serkeftinê pêvajoya ku qeyran û pirsgirêkan hîna kûrtir bike da destpêkirin. Ya sêyemîn jî ji salên 1800’an pêv pêvajoya ku şaristaniya navendî ya Ewrûpa hegemonya bidest xist û li ser herêmên Rojhilata Navîn dest bi dizîna dewlemendiya çandî, dîrokî û civakî kir e. Li beramberî vê lêgerên çareseriyê ku xwe spartin modernîteya sermayedar bûne sebeb pirsgirêk hîna girantir bibe, rê li ber şikestina civakî, bi awayê rojane jî pêşketina qirkirin û xwekuştinan veke.