Dîtina Serokatî şansekê mezin û dîrokiye. Ev şans bi destê herkesê nakeve.  Dîtina min a ji bûna Serokatî di demekê pir kin de çêbû. Şansekê demdirêj ku ez bikaribim li cem Serokatî perwerde bibînim, bi destê min neket. Dema ku ez ê derbazî qadên gerîla bibûyam, ez hatim cem Serokatî. Ji ber ku xwestekê Serokatî dîtina hevalên ku derbazî qadên gerîlla bibe bû. Li ser vê xwesteka Serokatî min karî şansekê bi vî rengî bi dest bixînim. Bi taybetî jî hevalên ku ji rojavayê Kurdistan ê tevlî rêxistinê dibûn, bi giranî dikarîbûn şansekê bi vî rengî bi dest bixin. Hevalên ku tevlî dibûn heya ku Serokatî wana ne dîtiba, derbazbûna wan a qadên gerîla ne dihate çêkirin.

Berê ku ez tevlî rêxistinê bibim, xwesteka min pir hebû ku ez Serokatî bibînim. Ji ber ku li hemû cih û cûrên jiyanê de behsa Serokatî di hate kirin. Ji ber wê jî di xeyalên xwede êdî bi xwe xwe me Serokatî di xeyalên xwede dida çêkirin. Dema ku min Serokatî dît, min xwe wer hîs kir ku ez çûme cîhaneke din. Dîtina Serokatî ji bûna min tiştekê pir nû bû. Ji lewra heyecana wîna jî ewqasa mezin bû.

Rastiyan di kesayeta Serokatî de dîtin pir hêsanî bû. Li beramberî Serokatî sekinîn, li himberî rastiyên xwe rûbirû hatin bû. Bi rastiyan re em çiqasî ne kûrbin jî, mirov dikarîbû di yek nêzîkatî û gotinekê Serokatî de, Serokatî nas bike.

Taybetmendiyên Serokatî yên ku di destpêkê de bala min kişand, ji mirovan re rêzdayîn bû. Ew ruhê wî yê xwezayî û mûtewazî pir bala min kişand. Evan nêzîkatiyên Serokatî di hêla ku qezancekê pir mezin di kesayeta mirovan de were çêkirin. Dema ku mirov Serokatî didît, Serokatî bi hemû nêzîkatiyên xwe bala mirovan dikişandin li ser xwe. Ji ber wê sedemê jî dema ku mirov nû Serokatî dibîne, bêyî ku gumanekê were jiyan kirin mirov dixwaze nêzî Serokatî bibe.

Ez sê rojan li cem Serokatî mam. Ev hersê roj jî heya niha bûye bingehekê ku ez bikaribim bi vîna xwe xwe li ser lingan bigirim. Felsefe, bîrdozî û hemû rastiyên Serokatî ji herêmên civakî, heya digihe qadên gerîla ji min re bûye şêwazê jiyana nû. Bi vî ruhî jî mirov dixwaze di hemû holan de jiyan bike. Bi ruxmê ku Serokatî çiya ne dîtiye, tarîfkirina ku Serokatî ji bûna çiya dide çêkirin, dihêle ji hemû şêwazên jiyana nû re bibe bingeh. Li ser bingehê gotina Serokatî ya ku dibêje; ‘ji jiyana çiyan hesbikin’ ruhê berpirsyartiya rêhevaltiyê û ya heskirina çiyan bi min re dide çêkirin. Ji ber wêna jî piştî gotinekê bi vî rengî, pêwîste ji derveyî jiyana çiyan em ti jiyan û ti rêyên din ji xwere ne pejirînin.

Di her sê rojên ku min bi Serokatî re jiyan kiriye, ji wan kêliyan du bîranîna anîna li ser ziman, ji bûna min wateyekê xwe a pir cuda heye.

Di rojên destpêkê de dema ku ez çûm cem Serokatî, Serokatî me pêşwazî kir û dîsa jî bi Serokatî re dema ku me xwarin dixwar piri balkêş di hat.

Serokatî di kêliya ku bi mere xwarin dixwar, hem mêhvanên ku ji derve hatibûn re diyalog dida meşandin û hem jî bi mere. Ev nêzîkatiya Serokatî ji bûna min pir balkêş di hat. Şêwazê diyalogê a ku Serokatî bi mere dida çêkirin û bi bangkirina ku Serokatî dianî li ser ziman, ne di destê mirov debû ku bala mirovan nekişîne. Nêzîkatiyên Serokatî ji bûna mirovan wusa derdiket holê ku mirov di got  qey Serokatî bi salaye me nas dike. Diyalogên ku Serokatî bi mere dida meşandin, di asta tehlîlatên li ser rastiya mirov a biryar, xwestek û şêwazê jiyana mirovan tehlîlkirin bû. Di derbarê mijarên bi vî rengî de pirsên Serokatî ji bûna me di hate çêkirin. Hemû curên gumanên ku di kesayet de di hatin jiyan kirin, yekser di mirovan de derbaz dibû. Ew hêza ku Serokatî dida mirovan pir cuda bû.

Bêrîkirin û heskirina Serokatî ya ji bûna gerîlla pir balkêş û ew qas jî xwedî hestên bêrîkirinên kûr bû. Ji ber wê jî her kêliyên ku behsa gerîla tê kirin, ew gotinên Serokatî yên bi heskirina gerîla tije tên bîra min.

Di kêliyên ku em ê ji Serokatî qut bibin, Serokatî ji mere got; ‘hun gerîlane, hunê herin çiya’ û di berdewam kirina gotinên xwede ji mere nimûneya kêvroşk, gur û rovî da. Ev hersê nimûneyên ku Serokatî ji bûna me dabû, hem weke bîranîn û hem jî rastiyên ku xwe di kesayeta me de dide jiyan kirin bû. Ev gotinên Serokatî hîna jî weke guharekê di guhê min deye.

Serokatî di got; ‘pêwîste leza we ya kêvroşkê be ku hûn nekevin dest, mîna gurekê bi armancê xwere girêdayîbin û mîna rovî qurnazbin ku hûn bikaribin bibin xwedî hûnerên şer. Taybetmendiyên van hersê tebayan pir balkêş e. Pêwîste hûn ji xwere nimûneyan jê bigirin’.

Heya roja me ya îro bi ruxmê çend salan jî derbaz bû, lê bi her tevlîbûneke min a ji bûna çalekî, şer û di jiyana rojana ya gerîla de, evan gotinên Serokatî ji bûna min bingehê tevlîbûneke bi hêz dide çêkirin. Bi vî rengî ji jiyana gerîla re nêzîkatî dayîna çêkirin, ne tenê ji bûna min ji bûna her hevalekê jî pêwîst e.

Hewldana Serokatî ya di derbarê van mijaran de ji bûna me daye çêkirin, pir heye. Di kesayeta Serokatî de min dît ku girêdana Serokatî ya bi gerîla re çiqasî heye.

Piştî ku Serokatî gotinên xwe bi dawî kir, êdî demê ji hev qutbûnê hat. Heya niha li ti ciha serokekê ji bûna ku milîtanên xwe bi rê bixîne, derî wesayîtê jêre nevekiriye. Lê demê qutbûna me, Serokatî ji mere derî wesayîtê vekir, di esnaya ku em ê bi rê bikevin de, Serokatî destekê xwe di avêt derî wesayîtê û destê din jî di danî li ser milê hevalan û bi vî rengî jî hevalan bi rê dixist. Yek bi yek destê hevalan digirt û bi vî rengî jî dixiste wesayîtê. Nêzîkatiyeke pir bi wate û mutewazî bû. Berê ku em xwatirê xwe ji hevdu bixwazin, du gotinên ku ti carî ji bîr nekim ji mere got. Evan gotinên ku Serokatî ji bûna me aniye li ser ziman, ji mere bûye perspektîfên herî girîng ku di hemû pêvajoyên zor de em bikaribin xwe li ser lingan bigirin. Serokatî ji mere got; ‘pêwîste hun xwe bi parêzin. Hunê herin çiya, dibe ku hun min li pişt xwe bihêlin. Lê ger hun derbaz jî dibin, ez naxwazim di demekê kin de agahiyên şahadeta we bibîhisîm. Hun wusa jiyan bikin ku nebin sedemê ku du rojan de bi awayekê sivik şehîd bikevin. Herî kêm heya deh salan jî pêwîste agahiya şahadeta we nebîhîsim’.

Evan gotinên Serokatî hertimî di guhê min dene.

Nêzîkatiyeke din a Serokatî ku bala min kişand, dema ku em ê ji li cem Serokatî hatibana, Serokatî dest avêt goştê destê xwe û di got; ‘dema ku hun şehîd dikevin hun nizan in. Lê belê, dema ku ez agahiyan şahadeta we dibihîsim, ev parçeyên goşt ji canê min di vebin. Hunê bizanibin bi vî rengî li min tê û hunê bi vê hesasiyetê nêzîkatî bidin çêkirin. Girêdana Serokatî ya bi gerîla ewqasî zêdeye ku ne hest, helbest û ne jî  peyv dikarin vê girêdanê bi lêv bike. Ked û hewldana ku Serokatî ber me de daye çêkirin pir zêde ye.

Di demê qutbûnê de, Serokatî hem bi perspektîfên xwe û hem jî bi rêbazên din yên guftigoyê ji mere eleqeyekê pir mezin nîşan da. Serokatî me li hemû cih û baxçeyên akademiyê da gerandin. Yek bi yek ji me pirs dikir. Naveroka pirsên ku Serokatî ji me dikir, hemû jî di derbarê kesayet debû. Ji ber wê jî dema ku Serokatî pirs ji me dikir, her hevalekê re cuda cuda pirs dida çêkirin.

Pirsên mîna wê tevlîbûnên we yên di demê pêş de bi çi rengî be, hun heskirinê bi çi rengî nas dikin, evîna çiyan hun bi çi rengî lê temaşe dikin, hun ji evîna welat çi fêm dikin?

Di derbarê van mijaran de dema ku pirsên Serokatî di hate çêkirin ne têne bi pirsan re, di heman demê de li gorî naveroka bersiva pirsan, Serokatî ji bûna wê perspektîf jî dida.

Her gotin û nêzîkatiyekê Serokatî bîranîneke. Ji bîranîn jî bêhtir rastiyên ku di hatin jiyan kirin bû. Bi qasî girêdana me ya bi Serokatî re heye, girêdana Serokatî ya ji bûna gerîla ji heskirina me hîn zêdetire. Heskirina Serokatî ya ji bûna gerîla pir cudaye. Serokatî ji ber vê sedemê jî hemû tiştên xwe daye gerîla. Ji ber van nêzîkatiyên Serokatî, girêdaneke min a pir mezin bi Serokatî re hatiye çêkirin. Herî dawî dema ku me xwatirê xwe ji Serokatî xwest, em bi kêliyên hestiyarî re rû bi rû man.

Evan nêzîkatiyên Serokatî wê ti carî neyên ji bîr kirin.

Rastiya Serokatî nas kirin û weke milîtanekê Serokatî wezîfe û erkên ku dikevin li ser milê me, pêwîste bi awayekê bê kêmasî em bikaribin pêkbînin. Rastiya Serokatî ne tenê rastiya şexsekê ye. Ji ber ku Serokatî felsefe, dîrok, jiyan, bîrdozî, ramyarî, zanista kûr û di hemû rastiyan de mirov dikare rastiya Serokatî di hundirê wêna de bibîne. Ji lewra Serokatî bi çend peyvan anîna li ser ziman pir kêm dimîne. Ji bûna ku em bikaribin Serokatî bi lêv bikin, hêzekê felsefîk û bîrdozîk tê xwestin. Tevlîbûn û bersivdayîneke meriyetî tê xwestin. Dema ku hêza di vî derbarî de hat nîşandan, wê demê mirov dikare bi bêje ku em xwedî li Serokatî derketine û me Serokatî jiyanî kiriye. Ger me vê erka xwe bi awayekê bê kêmasî pêkanî, wê demê em ê bikaribin barê ku li ser milê Serokatî ye rakin. Pêwîste em xeta Serokatî bi hemû rojên ku derbaz dibin de, di hemû kêliyên wan rojan de jiyan bikin û jiyanî bikin.