Sara û Ruken, her du xwedavendên azadiyê, di 26 İlonê de wekî tirejên rojê şewq dan û dil û mejiyan ronî kirin. Wan bi çalakiya xwe behsa xwe kirin û mîna xwedavend Zîlan bûn pêşengên demê.

Hindek dem hene ku herkes bê deng dibe. Ji tirsa ti kes ne wêre li çavên hev binêre. Berpirsiyarî hene û divê pêk bên. Di wan deman de pir kes hene ku li lêviya yekê din in. Lewra, tenê çirûskekî bes e ku zikê tarîtiyê biqelişî ne. Tenê dengekî bes e, dengê mîlyonan berz bike.

Di wan deman de pêwiste yek kes be jî dengê xwe bilind bike û  bêje; ‘qral tazî ye’. Pirî caran yê vê dengê bilind dikin xwediyê dilên masûm yê wekî zarokekî ne, mêjiyê wan paqij wekî avekî zelal e. Ji ber di wan deman de tarîtî di mejiyan de belav bûye, berçavk qirêj bûne. Lewra tenê çavên zarokên paqij dikarin rastiya qralan bibîn in. Lewra tenê ew dikarin dengê xwe li beranberî qralan berz bikin.

Em di wan deman re derbas dibin. Van demêm ku herkesî çavê xwe ji ronîtiyê re kor kiriye, dilê xwe ji tirsa reş kiriye, zimanê xwe ji tujitiya rastiyan re lal kiriye. Ev dem, ew dem in. Ew dem e ku herkes li lêviya herkesî ye. Lê ev rastiye; ger tarîtî kur bûbe, ronahî nêzik e. Ger Çile ji serma di qerisîne, di pey wî re  Adar heye.

Sara û Ruken wekî xwedavendên azadiyê bi masûmiyeta zarokekî dil pak ji qralan re gotin hûn tazî ne. Ew ji tarîtiyan re bûn çirûska despêkê, bûn tirêjên berbangê. Ji seqema Çileyê re bûn Berfîn, bûn Newroz, bûn Adar.

Wan di zivistanên sar de dilê xwe bi germahiya hevaltiya PKK’ê germ kirin, di şevên tarî de hêviya ‘Roja Azad’ bû ronahiya wan. Sara û Rûken rihê xwe bi rihê PKK’ê ve girêdan û ji kaniya zelal ya PKK’ê vexwarin. Di damarên wan de, di bedena wan de enerjiya azad ya PKK’ê herikî û xwe gihîştand rûbara heqîqetê.

Lewra yê şevê tarî dikir nebûna rojê bû, yê zivistanê sar dikir dîsa nebûna rojê bû. Ger rastî ewqas pak û zelal be, wê gavê divê roj bibe qiblegah. Wan jî berê xwe dan rojê û di rojê de sirrên jiyanê kişif kirin. Fêm kirin; Taritiya demdirêj, zivistana bê roj wê dawî li jiyanê anîbana. Ji ber vê Sara û Rûken derketin rêvitiya Rojê, bûn aşiqê rojê û evîndarên ronahiyê. Lewra deriyên gerdûnê yek bi yek li pêşiya wan vebû û ew gihîştin heqîqeta; ‘Bê roj jiyan nabe’. Ger di gerdunê de razaya jiyanê roj be, wê gavê di cihana mirovan de razaya jiyanê çiye ango kîye?

Bersiva vê pirsê di nava PKK’ê de di rastiya gelê rojê de, di kesayeta jina Kurd de û di hebûna Rêber Apo de veşartî bû. Jiyanekî bê jin, mîna lawirekî miriye. Jiyanekî bê Serok mîna gerdûnekî bê roj e. Ji bo wî ew bûn parasvanê PKK’ê, ew bûn parasvanê gelê Kurd, ew bûn parasvanê jina Kurd û xwe kirin mertal li pêşiya Rêber Apo û bûn xwedavendên azadî û evînâ rast.

Her tiştên di gerdûnê de di nava hevsengiyekî efsûnî de di liviya. Ger efsûn xirap bibe, wê gavê reşatî xwe ber dide dilê cihanê û her tiştî tarûmar dike. Sara û Ruken vê rastiyê herî zêde di hevaltiya PKK’ê de ceribandibûn û dîtibûn ku hevsengiya di navbera jinê de rêya sererast kirina xirabiya dilê cîhanê ye. Di her hevsengiyekî de pîvanên hatine ceribandin, zagonên zayina azadiyê de ne. Lewra rêgezên sererast kirina cîhana ku dil û mejiyê xwe radestî xirabiyê kiri ye, rêgêzên jina azad in. Heval Sara û Heval Rûken di sekna xwe de, di şerê xwe de, di çalakiya xwe de bûne rêgez, bûne zagonê zayina azadiyê, bûne pîvanên rast jiyan kirinê.

Dilê xwe ji çiyayên Kurdistanê pêk anîn û birînên gelên xîlala zêrîn li ber ax û avên pîroz yê vê xakê kewandin. Lewra ew welatperwer bûn. Çavên wan wekî karikên li ser zinarên Zagrosan digeriyan ji şewqa rojê diçirisîn û yek kêliyekî nedihêştin devên gûrên hov bigîje canê nazik yê Kurdistanê. Ew bi qasî ji rojê hes dikirin, ewqas jî ji Kurdistanê, ji gelên Kurdistanê hes dikirin. Rêgeza pêk anîna heskirinê di jiyan, şer û çalakiya xwe de pêk anîn. Wan got ku yê hesdike dibê biparêz e.

Li ser axa rengîn, di nava gûl û kûlîlkan de, li ser çiyayên wekî bihûştekî de ditîn ku her tişt di nava parastinê de ye. Ji lawira herî biçûk heta ya herî mezin di her zindiyekî de pergala xwe parastinê heye. Gûl bê sitîrî, şêr bê penç, gûr bê diran nikare yek rojekî zindî bûna xwe biparêz e. Wê gavê rêgeza azadiyê ye ‘xwe parastin’. Jiyan bê ku bê parastin ne gengaze ku berdewam bike. Ji bo wî bi vînekî ji pola xwe bi rê xistin. Ki gotibû jin nikare xwe biparêz e ango nikare bibe xwedî rêxistin. Sara û Rûken bûn rûhekî, bûn nasnameyekî azad û redda herî tûn ji feraseta ku bawerî nade jinê re. Ji xwe rêya azadiya jinê ewe di rihekî  hevpar de bigîjij hev û di xwe de hevsengiya gerdûnê pêk bînin.

Navê rihê wanê hevpar bû tîmê otonom û di qirna 21. de rêya rizgariya ji koletiyê nîşanî giştî jinan û civakên bindest dan. Di her gavekî xwe de bi ser dagirkeriyê de çûn, di her nefesekî xwe de koletiyê bê nefes hêştin. Ji pergala dewletê re, ji pergala di bin navê ewlekariyê de koletî ferz dikere îspat kirin ku kes nikare li pêşiya îradeya azad bisekine. Ew ji herkesî re bûn hêvî û keştiya bazirganan bi tekoşîna xwe ya bê hempa noqî avê kirin.

Ev bist hezar salin jinên Kurd li ser vê xakê şer dikin, bi şerê xwe xweşikî ava dikin û dibin xwedavendên evîn û azadiyê. Ji İştar’an heta Zîlanan, Ji Star’an heta Berîtanan, ji Ninhursag’an heta Sema û Viyanan şerê jina Kurd yê azadiyê ti caran nesekiniye. Sara û Rûken di şopa xwedavendên xwe de bi mamostetiya Sakîne Cansizan rihê xwedavendî di xwe de zîndî kirin. Wan carekî din da îspat kirin ku yê li hember koletiyê şer neke kirêt e, nexweşik e, nayê hes kirin. Lewra wan çeka xwe rakirin ser milên xwe û li dijî polîsên tecawûzkar, li dijî dewleta ne xweşik û qirêj şer kirin. Bi şerê xwe xweşik bûn, şane bi şane ronahiyê di bedena xwe de pêxistin û pêşiya gel û hevalên xwe ronî kirin.

Ruken û Sara mîna Doğa, Zinar, Şoreş, Jinda’yan, bi tarzê teyrê baz neçîra xwe diyar kirin û yekser bi ser wî de çûn. Bi lêdana xwe ya teqtîkî serdeme ku nû vekirin. Ew ji Rêberê xwe re bûn rêheval, ji gelê xwe re bûn hêz û moral, ji hevalên xwe re bûn mamoste û fermandar. Ew di şerê mirovahiyê de di xeta azadiya jin de fermandartiya serdemê kirin. Ew ji pergala ku dibê di despêkê de li jinê bixin re gotin; ”Tu nikarî li jinê bidî. Ger tu bixwazî li jinê bixî wê di despêkê de jin li te bixe. Jin ne yên lêdanê ne, jin ne yên kuştinê ne. Jin yê azad kirinê û jiyanê ne.  Jin parastina xwe dikin, ji bo parastina xwe jî li dijmin dixin, li faşîzmê dixin û bi vê awayê parastina xwe ya cewhwerî û ya civaka xwe dikin”.

Heval Sara û Heval Rûken bi sekna xwe ya çalak, bi çalakiya xwe ya afirîner, bi afirîneriya xwe ya xwedavendî bûn rêya serkeftin û azadiyê. Wan jî rêya Zîlanan şopand û xwestin mezin jiyan bikin. Armanca wan wekî rojê pak bû û pê bawer kirin. Gotin wê dawî bi heybet be û bûn xwediyê dawiyekî bê mirinî yê bi heybet  wekî xwedavenên rojê, wekî xwedavendên evînê, wekî xwedavendên şer û azadiyê…